Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
tu ji ku derê yî - tirşik
tu ji ku derê yî
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kesî leqayî(pergî) vê pirsê nehatibe tune ye ez bawer im.

Bi taybetî jî dê û bavê me dema hevaleka/î me dinasin pirsa yekem ku dikin ev e.

ku xwedê li halê we û hevala/ê we hatibe rihmê ciyê ku jê ye dê û bavê we derheqa wir de tiştek nizane.

lê mixabin ev ne tiştek pêkan e. ji bû ku mirov a rast bibêje wê derê qet nedîtibe jî mirov dibê ji filanderê me.

û gund,navçe an jî bajarê xwe dibêje. a wê gavê xwedê ji we sitend.ji mala kî yî,filankesê/î nas dikî?

sala parîn ez çûbûm wê derê ciheke pir xweş e. mixabin dawî li van pirsa nayê. heya çilik û qupik a dipirsin.

hinek mirov jî bi bizanebûn dipirsin. hevala te giyayê kîja çiya yê.



15.07.2013 14:48 | gulan

2. pirsa ku li cizîrê wek (bnr: tu ji kû dê yî) tê kirin.. bipirÎ eger ji bajareke banî ve be yanî ji bajar û metropoleka tirkan be ew kes meqbûl û xudan qedr e li ber dilê malbatên kurd lê ku kurd be û ji bajareke cîran be cihê wî/wê li ber sifikê jî danaynin ji ber ku (bnr: giyayê hewşê tehl e)..



15.07.2013 14:55 | endazer

3. dîsa li deverinan bêyî ku peyva derê tevli pirsa xwe bikin rasterast wek (bnr: tu ji kû yî) jî tê pirsîn.. canik û camêrnên nû fêrî kurdî bûyîn û berê xwe nû ji tirkî badayîn carna wek (bnr: memleketê te kû der e) jî dipirsin ya di dilê xwe de.. niha em kurd piştî ku bi mÎrata modernîte û bajarvaniyê ve bûn nas û niyas û kêm zêde nifş û jenerasyonek bajarî ji nav me jî derket êdî pirsa (bnr: tu ji kû bajarî yî) jî tê kirin.. û kul û mereqên dil bi vî rengî tên derbirrîn..



15.07.2013 15:00 | endazer

4. li aliyê me Qersê em dibên ''tu yê ku derê yî''



15.07.2013 22:01 | fizikzan

5. pirsa ku serhedê wek '' tu xelkê kêderê yî'' tê pirsîn. bî kelecanîyek e mezin tê pirsîn û bi piranî jî ev pirs aliye yê ku pirs kiriye tê bersîvandin. secere jî tê derxistin..

(bnr: zarê mala elî yê cindo)



15.07.2013 22:11 | qertewîn04

6. Stranbêja ne héja rojîn wanî bersivê dide '' belê heval. Nizanim ez kî me ..ez ji kû me..ji ku têm û diçim kû ''ji stirana esmeray a bi navê ''heval'' wergerandiye kurdî.. (bnr: tirş kiriye)



16.07.2013 11:17 | roj

7. - tu ji kû yî?

- ji cizîrê me?

- tu li cizîrê yörükan nas dikî?

- erê di dersxaneyê de çend hevalên min ên ji malbata yörükan hebûn.

- wextekî me li gel yörükan gelek îş dikir.

- wa?

- malbateke heta tu bêjî camêr in.

- hee.

- ê de bi xatirê te nexwe..

- pêl çavê min bikî, herî!



21.10.2013 19:29 | endazer

8. Dİ DİYALOGÊN HEVNASKİRİNÊ DE XWEDÎ CÎHEKE TAYBET E.

ROJEKÊ Lİ ODEYEKE CHATÊ MİN Bİ YEKE KURD RE DİAXİVÎ.

MİN JÊ PİRSÎ "KA TU Jİ KU DERÊ YÎ".

WÎ GO "TE HÊ NAVÊ MİN NEPİRSÎ BAJARÊ KU LÊ HATİME DİNÊ DİPİRSÎ *"



02.06.2014 23:27 | oxir

9. pirseke ku bi tirkî bûye destpêka diyalogeke wiha:

-sen nerelisin?

-Kızıltepeliyim

-vay canına...



03.06.2014 12:58 | nazim tolhildan

10. pirsa ku herikîna civatê diyar dike ye.



03.06.2014 16:05 | renas

11. carina jî dibe sedema qutbûna civatê;



(axaftin bi tirkî ye)



- xwedê ji te razî be kurê minn. tu ji ku yî?

- sêrtî me.

- tiştek nabe. em hemû misilman in.



03.06.2014 19:26 | simurg56

12. rojekî li stembolê, li ber avahiya vîtra seramîkê, li ber kulûbeya ewlekariyê, li hêviya hatina endazyarê mekanîkê yê şîrketê bûm, de bê û deftera min a stajê îmze bike.. neyse ez û ewlekarê li ber kulûbeyê disekinî ketin nav sohbeteke beredayî de.. axirê dor hat ser bajarê ku ez jê.. go tu ji kû yî, min go cizîrî me, (erê li her derî dema tê pirsÎn dibêjim cizîrî me, nabêjim şirnexî me..) şaşûmaşo bû go henekan dikî, min go erê, kêfa wî xweş bû, paşê dîsa go tu ji kû bûyî, min dîsa go cizîrî me, go ka dev ji henekan berde, min go temam.. axirê dîsa em qederekî şitexilîn, bajarê ku ez jê di dilê feqîro de bibû kul.. dîsa go ka te nego tu ji kûyî, îcarî min rasterê jê re go bêyî henek ez cizîrî me yanî şirnexî.. feqîro bizdaha.. go tu hîç naşibî şirnexiyan.. min go te heta niha çend şirnexî dîtine, ma stirh û qiloçê şirnexiyan hene filan.. camêr çend deqeyekî ji hiş ket, ziman lê negeriha, paşê zÎq li min nêrî, go ez bawer nakim, li vir kes îmzeyê bavêje deftera te.. neyse çend deqîqe di ser re nebihurîn endazyarê mekanÎkê yê şîrketê yê ku ez li hêviyê hat (bi xwe bavê hevalê min ê lîseyê bû, ne kurd bû, lê yekî gelek camêr bû) axirê çawa hat, me silav û çaxerê li hev da, em çûn rûyê hev û milê hev (di ferhenga cizîriyan de hev maçkirin û hembêzkirin) filan.. feqîrê li ber kulûbeyê jî di cihê xwe de sekinî nekarî bêje him û nekarî bêje gim..



06.06.2014 00:13 | endazer

13. em jî'd bêjin "tu'j kûyî"



07.04.2016 14:03 | azad30

14. -Tu xelqê ku derê yî?

-Tu ji ku yî?



07.04.2016 15:10 ~15:11 | bûtîmar

15. ne şaş bim min di kovara folklora kurdan de xwendibû weki alternatifeke mirov dikare bibeje tu pincara kîjan axê yî.



07.04.2016 15:51 | seydayê_peyvan

16. (bnr: tu çi kesî yî?)



20.01.2018 02:06 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» yîeq

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî