Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
pirtûkfiroşgeha ensarê - tirşik
pirtûkfiroşgeha ensarê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ez ne xelet bim mezintirîn pirtûkfiroşgeha amedê ye, xweyiyên pirtûkfiroşgehê îslamî ne lê li pirtûkfiroşgehê her cure pirtÛk peyda dibin.. li qeta jêr ya xana hesenpaşayê ye.. ciheke xweş û freh e, cihên rûniştinê jî lê hene, heçÎ kesê dixwaze dikare rahêje pirtûkekî ji refan li wir rûne û hem çay û qehweya xwe vexwe Û hem jî çavê xwe li pirtûkan bigerîne.. min bi vî awayî 4-5 hejmarên kovara kürt tarihiyê û pirtûka dersên zimanê kurdî ya prof. dr. kadri yıldırım xilas kir.. *



28.06.2014 15:51 | endazer

2. mezintirîn pirtûkfiroşa li amedê ye, ez dema li amedê bim, di hefteyek an jî du hefteyê de carekî teqez seriyekî lê didim û li pirtûkan dinêrim carinan jî dikirim, hama bêje pênç sal e ku diçim li wir lê pirtûkên ku pênç sal berê li wir bûn, hê jî li wir in, qet neguheriye tim sabît in. nûkirin û guhertin qet nîn e. êdî ez dizanim kîjan pirtûk hene kîjan tune ne. ji xeynî pirtûkên nûderketî û populer ên ku pirr tê firotan, tiştekî din li xwe zêde nakin. jixwe pirtûkên kurdî bi tenê ji çar-pênç refan pêk tên, awesta, doz, do, nûbihar, lîs û vê taliyê jî ronahî..

cihekî xweş e dema sebra min nedihat, ez diçûm du saet li pirtûkan dinêriyam heke pirtûk bi min xweş bihata min digirt, li jor çayek vedixwar û vedigeriyam..

hundir pirr tarî ye min got ez ê pirtûka rênas jiyanî ya çirûskîzm di vir de biqedînim (ji ber ku pirr buha ye) lê min heta 3 rûpel xwend çavên min derketin*



28.06.2014 16:02 | ferhenga şikestî

3. firoşgeha ku di sala 2008an de, ji aliyê wekfa ensarê hat vekirin.

cihê wê zêde zêde xweş e. bi taybetî ji bo pirtûkxaneyek an jî pirtûkfiroşgehek cihek bêhempa ye.

ji ber ku cih aîdê wekfa ensarê ye, naçim ji wir pirtûkan nastînim. min tenê 2 pirtûk ji wir standin heta niha.

mirov bixwaze pirtûkek peyda bike rê û alternatîf pir in.



29.06.2014 00:32 | brusk56

4. qet xema min nîne ya kîjan waqfêye helal be ji wan re ku valahîyeke mezin di mijara çand û pirtukên amedê de digire. hem jî cihê wî jî pir otantîke...



17.12.2014 11:04 | azad30

5. pirtûkfiroşgeheke cihê wê pêhempa ye. kengê ku ez biçim amedê ez seriyekê lê didim zêde nemînim jî teqez ez hema pirtûkekê jî bipirsim ez diçimê. weke nivîskarekê jî gotî ji ber ku ez zêde hej xwediyên wan nakim ez zêde pirtûkan jî ji wan nakirim lê hevalno pir xweş e yaw.



28.03.2015 11:57 | azadixwaz

6. pirtûkfiroşa ku min di newroza sala 2014'an de du pirtûk jê dizîbû ku herdû pirtûk jî mem û zîn'a ahmedê xanî bûn. gerçî ji vana yekî heval enes dizîbû û gotibû ku yek ji te re yek jî ji heval hesen re. ji van pirtûkan yek bi qabê zêr yek jî normal bû. min yek da hevalê xwe hesen û ewî ya qabzêr jî xwest. ji ber wî herdû pirtûk jî li mala wî li pirtûkxana wî ma. di ser re nêzê salek derbas bû û di şevek zivistana sar de ez bi keçikek "turk solu" re çûm mala wî ku ji ber betlanê ew jî çûbû diyarbekirê. keçik nizanim bo xwe li ber dilê min xweş bike an jî bi rastî; digot ez dixwazin kurdî hîn bibim. min jî girt pirtûka qabzêr da wî lê helbet pêşî beşa zewaca tajdîn û stî jê re xwend. helbet ez ê behsa dawiya vê çîrokê nekim. bila li vir biqede lê ez dikarim bibêjim ku pirtûka me ya qebzêr bû qurbana şevekê... heval hesen hê li pey pirtûkê ye, ger ku ez pir pere qezenç bibkim heman pirtûkê ez ê jê re bistînim.



28.03.2015 14:53 | xewnname

7. pirtûkxaneyek mezin e û li avahiyek dîrokî ye.

xwezî tenê ji pirtûkên kurdî pêk bihata û tenê quncikeke bi navê "çend pirtûkên bi tirkî" hebûya.



28.03.2015 17:19 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkfiroşgeha munzur

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî