Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
zilamê firoşkar yê ku li pirtûkfiroşgeha avestayê a li amedê disekine û bi kurdî nizane - tirşik
zilamê firoşkar yê ku li pirtûkfiroşgeha avestayê a li amedê disekine û bi kurdî nizane
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. zilamekî ecêb e. li pirtûkxaneya weşanxaneyek kurdî disekine, heta êvarê pirtûkên bi kurdî difroşe lê kurdî nizane.

lê ji pirtûkan fên dike wele * bi ihtîmalek mezin ji derdora xwe dibihîze lê şîroveyên wî hene di derbarê pirtûkan de.

binêrin ; apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir/43814



28.06.2014 14:39 | brusk56

2. Mêrê xwediya pirtûkxaneyê ye.. Çi dema ez herim wê derê ger ew zilam li wir bê bi rastî ez naxwazim li wir bimînim û li pirtûkan binêrim.. Bi gotin û tevgerên xwe heçkû dibêjê hema bila ev kes zûka ji dikanê derkevê û min tişteka dî navê.. Gotinên wî, kirinên wî û peyvên wî ji qeşayê (buzê) sartirin..Lê pîreka wî ya bi navê songul bi rastî gellekî xwîngerm e û mirov her û her dixwazê pê re Sohbetê bikê.. Min çend caran ji wê xwe re jî got ku mêrê te gellek sar e û ji ber wê jî kes naxwazê wî bibinê. wê jî got welle gellek kes vê yekê dibêjin lê kka ma ez çi bikiM û filaNNN..



28.06.2014 15:10 | nan û av

3. ez ne xelet bim tirk e..



28.06.2014 15:41 | endazer

4. (bnr: weşanxaneya avesta)



28.06.2014 15:41 | endazer

5. bi xwedê kengî herim li wir hama bêje tim ew li wir sekinandî ye û di derbarê pirtûkan de şîroveyên bicih dike. carekî jî ez ji bo kirîna pirtûkên remezan alan çûbûm, pirtûk axirê nemabû, paşê ez çûm min jê re got keko pirtûka bendnameyê ya remezan alan dê kengî were? ji min re got 'valla ben iyi kürtçe bilmiyorum kusura bakma falan* ez şok bûm, min xwe bi xwe got neyse lo ez ê li tiştên din jî binêrim. ez çûm rafa ku pirtûkên ku ji Weşanxaneya peywendê derketî, ji min re got ku 'bence soraniceleri almalısınız, min jî got ez ji pirtûkên wergerê hez nakim got 'ama en iyileri onların romanlarıdır şu an en çok gidenler onlar' falan.. yaw min got bêjim ma xwedê ji te razî, dev ji xwendinê berde tu hê nizanî bipeyivî jî li gor kîja pîvangên xwe pêşniyaziya pirtûkan dikî? lê min got nehlet li şeytên!

xuya ye ku ji derûdora xwe hînî bazar û hilberîn û nivîskar û pirtûkan bûye



28.06.2014 15:48 | ferhenga şikestî

6. bi min zilamek baş e, cirnxweş e ku ne şaş im di çuyîna duyemîn de saeteke zedetir wî re axaftime... tenê vekirin û xebitandina we pirtûkxane bixwe fedakariyek mezin e ...



28.06.2014 16:09 | havka

7. navbereke derûn li min felişandibû. camêr bo vê xwînsariya xwe pir hewl dide nizanim lê 2 an 3 sal berê ez sar kirim ji pirtûk û heta heta ji weşanên avestayê . Belê qebehetek min hebû ( min pirtûkên harun yahya ( qeş..) pirsîbûn) lê diviyabû ji ber ev pirsa min a cahîliyane* bertekeke wiha dijminî nîşan nedaya . piştî vê bûyer an travmayê nêzikî hefteyekê ez wilo fikirim . bi tenê fikirîm . niha çi çax çavê min pê dikeve ez tu tiştî jê napirsim û tiştên ku min ê bipirsiya dihêlim rojeke an çend rojên dinî ku pêrgî xanima songulê bêm . de îja hûn bihesibîn bê ka bandoreke çawa li ser min hiştiye .



29.06.2014 03:46 | mervan roni

8. (bnr: zilamê ku me asîmîle dike) *



29.06.2014 12:44 | xendekî

9. (bnr: mıjara herî ecêb ya li tirşikê)



18.10.2014 23:14 | simurg56

10. hevalno xeletîya we heye;

2 roj berê ez amed ê bum li avestayê rastî wî kesê hatim ku kurdî nizane. bi rastî pir xeyîdiye jı ber hin şîroveyên hevalan yên wekî "XENDEKÎ" . raste camêr kurdi nizane jı ber ku kurd nîne jina wî kurd e û zarokên wî jî kurdî dizanin. lê dîsa jî ji ber ju bubu mıjareke tirşîkê keyfxweşiya wî dîyar dibu. bir nekin heval no tirke lê zarokên xwe hînî kurdî kirîye. Xwedê jê razî be...



17.12.2014 10:56 | azad30

11. Zilamê ku tirk be tirk e. Kesî negotiye çima tirk e. Lê li ber weşanxaneyeke kurdî disekine. Û weşanxaneyeke ku ji bo kurdî xebatên nuwaze dike. Gelek kes ji ber wê qesta wê derê dikin. Lê gava rastî kesekî tirkîaxêv tên ev li mirov nexweş tê. Temam ne kurd e. Lê heke wê li ber weşanxaneyê divê hînî kurdî bibe. Xwe jî hîn bike. Madem ev karê wî ye divê pêwîstiyên vî karî jî pêk bîne.



17.12.2014 16:03 | xendekî

12. hey looo. navê wî êdî ketiye tirşikê jî. ku xeletiya min hebe sererast bikin lê bi ya min tirk e. ma tu pirsgirêkên me tune ne tenê ew maye? li diyarbekir bi hezaran zarokên kurd ne kurmancî ne jî zazakî nizanin. bi ya min pirsgirêke esas ev e.



edit: min hin peyvan zêde nivîsandiye wan jê dibir.



17.12.2014 19:07 | kurê xelkê

13. li pirtûkfiroşa avestayê ya amedê firoşkarê kurdînezan e. ma çi hewce ye ku hûn ev qas dirêj dikin.



17.12.2014 19:16 | oxir

14. Tirşikvanên tirş* ew kes kurd e. Kurdî dizane lê belê zereveya dimilkî. Berê ku hun behsa kesekê dikin ji kerema xwe re berxweda neaxivin.



17.12.2014 23:35 | mam selam

15. Zilamê ku ne zaza ye û dimilkî jî nizane * dibêje ez bi kurdî nizanim nabêje ez kurmancî nizanim an jî nabêje ez dimilkî dizanim. Dibêje ez bi kurdî nizanim û dewamî tirkî dike ;)



18.12.2014 03:10 | xendekî


dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zilamên doxînsistirîn ên kurdistanê
» yên ku îro têketine
» pirtûkfiroşgeha ensarê
» kurdî-dera cizîrê
» nizane daweta kê ye çû ket serê govendê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî