Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 88 peyam
ji telefonê xwendina pirtûkan - tirşik
ji telefonê xwendina pirtûkan

Navê mijarê ya ewil ev bû:ji telefonê pirtûk xwendin
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tişta ku min heta niha ket nekiriye lê bi min tiştekî xweş e. ji ber ku ji telefonê nivîs xwendin gelek xweş e. carekê min di telefonê de nivîsek xwendibû û paşê dema li malê li ser komberê bûm, dîsa rast lê hatibûm û matmayî bûbûm. ji ber ku nivîs ew qas dirêj bû ku min qet hêvî nedikir nivîsek wisa dirêj bixwînim.



avantajên telefonê ;

- mirov dikare di her pozîsyonê de bixwîne * *

- ronahiya dîmendera telefonê te çawa bivê wisa dikare were eyar kirin. bi min ger baş bê eyar kirin, ji bo tendûristiya çavê, telefon ji kaxizan baştir e. lê divê ev bê lêkolîn kirin.

- tu li ku derê bî, pirtûka te jî li ba te ye. mesela li bankayê yî; pirtûka te ne li ba te ye ji ber ku pirtûk xwendin qet ne di bîra te de bû, lê te hew nêrî divê tu saetekî li wir bisekînî. derxîne telefona xwe pirtûka xwe bixwîne.



dezavantajên telefonê ;

- mirov nikare destê xwe bide pirtûka dixwîne *

- mirov weke pirtûk dixwîne xûya nake. dibe ku diya mirov jê re bienire û bêje çima bi saetan li telefonê dinêre. an jî jina mirov. an jî hezkiriya mirov.



29.06.2014 01:24 | brusk56

2. çalakiya ku tu car min hij jê nekir, dilê min jê re germ nebû..

ji ber ku çavên min xerab in ez lensa kontakê bi kar tînim lewma jî nikarim li ser telefonê tiştina bixwînim, û heta ku bêhna pirtûkê neyê ez ji xwandinê fêm nakim

lê tiştekî baş e ji bo yên ku dikarin bixwînin..

mariv bêî buha û pereyekê dikare bigihîje bi hezar pirtûk û kovaran



04.03.2015 00:24 | ferhenga şikestî

3. Karê min o ke gama ke ez ronişena metro, metrobûs ûsn. telefonê xo ra kitab wanena.



nê çar mengî de mi rê de 5 kitabî qednayî.

komelîya dengbêjê merdî-klaimbaum, bedilîyayîş-franz kafka, muşkî û însanî-steinback, olî hemberê olî-elî şerîatî, xerîb-albert camus.

nemaze kovara zanîngeh, kovarên vate, rojnameyên kurdî, û çend kitabê kurdî zî mi wendî.



mi nê heminî rêya stenbolî de wendî. bêrin hesab bikin stenbolî de çiqas trafîk esto.*



04.03.2015 01:22 | endazyar

4. (bnr: ji telefonê tirşik xwendin)



04.03.2015 07:53 | brusk56

5. (bnr: kindle)



kindle baş e xweş e. pêşniyara min bo tirşikvanan. çavê meriv nawestîne.



22.04.2015 19:26 | kurê xelkê

6. (bnr: calibro)



22.04.2015 23:04 | seydayê_peyvan

7. yên belaş û herî xweş hebin parvekin

kurê apê min çûbû dikanê goti bû /vbnr: dema çayê) herî baş û erzan bide min dikandar jê re gotibû ew tişkî çewaye law şaş maye lê.



23.04.2015 12:29 | shorbevan

8. Tiştê ku bi min pir xweş e, bi taybetî ji aliyê aborî de pir bi kêrî min tê. Lê ji ber ronahiya dîmendera telefonê hindik maye ez kor bibim. Rindê ku pargîdaniya bi navê yotaphoneê a rusan telefoneke bi cot dîmenderî çêkiriye. dîmendera pêşîya telefonê normel e lê dîmendera paşiyê bi teknolojiya e-inkê (e-hibir) hatiye çêkirin. ji bo kesên wekî min ew teknolojî pir baş e.



27.04.2016 14:42 ~14:43 | remlavêj

9. pir zehmet e. ji telefonê nûçe-xwendin tenê bi serê xwe min diwestîne, ka ezê çawa pirtukan bixwînim. xweş e mirov ji telefonê pirtuk bixwîne lê ji yê bikare re.



27.04.2016 15:59 | azadixwaz

10. (bnr: samsung note series)



27.04.2016 16:28 | cinorek

11. telefona min î andorîd nîn e ji ber vê yekê ez nikarim ji vê derfeta îstîfade bikim. Lê hebûya jî min bikarnetanî. Qet min jê hez nekir..



27.04.2016 18:44 | elegezêra

12. bi qasê pirtûka rastîn ne xweş be jî, ne xerab e.

min bi telefona xwe (note 3) 2-3 pirtûkan xwendin. ji ber ku ew pirtûk cem min tune bûn, min wisa kir. nexwe ez hê jî xwendona normal tercîh dikim.



27.04.2016 20:08 | simurg56

13. hebekî zehmet e, ji ber rÊwiyên meraqdar, heçku gûyek hebe, çavÊn xwe beloq dikin û li telefona meriv dinÊrin..

di rastiya xwe de li malê tiştekî badilhewa ye. li malê kitÊb hebîn ez tucar ji kombers an jî ji telefonê naxwînim lê dema ez li stenbolÊ bûm di metro û wesayitên dî yên ku menzîl-dirÊj de min gelek dixwendin, hetta dikarim bÊjim min gelek pirtûk bi vî hawî xelas kirin ku tÊde kovara hawarê jî heye..

meriv dikare ronahiya telefonê eyar bike lê ez ji bela lensa xwe zû jê eciz dibûm.



27.04.2016 22:08 | ferhenga şikestî

14. mixabin, tiştê ku ez nikarim bikim. ji telefonê nivîs xwendin, li ba min dişibe fast food. erê têr dike lê, ez dinepixînim, ava tirş ji qirika min tê. kêrî tiştekî nake.



16.01.2018 18:57 | biruya hayao miyazaki

15. Min her sê pirtûkên sisiyaneya (bnr: the hunger games) bi kurdî lîstikên birçîbûnê bi yekem destêlê xwe ya jîr û destdanî xwendibû. Lê pêşniyar nakim. Ji aliyê çêja xwendinê ve tiştek ji min nedibir lê çavên min zehf diêşand. Çav jê girîngtir e welle. Min cara yekem baş nekir, xwe berda bûm pê xwendinê. Lê belê zû werqilîm. Ji xwe re e-pirtûk xwînerekî kirî jê xelas bûm. Ev çavê yekî aciz nake wekî rûpela pirtûkan e.

Bi telefonan nexwînin heyran bi xwedî çav têşin. Yan ji pirtûkan bixwînin yan jî pereyên xwe bidin hev e-pirtûk xwînerekî bikirin ji wir bixwînin. Gava çav xerab dibin gelek dijwar e.



16.01.2018 20:27 | bilbilê dilkul

16. tiştek gelek bifeyde ye, çiko tu dikarî hemû pirtukên xwe di telefonêda kom bikî û ji xwe re bigerînî û herî ku ji ew derê bixwînî.

Lê bo min nebaşîyeka xwe jî heye û ew jî eve ku; meriv nikarî bend û hevokên lê hezkirî binxet bike.



17.01.2018 04:18 ~04:18 | aqilkêm

17. Ji bo pirtûkên ku bi zimanê biyanî ne, re gelek ideal in ji ber ku ev pirtûk li derve zehv biha ne. Lê di torrentê de kesek dikare van pirtûkan bihêsanî û herwe daxîne û bi sepan û amûrên wek kindle, google books û lithium re li her cihê bixwîne.
Heta niha min gelek pirtûkan ji telefonê xwendin û cihên giring jî binxet kirin. û herwiha di wê demê de hûn dikarin tenê bi tikandinek di ferhenga ku giredayî sepanê ye de li peyvên ku hûn wateya wan nizanin bigerin anjî googlebikin.
Bivê nevê ji bo kêmkirina bikaranîna kaxêzan gerek e êdî pirtûk bibin dîjîtal.



15.10.2018 23:43 | xelîl

18. karê ku min zêde diwestîne ji ber ku xwendina pirtûka bi piranî ji nîv seatî bêhtir wext dixwaze, çavên min jê aciz dibin.
ez ne kesekî ewqasî pirtûkhez im lê car caran ez j çavê şeytan kor dikim û pirtûka dixwenim, tehma ku pirtûk dide mirov 100 telefon nadin min.



03.06.2021 19:15 | merwano

19. Kiryara ku ez qet jê hez nakim. Ji xwe bala mirov belav dibe û çav jî dibetile.



04.06.2021 00:44 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» telefonên biaqil
» xwendina pirtûkan li telefonê

Kategoriyên mijarê:: teknoloji pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî