Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
xwendina romanan - tirşik
xwendina romanan
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. kar û xebatek baş e. (ji bo yên tirkî dibêjim; bi saya xwendina romanan tirkiya min ji ya piraniya tirkan baştir bû û azmûnan de jî gelek bi kêrî min hat.)

lê weke din gelo roman çi li mirov zêde dikin, nizanim.

ji ber ku dema niha li romanên ku berî salan min xwendibûn, difikirim; dibînim ku ji wan berheman gelek kêm tişt mane di aqlê min de. piranî tenê xweşbûn an jî nexweşbûna wan û stûrahiya wan tê bîra min. dema hinek din bidim bîra xwe, çend xalên ku hê dema xwendina min de bala min kişandibûn, tên bîra min.

weke din piraniya kitekit û bûyerên li romanan nayên bîra min û îtîraf dikim dawiya gelek ji wan jî nayê bîra min. ne ji bo pesnê dibêjim, min berî salan ji sedan zêdetir pirtûkên wisa xwendibûn lê niha nizanim gelo wan xwendinan çi li min zêde kirin.



lê ez wisa bawer dikim ku du bandora pirtûkan, taybetî jî ya romanan heye;

1- dema mirov hê pirtûkê dixwîne, dikeve bin bandora zimanê nivîskar û bûyerên di pirtûkê de û ev bandor jî hişmendî, fikr û binehişa mirov diyar dike, teşee dide wê. ev yek bandorek mayînde ye. bandora watedartir û girîngtir ya xwendinê jî, bi ya min aha ev e.

2- ger di pirtûkan de bûyer û karakterên gelek komîk, trajîk û hw. hebin yanî hinekî fişalkirî bin an jî gelek cûda û setr bin, wê demê ev hêmanên romanan di hiş û mejiyê mirov de dimînin û kengî tiştekê derbarê mijarê de derkeve pêşberî mirov, ew bûyer/karakter tên bîra mirov. ev bandora romanan belkî jî ji bo xwendekaran dibin tecrûbe.



hinekan ne behsa xwendina romanan lê behsa xwendinê wisa gotine ; "xwendin mirov kûrtir dike"

bi ya min raveyek rast e. erê ji çi alî ve nizanim lê aktîvîte hilmendiya mirov rengîn û kûrtir dike.



30.06.2014 21:46 | simurg56

2. ne karê her kesî ye.... Bo wateya xwendina romanan divê mirov pirtûka pamuk a "romannûsê saf" û di ber re jî ya mario vargas llosa ya "nameyên ji romannûsekî xort re" bixwîne.. Bi min ne hewce ye tiştek di hêşê me de bimîne, em çi dixwînin jixwe bi her awayî di derhişê me de dimîne û em jî bi bandora wan a xort tecrubeyên cûda dijîn û jiyana xwe rengintir dikin ligel vê yekê jî ew bûyer û hest, reng, bêhn, awaz û xeyalên nav romanê jî di heman demê de hestên me yên veşartî jî şîyar dikin ku ew jî bixwe wek terapiyek e, jixwe cûreyeke terapîyan heye jê re dibên biblioterapî (terapiya bi pirtûkan).. Roman jî ligel malzemeyên xwe ên kûr û dewlemend bo vê armancê amraza herî bi kêr hatî ye.. lê êdî li gorî mirovan diguhere hin kes bo kêf û xweşiyê û hin kes jî bo hînbûna tiştan dixwînin



30.06.2014 23:45 | elomelo

3. keyf e. weke jor jî hatî gotin ji xeynî keyfa dema xwendinê de dide mirov pê ve mirov kurtir, bitecrubetir dike. weke ku mirov ji temenê xwe zêdetir jiyabe û weke ku mirov ji yek jiyanî zêdetir jiyabe, weke mînak bi nivîskariya yeke baş mirov ji jinan baştir fêhm dike, awayê fikirîna wan bêtir têdigihîje, bi vê jî mirov ji pencereyeke firehtir li dinyayê dinêre. ji xwe ne hewceye em behsa binhişê mirov bikin lê başî û nebaşiya wê jî mirov dikare nîqaş bike.



01.07.2014 00:13 | azadixwaz

4. tişta ku wek guhdar kirina filman e lê xwendin him zimanê mirov bi pêş dixe, him asoya xeyala mirov firehtir dike.

her wiha ;

(bnr: pirtûk xwendin vs film temaşe kirin)



01.07.2014 00:15 | brusk56

5. asoyeke firehtir û jiyaneke cûdatirr li xwendekar zêde dike. bi her romanê mirov fesilandinekê ya takakesitiyekê li xwe bar dike . lê mikurhatinek ku bivê ji her xwendina romaneke daxwaza ronannûsekê li min

olan dide. lê ev daxwaz herî pirr ji panzdeh rûpelî zêdetirr naçe *



01.07.2014 16:15 | mervan roni

6. ji xwendina romanan gelek eciz im. bila kes dilê xwe negire lê belê bi tenê mariv dema xwe pê re diqedîne jixwe dema min qet tune ye ez êdî qet nikarim roman bixwînim..

ez rave bikim ku bila kes şaş fêm neke, ez li dijî xwendinê nîn im lê ez bixwe li dijî xwendina romanê me ji ber ku tu gava pirtûkek digiri destê xwe û dest bi xwendinê dikî, em bêjin, pirtûkeke çarsed rûpelî hama bêje di 10 saetan de diqede falan yanî di rojê de 2 saet bixwîne di pênç rojan de diqede. ez heta ku deh saetên xwe didim romanê, ez ê pirtûkên li ser dîrokê,zanîstiyê,dînê,polîtîk-siyasî,psîkolojî,çandî, sosyolojiyê..hwd falan bixwînim qenebî hînî tiştan dibim..

yanî ez bixwe hez nakim ku bi saetan fantazî û muxayelên nivîskaran mijûl bim.. ma heyfa dema min nîn e?

lê dema mesele kurdî be, rewş piçek Dîtir cuda dibe. di kurmanciyê de hama bêje ji xeynî roman, çîrok, helbest, çîrçîrok.. falan, tiştekî din tune ye, yên heyî jî pirr kêm in, têra mariv nakin lewma jî mecbur dimînim ku bi tirkî bixwînim.. dema ku romaneke kurdî dixwînim, heta ku diqedînim ava dilê min ziwa dibe ji ber eciziyê, sedema xwendina mi a romana kurdî jî, ji bela ku hînî kurdî bim. yanî ji ber hezkirinê na, ji ber hînbûna kurmanciyê ye..

dema ku tu sed hep roman jî bixwînî, hemûyan xitim jî bikî ji xeynî pêşvebirina zimên, bi kêrî tiştekî nayÊ û yek jî xeyalkirin heye... lê dema pirûkeke li ser dîrokê bixwînî, hînî hezar tiştan dibî



02.07.2014 14:54 | ferhenga şikestî

7. carina ne tenê fanteziyên nivîskaran lê pêşketin û nûbûnên zanistî jî derdixîne holê û dibe lokomotîfa wan;

(bnr: asansora fezayê)

(bnr: arthur c. clarke)

(bnr: rama)



02.07.2014 19:38 | simurg56

8. wek li jor jî hatîye gotin nûbûnên zanistî jî derdixîne. yek ji van psikianalîze freud e: bi qewlê frued, heke romanên dostoyevsky bi taybetî jî ya bi navê biraderên karamazov nîn bûya, wê afirandinê teorîyê psikanalîz jî tune bibûya. ji ber ku tesîre karekterên dostoyevsky li ser wê teorîya ha heye.



02.07.2014 22:39 | ervah.azad

9. bi min her çendî xweş be jî pratikê de xwendina pirtûkên zanistî bêhtir fonksîyonel e.





gava romaneke dixwînim, bêhemdê xwe, aqlê min bala xwe dide fikrên din û motîvasyona min a xwendina romanan xera dibe. piştê xwendinê jî difikirim bê min çi jê fahm kirîye, encamê de ramîneke wisan bi min re çêdibe ku ez bi tenê heyrana romannivîsê mam e; bi gotinek din, yê ku bala min kişandîye ew li hev anîna nivîskar a wê romanê hanê ye ku ew bÛyerên li romanê de derbasî bûye, bi awayekî dahîyane pêk anîye.





ji milê din, dema ji pirtûkeke zanistî argumenteke dixwînim -ji ber ku mîjar balkeş e- dikarim bala xwe bêhtir bidim li ser. bi vê awayê jî hes dikim ku nöronên mejîyê min li hev girê dibin, baştir dişixulin, û ya wiha jî keyf xwêş dibim. wekî din, bandora pirtûkên zanistî ji jiyane rojanê re bêhtir heye: yek dikare tiştên ku ji argumentên pirtûkê elimîye, pratikê de bi kar bîne.



bêguman ew tiştên ku min gotine subjektîv in; bi tecrubeyên her insen re digûhere.



21.08.2014 12:17 | ervah.azad

10. dema di lîseyan de wekî spartekan tê dan xwendekaran, dibe zulm û çavkaniya nefretê. armanc xweş e lê ji bo pratîkê gelek tiştekî îdeal e.



05.10.2014 00:11 | biruya hayao miyazaki

11. Ku eger Roman li gorî hizra mirovî/ê dernekeve hingê xilaskirina wî zehmet e. Ez niha romanekê kurdî ku îsal çap bùye dixwînim lê yaw arkadaş MA mirov qet bûyer, rewş, kesayetîyekî, anjî civakekî ; ew çend çewt, ewqas çêkirî ewçend ji rastîyê dûr, ewqas xeyalî, ewçend cîhanek pembe, ewçend şayesandinî tê kirin MA qet dibe tiştek wisa ez ne wêjevan im lê tiştê ku dizanim divê nivîskarê/a romanê hinek rastîya civakê bînîte berçav divê hinek dîmenên rojane ku em her roj lê rast tên di nav romanê de hebe li Ser da jî tiştê ku em hêvî dikin cuda ye tiştê rast cudaye . nivîskar Azad e loma ne mecbure ku kesayetîya lehengê bike yek şeklekê lê dîsa jî divê ji jîyana rastî ew qas dûr nebe.



12.06.2016 14:06 ~14:10 | azad30

12. xwendin her dem xweş e. Pirtûka min a yekemîn sefîller bû. Ev pirtûk min xiste nav bûyerên pirtûk ê û em bi hev re heta dawî jiyan. Di hemî pirtûk a de taybetî yê wisa hene. Car caran tiştê netişt di hiş de vedije û ev saya xwendin e.



13.06.2016 13:12 | dizek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwendina beşa bijişkiyê

Kategoriyên mijarê:: weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî