Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
helbestên ala kurdistanê - tirşik
helbestên ala kurdistanê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. -Ala Kurdan-



Ala Kurdan di nav rok

Çi bedew û bi heybet

Bi çar reng î, rengên te

Çi delal û çi xweşkok

Xêzek kesk û xêzek sor

Nav sipî û nîvek zer

Keskesor e, bi roj e

Ev li jêr û ew li jor.

Semyana keç û lawan,

Rûmeta jin û mêran,

Neyarên te pir jî bin,

Tu dê bidî bera wan.

Ko çirisî roja te ,

Dê belav bin mij û dû.

Rabe ser xwe ser bilind,

Nêzîk bûye roja te.

-------------------------------------------------------

-Ala Rengîn-



Min divê her tu bilind bî

Ala rengîn kesk û zer.

Him xweşî him ceng û rûmet

Tên zanîn ji sor û gewr

Dûr, nêzîk ezê te hildim.

Tu yî xemla banê min.

Ger bi vê derman mirin bî

Bo te gorî canê min!

Sê salan bi te kêfxweş bûm,

Agrî, Zîlan, Tendûrek,

Li pêş suhna te bûne ax.

Leşkerên Turk lek bi lek

Dêrsîm û Sasun û Pijder

Bo te xwînê dirêjin.

Herçî xort in, herçî Kurd in

Bo te lavjan dibêjin,

Leşker im bot e ala min.

Min divê gurmîn û şer

Duwanzde mîlyon bûne pandî,

Bo te Kurdên pir huner.

-------------------------------------------------------

-KURDİSTANÊ ÇÊBE-



Gelo êdî dizanim

Kurdistanê çêbe!..

Roj ewqas ne dûr in

Werin, Kurdino werin !

Di nav koma xwe de

Hemî ciyê xwe bigirin.

De werin helê werin,

Ne tenê yek bi yek

Bi hezaran û hezaran,

Bi piraniya milyonan!

Dengê xwe zû rakin,

Ala Kurdan her bakin.

Îro dibe, an jî sibe dibe

Dewleta Kurd yê çêbe.

Rengê kesk û sor û zer

Li ser wê spî û gewher

Ew ala yê nîşana wêbe.

-------------------------------------------------------



28.06.2014 00:34 | xemgînamed

2. niha jî ji pola 3-a hevala me ya biaqila malê wê li ser dikê ji me re helbesta ala kurdistanê bixwîne, ka çepikek xurt?! ;)

helbestên wekê gelek tiştên din ên mîlîtarîst ên jibo hest û dilînên xelkê yên hejêkirina welêt fît bikin tên nivîsandin hejê nakim, lê eger helbest û sirûda bi navê her ''kurd buyn û her kurd ebîn'' ya îbrahîm ehmed di vê kategoriyê de bê qebûlkirin, dikarim wê bêjim.



17.08.2016 17:41 ~17:45 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên nebez goran
» alan turing

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî