Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
quzzilqurt - tirşik
quzzilqurt
(7) (2) (2)
di mijarê de bigere

1. tamekî bêtam e...ne tirş e ne tûj e ne jî tahl e...ez bawer im tama wê wekê tama ava jahrên tropîkal e..ji ber wê dibejin ''qûzzûlqûrta ava jahr..''gelek versîyonên qûzzûlqûrtê hene.. wek mînak : ''qûzzûlqûrta mêrê mirinê...



15.07.2013 13:23 | birêz giya

2. ji bo versiyonekî din

(bnr: quzzulqurt ser kezeba te)



15.07.2013 13:27 | brusk56

3. dijûn û nifirîneka kurdî ye.. li gorî tezeka etîmolojÎk ji du peyvên tirkî kızıl û kurt yanî kurmikê sor pêk hatiye ev peyv.. ne tenê di kurmanciya bakur de hema bêje di her zaravayek û devokeka kurdî de di rewacê de ye û ji bo derbirrîna hestên acizî û bêhntengiyê zêrê zer e û ser bi ser e.. li ser zar û zimanê vê axa qedîm gelek heval û hevrê û hevwateyên wê yên wekê (bnr: qurreder), (bnr: pêmirin), (bnr: çopilme), (bnr: kerrafî), (bnr: jehremar)(bnr: ziqqum), (bnr: ziqnebût) hene.. wek nimûne: ''Ez 27 salî me û hîn jî nizanim tam û lezîza evînê çawa ye, lo! Ji kerema xwe, kesê ku pelûla evînê bi serê wî/wê de rijiyabe, bila ji min re behsa wê quzilqurta evînê bike ji bo ku ez jî bibim xwedî tecrûbe û serpêhatî, babam, waweylê! Gelo evîn ji şorba nîskê xweştir e? Yan wek goştê biraştî ye? —'' (Bêrîvan Al, Lotikxane.com, 7/2009)



15.07.2013 14:42 | endazer

4. jînewereke biçûk û jehrewî ye ku di nav giyayan de dijî û heywanên ku bêhemd wê bixwin pê dimirin..



15.07.2013 14:43 | endazer

5. - te go çi?



- quzilqurta ser dilê te.



15.07.2013 15:07 | înano lo

6. keseki ku pir hêrsa yeki bine û dûra tişkî bêje bersiva xwe bi viya hildide.



pire kurdan pir jê hez dikin



12.08.2013 22:45 | spinozaurus

8. êdî li ser tîşortan jî weke "QZLQRT" tê dîtin.



12.08.2013 22:53 | simurg56

9. quzzulqurt yîyem meqerne yemiyem.



13.08.2013 01:00 | reşkêşevê

10. sabun da ben kendimi yıkamıyorum , bole kalacam



+

+

+

çI JI PAKéTA WAN DERKET ?



13.08.2013 17:42 | quzulqurt

11. hege versiyona 'kuzzılkurt' bûya dengê keçên Kurmanc ê ku xwe tirk dihesibandin bihata biketa guhê me.



13.08.2013 22:47 | bişnev

12. xebereke kurmancî ye ku bi tu awayî nayê ravekirin. joker e, guherbar e, hişk e. piştî gotina wê, dilê mirov ecêb rehet dibe... ox!..



21.08.2013 14:34 | terkexem

13. wateya wê kes nizane lê bi gotina wê stres mirov de namîne.

cem me ji bo bandora wê hê quwettir be weke quzzzilqurta mirinê tê gotin.

(bnr: quzulqurta mirinê)



21.08.2013 18:57 | simurg56

14. (bnr: ben ziqqum yiyiyorum meqerne yemiyorum ha)



21.08.2013 19:13 | endazer

15. li cem me li cizîrê dema yek ji yekî re aciz bibe û wek ziqqûm an quzzilqurt bersivê bide yê dî jî wek ''li ser dilê te'' an ''li ser devê te'' lê vedigerîne.. wek nimûne:

- metka te çi danî ber te?

- quzzilqurt danî ber min, te jî navê?

- li ser dilê te!



21.08.2013 19:16 | endazer

16. çi peyvek xweşe

dilê meriv hênik dike

em dibêji quzzilqurta marê kor



21.08.2013 22:58 | çukko

17. Bi $erafa sûrî em jî dibêjin quzilqurta ser dilê. We divê hildin.



21.08.2013 23:02 | înano lo

18. bersiva pirsa ''kurtler ne istiyor'' e.

rojnamevan ji sirri sureya onder dipirsin..

ew jî dibêje: ''kurtler Quzzullqurt istiyor''...



21.08.2013 23:30 | mamostexelil

19. - quzzilqurt!

- ser dil girt

- qurrader!

- ava zer

- pê bikevî mezel

(bnr: tobe tobe)



06.10.2013 10:58 | ceso

20. -quzzilqurt!

-bin dilê te!



14.10.2013 19:06 | biruya hayao miyazaki

21. li ser dilê te jî tê gotin piştî wê.



14.10.2013 19:30 | azadixwaz

23. -quzilqurt

-ser dilê te girt

-melê zotika te girt

-girt û berneda hetaaa sibê

(ji devê zarokên botanÊ) *



14.10.2013 20:15 | zero

24. ez pirrrr pirrrr dixwazim ev nifir be, dijûn be, ci be bilêv bikim lê nikarim. hema ku ketim hewldana bilêvkirinê di kîteya ewil de lêvê min dilicimîn û ev kîte li ser hev dûbare dibê. kesên dora min jî dest bi tîqetîqê dikin, dixwazim bêjim "quzulqurt û mirina we, xêre dikenin?" lê wegotin wekî nivîsandinê ne hêsane bo min.



15.10.2013 01:19 | dîno

25. KERRAFî



14.11.2013 04:41 | nanxwarê cilqetên

26. bi lêvkirina vê gotinê ez bextewar dibim.

dilê min hênik dibe bişirîn dikeve ser lêvên min.



14.11.2013 11:20 | gulan

27. bi ya min ev peyv ji 'Quz el qurt' tE, yanî qurtek quz!



13.12.2013 01:02 | kevçiyê dil

28. bavo!!!

-quzzilqurt

ho bavo!!!

-quzzilqurt

bavo lo!!!

-Çi ye kurê min??

quzzilqurt..



18.12.2013 01:37 | doktorodi

29. rast derew nizanim lê dibêjin kezikekê bi jehr e.



05.01.2014 22:14 | gêjê

30. peyva ku li ser tîşorta min dinivîsî ye.gelek kes gava li ser min dibînin matmayî dibin.birayê min ji min re weke diyarî ji amedê anibu.ji ber ku min gelek li xwe kiriye rengê wî çu ye =)



05.01.2014 22:25 | feqiyêteyran

31. dibe ku ev gotin ji peyva quz hatibe.



26.02.2014 20:16 | mergehez

32. (bnr: difnare bêt)



26.02.2014 20:50 | dastanekkevin

33. biwêjaherî xweş a wek gezo. biwêja ku dilê mirov hînik dike. quzzilqurt. oxweşîî ye *
quzzilqurt mirinê.



07.09.2014 12:37 | xendekî

34. Tişta ku ez dizanim quzzilqurt navê heywanekî/ajalekî ye. Hevalekê me hebû, ji kurdî-dera cizîrê. Carekî ji wî re bibû meraq, gelekî lêkolabû. Dawiyê got quzilqurt navê ajalekî ye. Ajaleke kesk e. Di nava şînahiyê de, di nav giyayî û cihên kesk de xuya nake. Pişta wê wek ya jîjo ye. Dema mirov bêhemdî pêlê dike an jî bi mirov ve bibe wek ku şûjin di laşê mirov re here û jehra xwe diberde mirov. Gelekî têşîne. Êşeke dijwar dide. Ji ber wê tê gotin.



07.09.2014 12:42 | xendekî

35. (bnr: -quzzilqurt û mirina bin dilê te!)



07.09.2014 14:50 | serpale

36. peyvê ku min qet ji devê serhedîyek nebîhistîye.



07.09.2014 19:29 | ervah.azad

37. (bnr: qzq)

(bnr: kurtenav)



12.01.2015 11:22 | xendekî

39. gava yekî kuxîn dike kuxe kuxê dengê wê ji dev û Gewriyê wê tê ewçax jê re dibêjin.

+ Kuxê kuxêê... kuxê kuxêê... Kuxê kuxêê... (qet Xilas nabe derd girtiye)

- wey quzzilqurt! de bes e te xwe kuşt...



09.05.2017 21:54 | mîr

40. yek ji peyvên kurdî ya herî xweş e. ya duyemîn jî qurreder e.*

li jor behsa tîşortên ku li ser nivîsa quzzilqurt heye hatiye kirin. yên ku zanin li ku derê tê pêyde kirin ji min re jî bêjîn gelo. Dixwazim tîşortek wisa wegirim û herim li cem hevalên xwe. *



24.06.2019 11:52 | xelîl

41. Peyiva ku ez ji hevalekî hîn bûm ku wateya wê di erebî de "bibe meymûn" e. Lê got xwendekarekî min ê ereb gotiye em dibêjin îzilqurd. Rast e meymûn di erebî de قرد(qerd) e lê bûyîn (كن) kun e. Dibe ku di erebîya devokî ya wan de îzil tê gotin. Welhasil Min jî ev mesele ji hevdû dernexist û bû quzzulqurt.



10.05.2020 05:07 | xabûrî

42. quzzilnequrt jî heye, bi tenê diya min bikartîne bawerkem, dema kesekî/ê êvîn be lê jê hêrs bibe. wek ku (bnr: xwede bela xwe nede te).



11.05.2020 02:22 | meçidîçinedî

43. Di kurdî de peyveke argo ye û her wiha navê nebatekê ye. Ev nebat her çiqasî xweşik be jî, bi jehr e.
Here lînkê



08.12.2020 19:06 | merwano

44. ez nû hîn bûme ku erebên mêrdînê jî pê dizanin û bi kar tînin.

min ji hevaleke ereb a ji merdînê pirsî, min got qot ballot çi ye, filan bêvan, me qala nifiran dikir. dû re min jê re got em ji filan tiştan re dibêjin "quzzilqurt" û bişirî, got "quzzilqurtê zanim, li ba me jî heye" min got how come? şaş û mat mam. paşê min got what the fuck? *



06.05.2022 01:14 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» quzzilqurta mirinê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî