1. weke esrarê tê vexwarin u vexwaran girêdayîyê xwe dike lê ji esrarê gelek dijwartire tê gotin nîzêkê sê salan da vexwaran dikujê |
|
28.06.2014 19:18 |
birazî
|
2. jehra ku bi zêdehî ji aliyê zarokên kurd ve tê kişandin. dewlet û polês rê li ber vexweran nagire. lewra ciwaneke kurd ê hişjêçûyî çêtir e ji yê şiyar... |
|
28.06.2014 19:37 |
oxir
|
3. jahreke ku dibe sedema halûsînasyon, qurifîn û di gulpîna dil de lezbûn. bandora wê girane û di navbera 3 salan mirovên ku vedixwin dikuje. ger nekuje jî, weke encama halûsînasyonan, mirovên ku vedixwin, hişê xwe wenda dikin. di navbera rastîtîyê û xiyalan de dimînin. dinyaya rastî û dinyaya xiyalan ji hev ferq nakin. |
|
29.06.2014 12:32 |
nazim tolhildan
|
4. cureyekê esrarê ye, di van demên dawî de popûler bûye. tişta ku xuya dike ji wab tîryakên din xirabtir û bibandortir e. ev tîryak kesan ber bi mirinê ve dibe. |
|
29.06.2014 12:38 |
xendekî
|
5. naveke xweş e. hingî ku lîsteya mijaran de dibînim dîsa lê dinêrim û dibînim tiryak e. ka ji kerema xwe re bila bonzaî navê tişteke din be, şuna wê jî quzzilqurt filan be. |
|
29.06.2014 16:24 |
azadixwaz
|
6. Bêhişkereke kîmyewî û sentetîk e. jehr û ziqûmeke di van demên dawî de raxbetê dibîne di nav xortên cahil û naşît de. Heta niha mala gelek kesan biriye mîratê. îro em pê hisiyan ku ciwanekî kurd î amedî li ataköy a stenbolê bi vê jehrê mIxabIn miriye. Emanet hay JI zarok û ciwanên xwe hebin. Emanet û qiyamet ne ceribînin, lewra dikuje! uyuşturucu |
|
02.09.2014 01:00 |
seydayê_peyvan
|
7. jehreke ku dûv vexwarinê, ciwanek xwe weke di behrêde ye hês dike û xwe li ser bînê diavêje. |
|
21.11.2014 15:45 |
nazim tolhildan
|
8. şorbeya ku erdoxan beriya çûyîna civînên navnetewî, sîtilekî vedixwe .. |
|
22.11.2014 01:44 |
brusk56
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |