Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 62 peyam
helbestên rênas jiyan - tirşik
helbestên rênas jiyan
(0) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. kok / rênas jiyan



Tên!

Ji bo ku li darê dinyê kokên me biqelînin tên.

Weke di zuhayê de şilavilên ku xwe li avê û di berfê

de reşêleyên ku xwe li rêxê bigirin tên.

Tên!

Bê sebr û hedan in, di destekî wan de ferman û di

yê din de tirpan,

Bi salan e, talan e.

Lê kokên mala bavê min ji kokên mêran e...

Beran e...

Baran e...

Çi ji kê tê heger texsîr bike ne camêr lawê camêran

e!..

Tên!

Ji bo ku serê xewnên me bikurisînin û deqên li canê

me bixeritînin tên.

Xwe li bela û qeşê, li mirin û seqemê girtine û tên.

Tên, bila bên!

Her seqem an jî her pûkê, serê her çiyê an jî serê

her sûkê ji bo me hembêza bûkê.

Tên!

Ji bo ku kokên me biqelînin tên.

Bila bên.

Hay ji wan heye ku bi dobelanan re şer dikin û

kengî dilê wan bixwaze weke ecûrê ku ji lemê tê

hilqetandin wê serê me ji erdê hilqetînin.

Lê wê şûşî erdê bibin.

Kokên me di kêvir de şûr in.

Ev mage, heta ku ji serê xwe derbê nexwin aqil

nagirin.

Ji lew re, a baş,

şabaş ji lawê azadiya seglawî re şabaş!

şabaş ji qîza qedera por-hinnekirî re şabaş!

Qeraş,

Tên!

Ji bo ku hestiyên me bihêrin.

Tên! Ji bo ku di nav xwîna me de masiyan bigirin û

keştî-kaxezên xwe biavjenînin.

Tên!

Ji bo ku li van erdan êşa bêkokiya xwe ji bîr bikin

tên.

Bi çargavan, bi dîrok û derewên bêbavan, bi

çapemenî û taqemeniyên bicizbêketî,

Bi hetîketî û ji serî heta binî ji rûmetê mirî tên.

Tên bi diranên fîq, bi kenên hîqehîq û bi paletên

tanqên xwe yên zîqezîk tên.

Dev ji wan berdin bila bên.

Bila bên û li vê axê di nav kokên me yên fireh û kûr

de xerq bibin.

Ne ehlê Xwedê ne heq dikin…



Rênas Jiyan



02.07.2014 14:56 | xendekî

2. Çalakî / rênas jiyan



Hhhhhhhhhhhhhhhhhhh : bazdan

rrrrrrrrrrrrrrrrrr rrrrrrrrrrrrnnnnnnnn :

cemse

ttttttttttttttttttttttttt : keleşkof

hwhwhwhwhwhwhwhwhwh : kûçik

şşşşşşşşşşşşşşşşşşşşşşşşt : bêdengî

ttttttttttttttttttttttttttttttt : keleşkof

wwwwwwwwwwwwwwwwwww : ba

xşxşxşxşxşxşxşxşxşxşxxşxşx : pel

ttttttttttttttttttttttttttttttttttttt : keleşkof

xxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxx : xwîn

mnmmmmmmmmmmm : nalîn

* * * * * * * * * * * * * * * * : ezman

mîr mir...



Rênas Jiyan

diêşiya, rp: 46, weşanxaneya belkî



02.07.2014 15:01 | xendekî

3. *4. bê aştî / rênas jiyan



li ser navê aştiyê, Bîra min

bi berateyên birayên min dihate hedimandin

navê min ji serçavê min bi biviran dihate xerritandin

(diêşiya, pirr diêşiya…)

(xwîn bû; ji ber gava ku min dest didayê wek

virçoqiyê rohn bû)

ji bo ku ser jê bikirina li salvegera tunekirina min

wan dermale kiribûn dil û gurçikên min

ez sunnet kiribûm ji zimanê min

mmmmmmmmmmmmmmmmm…

çawa tê gotin ez baş nizanimmm…

ez di desthilatdariyê nimmmmm…!



*rênas jiyan, bê tişt, diêşiya, r. 63, weş. belkî, 2013



02.07.2014 15:03 | xendekî

4. (bnr: tu neyê ez ê bimirim)



26.02.2015 23:36 | ferhenga şikestî

5. (bnr: hebhinarkê)

Ji wê şeva bi şewbê

bêhna firîkên şewitî dihat ji çolê

çend xarên mın wendabûne li newala waweylê

destmêja te û janê ji hevdû naşkê

hebhinarkê! ..

min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê;

wê gewriya te dil bide kêrê

li kerbelayê

belê delalê





li çaraliyê çefiya min,

diçurise şûna şûrê şilfîtazî yê iskenderê mezin

kulora şahmeran e egala li serê min

ev kitana çenda ye te li xwe şikenandiye hebhinarka min

ne sûcê te ye,

ew mîratê kewan li me nehatin



li çiyayê şenalê,

komeke xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştine

perikên wî digirîn li dewsê

tu hogirî van perikan bûyî

hebhinarka delalî

bi cizbê ketin hêsirên te yên firyalî

li ser goleke mêşinî



bo bi serê xwe dakim,

ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,

hebhinarkê;

teşiya bê,

destara berfê,

berîvana baranê, , ,



28.02.2015 16:13 | ferhenga şikestî

6. (bnr: 34 gulle)



EY GULLE!

kURO EV GEL E

Bi XWRİNî XWîNA XORTA VENEXWE

MA TU NABîNî Bi SALANE WAWEYLE

ey kuçike tûle

a te ne bêvile

ger bêvil bûya

ji barÛda hİndİre mİn we bİşewûtİya pozê te





welleh welleh heqête

mirov tew xwediye te bike yek gulle... ey gulle...



ey teyare!

ji tere bombeya te yare

jehra te jehra mare teyyare

ma qey yê qilebanê ne ezmane! ne yare!

ezmanan di herimîne firîna te

ji şerman serê ewran bera ber wan didee

tû ye rojekî dakevî erdê togê

tÛ bisekine



ey çîya!

bi perpite li xwe bixe bi hedime

ciwan xwe li navê te digirin

kewên xwe bite difirînîn

xwe dispêrin bejna te

le ti wan li ser xwe dikî sih û çar gulle

ti wan li ser xwe dikî berate

ma ev e mazûvanîya te

edî wexte

bila bi cizbê bikevin zinarên te

bila kevirên te di destên zarokan de bibin cebilxane



ey sînor!

ti kor bibî kor

îro zikê kantiramin ê çirîyayî ji min re buye gor

xwîna min gol

bi serê min î jêkirî te lîstin futbol

gol gol gol

mixabin xwîna min nakê çend galon petrol



ey berf!

bi şeref

ji çermê zikê min wan çêkirîye def

Jİ berfdêmska xwîna min bi ser deve wan ketîye kef bi kef

dilê min hedef

ji hawara

devê min ê vekirî buye berqef

li ve kafiristane em mirin ref bi ref



ey netew

bila bi kuştiname bikeve yekitîya te

jibo xwedê me ji bîrneke

her çi liser kuştiname bêjin derewe

rastî ew e

we roj ê li ser we berf ê çêbubu ji xwîna me şilope



28.02.2015 16:14 | ferhenga şikestî

7. Kobanê, “elmas”ekî azadiyê ye,

Ew xencera we ya “teneke” ya ku ji paşde lê daye

Nikare niştekî pê bike.

Hûn ê birizin û herin, lê ew ê hertim bibiriqe.



Rênas Jiyan



28.02.2015 16:15 | xendekî

8. (bnr: berî hûn min daliqînin)

ji min re qala genimên spehî bikin

ew genimên ku qedera serê min û wan yek in

ew genimên ku ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin



berî hûn min daliqînin

ji min re qala mêraniya serhildana genimên serjêkirî bikin! ...

û heger gulleyên we pirr bin cercûreke sax li ser hev berdin!



berî hûn min daliqînin

ji kîsê min

an jî bi zêrên jina min

ji min re kulmek heyateke çardehderb bikirin



berî hûn min daliqînin

heger hûn ê jî daxwaza min a dawîn ji min bipirsin

te dî adet e tê pirsîn

daxwaza min ev e, guhdarî bikin:

herin û ew parîkê goştê sunnetkirina min bixwin! ..



berî hûn min daliqînin çavên min vekin

ez ji we re dibêjim çavên min vekin! ! !

û heger hûn mêr in li hundirê wan binihêrin!



piştî we ez daliqandim

bi şehweteke mezin tecawizî meytê min bikin

serfiraziya xwe ya nemir bi şerabê

û bi goştê meytê min î biraştî pîroz bikin!

ez jahr im!



piştî ku we ez xwarim

li hespên xwe yên hesinî siwar bibin û

bicehemin! ...



28.02.2015 16:15 | ferhenga şikestî

9. (bnr: janya)



xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin

naqosên dêran kerr...

minare kin...

doktrînên dekolte lixwekirî evdal...

sarincên ji baranên derengmayî, derengbarî hatibû

damezrandin, bi derbeke neşterê ya dirinde, şolî bûne

barûyên ji evînên nukleerî, di serdabên ji krîstalên rokoko

hatibûn kemilandin qîtik qîtikî bûne, ji xewnên bêxwedî

xeyîdîme, pekiyame û hatime janya, ji nalînên min re

vokalîstiyê bike

(ji qevmê pezkoviyan re xew heram e)









peykerekî: antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere, li

ezmanê hundirê min, qaqlîbaz firînên kamîkazeyî li dar

dixin, kovanên genimî, li ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin,

aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin, ji elfabêtan tîpek kêm

dibe ku dimirim, w... ey waweylê janya, kezeba min dike di

devê min re derkeve ji qehra...







çiqas êvarên şînboz bihurîn û çûn ji keştiya xeyalan

çirûskeke serzer peya nebû, li peravên hestên min ên hestî û

çermmayî, pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê

gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî min nekir, min

venexwend cemeata xwe, ferîşteyeke fahîşe sing venekir,

maran jî ez ji kom û refên xwe aferoz dikirim, bi qasî yez-

danekî bêqûl tenê dimam, mezhebên şêx û mirîdên wê ez,

min diafirand di çarmixan de, min her çavê xwe li destmal-

ka bixwîn, ya destê weronîkayê digerand, bi îskeîskeke zen-

garî, mîna guran tim dizûrriyam, hosteyê dînîtiyê mam,

goştê hov ji te re ricifeke ruh divê,

nêrîneke şêtiya şûran divê,

ez heta qirikê binicihê tirbê

..............................hilnayêm janya

..............................hilnayêm porkurê

..............................di tirban de hilnayêm ha! ! !







a li eniya te nivîsî ne ne qeder e, soneya serpêhatiya temenê

min e, dengê min diêşe, welê bi sewteke berz û peritî min

dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te, çirreke şiîr

didoşim ji hewraniyên sipîboz ji bona çivîkên çavên te xwezî

janya min îmana te ya rewnaq bihewanda, xwezî berxê ji

xeynî te pê ve, bi tu fikaran min tehma hişê xwe xera nekira,

bêxem min tu li suqulîka xwe bikira û sûk bi sûk bigeren-

da, di şaneşînên nêrgiz û nesrînan de, min devê te biki-

ra zîndana zimanê xwe

lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin

ez hêmayeke heyama hewaran,

di herban de nîşangeha riman

serî gog, çav xar, zikçirîyayî

fermo janya êdî tu dikarî xwe bikujî











28.02.2015 16:17 | ferhenga şikestî

10. (bnr: qesîda qedexe)



(...)



şeytan şehîd ketiye

poem pelixî ye

di bin simên hespên pêxwas de

pêtal di peritin di tariyê de

rajena min erdhêj hildavê

teqez terikandinek li pey e

giliyên xwe li gulleyan dikim

diya diyalogan delalê

wext e





keserên xwe yên te kesidandiye bibêje

penguen li peravan baskvekirî

duayên avê li ser min dixwînin

ji micewherên mihacir gora beranan ava dikin

yara li ser pûrta sînga min diçêriya

sûsika nazenîn,

êdî deyne kokteyla xwe ya kulîlkan

wext e

ji berxikên berdûş re

qesîdeyeke qedexe,

ji piyanoyên miqedes lêdikeve

hemû ba bimbekirî ne

balinde kespik in bi eniya bilûran ve

û her ku navê hestê keser be,

şûrê me, jê re serberjêr e

wext e

keserên xwe yên te kesidandine bibêje...



28.02.2015 16:18 | ferhenga şikestî

11. (bnr: lise)



ango taştiya emir

ango lîstina bi kêran

heyecana pelandina devançeyan weke hêtên qîzan

şûna jopên girtina xwepeşandanan

sazkirina xeyalên erotîkî li gel keçikan

lîs e

lêvên te, riha min cara ewil kur dike

pizikên min serên xwe bera ber xwe didin ji fedîya te



tu kuxika cixareya min a ewilî yî

tu rondik vexwarina ewil a giriyê min î evînî yî

tu lîse ya emre min î

/(li paş hewşa mektebê heke tu werî bin wan daran

bi soz!

bi dengê xwe yê nuh qalind bûye

ez ê azan bidim navê te

lîse,

mekteba min çavên te) /…



28.02.2015 16:18 | ferhenga şikestî

12. (bnr: strana bajarê bê hîs)



“Şev bû...

bajarekî bêdeng û dev bû

canê te bi girî re li hev bû”

Ehmed Huseynî





1.

wexta te

lê dixist

û diçûyî

min dixwest

ji kûrkûra dengê giriyê xwe

stranekê ji te re çêkim

û ji kûrkûra temama giriyê bajêr jî koroyekê

çi bikim

ez ne mûzikjenekî binamûs bûm

ew bajarê tu jê direviya jî

ji xwe ji koroyeke kezebşewat pêk nedihat

nizanîbûn reşêşkên rondikan bibarandana

di nav wan de

min girêk li giriyê xwe xistibû

kanî strana te jî ji melodiyên giriyan çêdibû

bi ser neketim, bibore, çênebû

çavên min birijin

bê stran bimînim

ku min tu bê stran şandî



2.

wê wextê

bi xezeb

li vî bajarî



ez bi efara evîna te ketim



çiqas ken û maçên te hebûn

min zû zû civandin ji bajêr

nebêje çima

çavên min bar nebû

ku ji wan re bihêlim

lê dîsa jî

min hinek dil

kirin sedeqa evîna xwe û te

û min li bajêr belav kirin

tu zanî pê

bê çi bû

bajar dîn bû

û bi çolê ket

çû û çû....



28.02.2015 16:19 | ferhenga şikestî

13. (bnr: kul 1 (bê)

)

li min vegere

kulê…

roj berî rojeke kesk

bi kulman

êvaran ji min re bîne

bi hembêzan bajaran

ji min re bîne

“yadê” gotina ewilîn a zarokan

hejîran

dîlanan

newrozan…







xerîbê

çavên min bi zorê hînî çavên te bûbûn

ji cerga tu bûyî rêwî, destan teriqîn

xwîn misîn

bêdengî har, barbar, zinar

şev di êşa law de xelîl birahîm (im)

roj di êşa bav de simaîl (im)

êvar qurban







tik î tenê

bê sî jî

bi fereke dil

bi teşqele

bi kul

di nava destên min de can bide

naxwazim ji bilî min, bila tu kes li ber te nekevin

ez ê li ber te kevim

van keserên xwe yên qilêrî

bi çavên xwe yên bawî

çendîn li benda hatina te me bi teresî

bê…

an na

wê xortanî ber bavê





/her ku ez li awêneyan dinihêrim

rûyê te bi dizîka li wan tên xêz kirin

mijan li wechê te mayinde kon vegirtine

di rojên zelal û sibehên xunavîn de/





bikeve qeraxa rê

bide tengala bê

û



tagirtî

ji rehên laşê xwe yên tije xwê

amade kirine ji te re min benikên tayê





sîlûetê te li ser pelên papîrûsan dinivîsim

di bin çeng de bi xwe re digerînim

te ji kesên nexwendî dipirsim

geometriya gulê nizanin

lê tu, bi dev û lêv, stû û rû

pêk tê, ji senfoniyên çirçirkan ên nîvê şevê havînê





bê…





bi şiva bejna xwe

li koza deriyê berxikên min xe

ji mêj ve min xwe xweşik kiriye ji bo te

ji bişkulên şil

morîk rêzkirine min li gerdena xwe





çeman

ji kerban

perîkên avên xwe rûçikandin

tu nehatî

dilketî xurifîn

tu nehatî

dest avêtin namûsa hechecîkan

tu cardin nehatî

hejîrên te jê hez dikirin xwe xwarin

tu dîsa nehatî

ka te ji hechecîk û hejîran hez dikir kulê? ...

ka neynûkên wan te nedida bi malê dinê? ...

hesreteke helbestvan hebû, ew jî qûnde bu

axx bê! ...

şev û roj li min hatine xezebê

de haaa! ... tu li ku ma







28.02.2015 16:21 | ferhenga şikestî

14. (bnr: kul 2 (stêrka bêçirûsk) )



bi stêrkan re em rûdinin

û her şev

hesabê hatina te dikin em bi tiliyan

...stêrk westiyan, tefiyan

ê min jî çend stêrk hêviyên min ên vala mane

weke tifinga bêgule

an tu yê werî

min bikî xwedî stêrk

an tu nayê

wê stêrk bibin xwediyê min



min meke qeşmerê stêrkan stêrk



fermo zû were

di êvarên esmer de qemer esmer were

li stêrkan siwar be û were

bibe stêrk û were



çavên min ji bêxewiyê bûne berbang



berî bêhna nanê sibê

bifûre li bajêr

her sibe dengbêjên min birçî distirên



bi serê kenê te î delalî

ez dûr ne baş im

bi serê tirsa te ya xezalî

ez kûr ne baş im

dimirim îro

ne di nîvê şevên gurxenêq de

ro li nîvro



stewr im ji aliyê fikran

avis im ji aliyê hîsan

ev dest her sibe destên te dizên

ev lêv her êvar lêvên te dizên

ev dil her şev dilê te dizê

dergûşê! ...



28.02.2015 16:22 | ferhenga şikestî

15. (bnr: semîramîs)



Kostûm: Çermê şeva serjêbûyî

Dekor: Qoqên serê Edûl û Jûlyetê û parsûyên Derwêş û Romeoyî.

Muzîk: Nalîna yezdanên birîndar.

Ronahî: Hîvrona nûzayî ya ku 'gixik'an dike.

Perde: Betanê bekaretê.

Sahne: Kurdistan.

Temaşevan: Herdu çavên helbestkaran.



Lîstikvan:



Semîramîs

Bav

Evîn

CÎhan

Welat

Sinc ( exlaq )



Sahne 1



Semîramîs:

- Di hemû ferhengên min de wateya bextewariyê vala hatiye hiştin, an jî beramberiya wê ''kerb'' hatiye nivîsîn, zimanzan zalim in çi bikim. Ji keyserên sûsmaran re dibûm marmarokeke bixêlî. Qelenê min hemû pirtûkên pîroz in; Qur'an, Încîl, Tewrat û Zebûr. berbûyên min; Muhammed, Îsa, Mûsa û Dawid...

Zava; Xwedê!..



Sinc: ( Bi helwesteke liberkerketî )

- Berê xwe didim newalên xewle, xeyalên xwerû risqekî lihevhatî min nedidît ji bo te. Ahûra Mazda'yî dev ji yezdanbûna xwe berdida, Nîrwana parsek dima.



Cîhan:

- Tu bakîreyekî pîroz bûyî û ji bo qurbana toteman tu hatibûyî hilbijartin. Serê pêsirên te jê kirin, xistin qefesan, dizîn qessasan; bi keştiyan Transatlantîkên kûr derbas kirin. Welat yetam ma, bê şîr û bê bêsîr.



Semîramîs:

- Temenê min ji hevokeke marpêvedayî pêk dihat, ew jî ev bû; ''Semîramîs, goşiyê ji bo şeraba salane hatiye perçiqandin.'' fermandarê qereqolê yê ku bi eslê ''jontirk'' hukm li navrana min kir, dengbêjên di dawa min de belawela kirin. Û namûs penaber bû, çûûû serê xwe li tahtan xist, min li xwe xist, te li xwe xist. Mixabin. Tiştê ku çû ez dê her û her bidim dû...



Sinc:

- Zilm bûkalemûn e, li her derê lejyona ku zagona wê diparêze û qelûna wê vêdixe ji xwe re peyda dike. Keçê ma yê te tune bû xwediyekî lêvên te?



Semîramîs: ( Li ezmên dinihêre )

- Gelheyên ramûsanên min bê hedd û hesab in. Girnijînên min, girê cih û warê gerîllayan in. Belê hebû xwediyê hêjahiyên min, bedena min, bes wan ew û yên din bi gulleyeke kalîbreya wê pirr-hejmar mirar kirin.



Evîn:

- Diran di devê dîlanên te de nemane., porrên dilşahiyên te spî bûne. Heger tu bêyî hezkirin ji cîhanê koç bikî, tu yê herroj-duroj li devê bihuştan bixî; cîhan her çi qasî dojeh be jî, eşq talanan betal, temenan bizar dike, ji bîr meke.

Tu di tewleyan de mehîna herî seglawî, beza; bi bîjiyên te girtiye serhildêran, ji berî zayînê tên heta piştî zayînê cengan li dar dixin û bi şûn de vedigerin.



Semîramîs:

- Cîhan cahniyekî tebekî, meş û bazdanên wê bi rojî. Min bes e, êdî Semîra hetikî, lewitî, lê fermandarê qereqolê bi kesayetiya xwe ya mebredkirî hîn dijî.



Cîhan: ( Dilê xwe bi xwe dişewitîne û )

- Belê, pîr im bi qasî emrekî pênç milyar salî û kulek im jî. celebên mirinê pirr in; şûr, xencer, gulle, jahra û carinan ''ji te hez dikim''ek jî ji van celeban yek e.

Xezeb dê tim û tim di rûpelên salnamayen de lehengeke tirsonek bimîne. Heman xezeb weledê zinê yê neheqiyê ye jî, ji xwînê û goştî xwedî dibe, kengî der û dora xwe perçe dike îcar ji kezeba xwe dest bi xwexarinê dike, û roj bi roj xwe diqedîne.



Welat: ( Di rewşeke şerpeze de ye )

- Li xakên bi şerrî ducanî, te şoreş tevn bi tevn hûna. Li qadên xerdel û kîmyasal lê serxweş, fahş zerîpoş, belaş laş, berxikên ku li makên xwe diketin aj dibûn, hebûn ( ne weke Oedipus'î bi şaşî, belê rasterast bi weldiznetî ) te qet hay ji wan tune bû Semîra.



Semîramîs:

- 28 serhildan bi xwînê hatine çewisandin qey ne bes bûn, ez bûme ya 29'an; ne bes be ez ê bibim ya 30'yî, ew jî ne bes be ez ê bibim ya 31'ê, 32'an, 33'an...



Welat: ( Bi germahiya dê )

- Heta ku qîzên min ên weke te şîrhelal hebin, wê şîrheram teqez têk biçin. Naxwe yên welatan dikin welat gernasên mêr(jin)xas ên çîrokan in.



Cîhan:

- Lê belê lijneya çîrokan cih nade her lehengî/ê di mijarên xwe de, bes bi şertê ku birînên dîrokê derman û çavên wê merhem bike.



Sinc:

- Edalet edem bûye, şeytan bi şaristaniyê keniyaye, mirovahî bi cenabet e!...



Semîramîs:

- Mixabin, mirovahî bi cenabet e!...



Welat:

- Welatê evînê êdî nîn e, şatoya şahiyê êdî nîn e, qesra qedr êdî nîn e, hemû huzna qulingên ku sezeryan dizan te li xwe civand yara esîl!...



Semîramîs:

- Oqyanûs min qewl kirine ji bo azadiya te ey welat!



Welat:

- Baş dizanim, lê Semîra te jînenîgarî kir boraq ji bo erdnîgariyê, heyfa min tê li keçaniya te ya terr, li hêviyên te yên serzer.



Cîhan: ( Di ber xwe de )

- Rîhanên xerabiyê bişkuvîn li ser sergoyan. Siruşt sirûda zûrrîna guran distrê li tebeqeyên atmosferê. Mirovahî tevî jan û êşên xwe, xwe spartiye heyama 21'ê, çawa ez cîhan bim û nikaribim nexşeyeke welatê nexweş li ser rûyên erdên xwe bihewînim.



Semîramîs:

- Seydvanê kurkan bi pey kurkên Kurdan dawîn ketin.



Evîn:

- Li konê bextewariyê bagereke erjeng rabû, sing rakir, kir bafirrokeke bennqetiyayî, bir, li ser keskesoran siwar kir. Tu masiyeke berrîvanî ya ku pelên deryaye nedîtî bûyî, bi surra bayên li ser pêlên geniman tu diliviyayî û mezin dibûyî. Giyana te bû cixareyeke ku di bê de tête kişandin, bê tahm, bê rahm, zû buhurî, emrê te yê eşqê bû yê pinpinîkê.



Semîramîs:

- Ji pinpinîkên destê sibehê re dem, herdem berbang e.



Evîn:

- Her mirineke spehî jiyan makyaj dikir te pê dizanîbû. Weke balindeya Zumrudu Anka tu dihatî kuştin û tu ji xweliyên xwe dîsa dihatî afirandin, mirin ji te re tune bû.

Tu dildarî bi porrê te rûyê xwe neşuşt, bi mijangên te xwe nekuşt, tu kes nehate rûyê te ji bilî leçeka te pê ve.



Semîramîs:

- Ji guhanên kerengan min tahm kiriye qeliya xer sêlan bi salan. Êdî bimirim jî ne xem e.



Sinc:

- Êdî bimire jî ne xem e.



Cîhan:

- Êdî bimire jî ne xem e.



Welat:

- Êdî bimire jî ne xem e.



Evîn: ( Jê re xem bû )

- Ax Semîra ax! Çavên te rûyê te kûr kolaye. Di şerr û pevçûnan de wê rûyê te hertim li devê deriyê hişê min bixe. Tu serhildaneke ku bi xwînê hatiye çewisandin di hundirê min de.



Cîhan:

- De werin îcar xweliyê li serê xwe nekin. Qumandanê qereqolê dê bi temenekî qelew qurretiyan bike û wê Semîra jî bi keçikanîyeke terr ji jiyanê biteriqe.



Semîramîs:

- Çiya bêyî jagûarên jakaw bimînin hingê wawîk bajaran dixwin.



Sinc:

- Heqî û neheqî li gorî livandina berê lûleya çekê diyar dibe. Agirê dadmendiyê bi ardûyê rastiyê tim neyê dadan wê tifika heqiyê tim bi ser serê xwediyê xwe de dixan bike; wê mîneralên ku di heqîba aştiyê de bibin berfa li ber tava havînê.



Welat:

- Mejî bîra çelerîn be jî, çawa be jî dil jê dewla xwe dike tijî; divê guh bê dayîn li azana zanînê ji lew re jî.



Evîn:

- Di kemînan de te kedî kir kirêtî. Di siya dêliyên stewr de gewriya te hewandin goşî. Tu ne welatparêzeke platonîk bûyî. Eşkere dibû, dibû zingilê stûyê şêran raza veşartî. Tu di devê korsanan de dibûyî beniştê cûtî. Eniya te her beş bû bi başî.



Semîramîs:

- Belê li salona rûhî; can, konsera xwe ya dawîn pêşkêşî melkemotan dike haydar im; kîşwer hertim ahenga seqemê dinehwirîne haydar im; bav sibero wê li min bê xezebê haydar im. lê ey evîn guhdar be! Porrê min tiberk e, piştî mirina min ta bi ta li dilketiyan belav bike.



( Xwedê giriya ( baranê dest pê kir ))



Sahne 2





(Baranê xweş kiriye, hemû têgîn lal bûne, hertişt û herder di bêdengîyeke betilî de ne. Bav û qîz tikîtenê ne. Dever xalî, berrî. Qurban, qîz; cellad, bav; delîl, darê Almanî yê ku destê bavî de ye. )



Semîramîs:

- Guliyên min ji emrê min dirêjtir in; yabo dibe ku ez biperpitim û çipiskên xwîna min te edem bikin, ji lew re girê bide gulîyekî min destên min û yê din jî lingên min.



Bav: ( Bi qahr )

- Top li bedena min bikeve, li min nebe sibe, ev tivinga ku navgîna qetla te ye, wekê marê teyyar înşalla bi min ve bide; cîhan û civak serê xwe bixwe, ez jî ruhê xwe; xwediyê xezebê qesem bi navê Xwedê dê tu xêrê nebînî ji roj û şevên xwe.





Semîramîs:

- Te digot, tu yê bibî bûkeke xweşik, nageke enî-bi-kespik; çima te nedigot, tu yê mahr bikî gorrê û serê lûleya tivingê; Seemîraya ku te sond dixwar bi serî, ji vir û pê ve êdî tu yê bi serê tirba wê sond bixwî.

Heger hinekan qîza te ji te pirsî, çi bû, bi kû de çû Semîraya delalî?; tu yê bibêjî, ''baranan ew xwar, êvaran ew revand'' bi dilekî şikestî û bi giriyekî ji keçikaniye ketî.



Bav:

- Êvar û baran bi qurban, xezala bavê xwe Semîra.

( Bav dixwaze ku baranê gullebaran bike ji kerban; çilapekên baranê direqisin û dibin dilopên gurover li ser lûleya tivingê; bûne şirronek serê herdu pêsîr û guliyên wê; Semîra êdî kelijiye bi baranê re û diherike hundirê erd û axê. )



Semîramîs:

- Li ber min mekeve zêde bavo, salek ji çar werzan pêk tê; bihar, havîn, payîz û zivisitan; di her çaran de jî jiyame, bi mirina min wê zêde bibe werzeke din li werzan.



Bav:

- Bi serê baranên ku te ji wan hez dikir sond dixwim Semîra; kî li te bipirse, ez ê bêjim teyrikeke rengîn bû, dil da, lê da çû zozanan.



Semîramîs:

- Cihê ku ez ê lê bême kuştin, dareke hinarê li ser gorra xwe dixwazim; bila jinikên stew bên paçik û zolikên xwe bi dara min ve girê bidin; ji min keç û lawan bixwazin; wê çaxê wê Semîra ji nû ve bi her zarokê re bizê û vegere dîsa dinyayê.



Bav: ( Difişire )

- Kûpê emrî ji destî şemitî, ket, şikest, roj û şev li erdê belav bûn, rê qediyan, çem gihîştin deryayan.



Semîramîs:

- Bibêje şivanan, bila pêz mezel bike li van deran, ji hestiyên çeng û çîpên min çêbikin bilûran û lê bixin ji bo qîzên bavan.



Bav: ( Hê jî difişire )

- Dewl qetiya, kete bîrê li nav çolê; find tefiya, mijar qediya, çîrok nema.



Semîramîs:

- Heger dêya min meraqa min kir û pirsî, '' çima nehat dellaiya malê?'', tu yê bibêjî wê, ''mahr kir lawê xalê û bûye kevaniya malê.''



Bav: ( Hê jî ne li ser hişê xwe ye )

- Ma nîşangeh û nîşan! Gulle di hundirê lûleyê de betilî, can qerrimî, xwîn tevizî.



Semîramîs:

- Bila di şevên zivistanan de kes çêlî min nekin û min bi bîr neynin; ji xwe ez ê bi her kuliya berfê re dakevim dîsa ser rûyê erdê.



Bav:

- Kihêla bavê xwe, qey ji te heye ku ez dê ji ser mezelê te biqetim? Ez ê bi ajalekî dirrinde bim û singê werîsê xwe li ber mezelê te bikutim, bi nobedar bim.



( Bavê wê, pişta xwe daye Semîrayê, ji bo ku Semîra bireve û ji destê wî bifilite; lê Semîra ji cihê xwe nalive. Baran û hêsîrên bavê ji hevdu nayên veqetandin; bav bi serê çefiya xwe çavên xwe paqij dike, bêdeng e, reben e. )



Semîramîs: ( Di ber xwe de dibêje )

- Tiştê herî çê, baran dibare.



Bav: (Bêdengiya xwe xera kiriye û bi Yezdanê xwe re dikelime. )

- Ey Xwedê, tu tune yî! Wexta ku agir berra genimên li ber dirûnê didan jî tu tune bûyî; wexta ku jinên ducanî tev dergûşên xwe di bin zerîpoşan de dipelçiqandin jî tu tune bûyî, wexta ku kalên heftê salî bi qontaxên tivingan perçe dikirin jî tu tune bûyî; wexta ku ji bo destnîşankirina mayinan mirov weke kobay bi kar dianîn jî tu tune bûyî, lê ez jî tune bûm!



Semîramîs: ( Kenogirî distrê )

- Kevok im lê lê lê...

w'ez kevok im lê lê...

kevoka reş im way way...

li ser bana û bin bana

w'ez dimeşim way way...

aşiqê lê lê çavên reş im way way...



Bav: ( Diavêje ber )

- Kevok im lê lê lê...

w'ez kevok im lê lê...

kevoka şîn im way way...

li ser ban û bin bana

w'ez dixwînim way way...

aşiqê çavên şîn im way way...



(Stran diqede, bav qutiya xwe ya cixareyê derdixe, kezeba xwe dixe nav çermê xwe û dipêçe, janên xwe dikişîne, ewrên êşdar yên dixanê ji devê wî derdikeve)



Bav:

- Xezala ber deriyê malê ya kedîkirî nayê serjêkirin.



Semîramîs:

- Herkes biqasî êşên xwe dijî; ê ku êşen wî/wê pirr, pirr; ê ku êşên wî/wê hindik, hindik dijî. Hemû emrê cîhanê min bihartiye !..



Bav:

............





(Bav li cihê ku rûniştiye rabûye, wî destên xwe hişk li tivingê jidandine; kenekî keliyayî li ser rûyê Semîramîsê dest ji bavê re kil dike. Nîşangeh û nîşandar amade ne. Her dilopa baranê berî ku bikeve erdê ji bavê re dibêje, ''naaaaa!''



Tiving dilîlîne...

Û teqîn!...



Gulle diçe ji bo binamûsiya Semîramîsê ji eniya wê ve, wê maçî dike.)



28.02.2015 16:23 | ferhenga şikestî

16. (bnr: dê û law)

gava ez diçûm

niviştek çêkirîbû

diya min ji bo min

sê nanê firnê qewl krîbû

ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista



lêvilkên wê diricifîn

çavikên wê diperpitîn



ku ez vegeriyama

wê sê rojan rojî bigirta

di ber riya xwedê de



wê sê nanê firnê belav bikira

di ber riya şêx û ûcaxan de

wê şîrê şêr ji min re bianîya

di şîvê êvaran de

wê gulîsorek por hinekirî bixwesta

li gora dilê xwe

ez bizewicandima



ne sê nanê firnê belav kir diya min

ne sê rojan rojî girt

ne golîsorek por hinekirî xwest li gora dilê xwe

û ne jî şîrê şêr anî di şîvê êvaren de



venegeriyam

li wir mam



hêvîyên wê di dil de

bûn kulmek cîncoq

şikestin û man



porkura diya min

li ber malê

hîn li hêvîya min e

hîn...



wê li wir por spî kir

min li vir jîn spî kir





28.02.2015 16:40 | ferhenga şikestî

17. (bnr: bigirî hibra pênûsa min bigirî)



keşfa hêmayên esîl jî

êdî ne bes e ji bo bextewariyê

spîçolkî, bêekl û eşqiya eşq

di lîwanên rêya kadizan de dixurice, dixurrife

û xwe li biyanistana digire

her spêde

ez qam dikim xwîna qeşagirtî

bigirî hibra pênûsa min, bigirî



çêja baranên çilesrîn

di devê min de

lîtav

minminîkên pola

daqûl tên li ser lêvên min ên qeşa

ji çiçikên hoste

kedî dikim janên bêterbiye



peyitand remildaran

divê dê gelek bê kuştin li kurdistanan

ka xencera xwe bîne cellad

li min bicerribîne

hezar carî

bigirî hibra pênûsa min, nagirî



kesa bengî wê bûm

di kevalan de; mercan, lal disûtîne canan

dengê mirinê ji bêdengiya min tê

aya tu li ser min distrêyî operayên malwêran?



di bin desthilatdariya împaratoriyên xezebperest de

ez nuxuriyê dîroka jinbî

bigirî hibra pênûsa min, digirî





--ji asoya helbesta kurdî--



12.09.2015 01:13 | xendekî

18. (bnr: herba kobanê)



14.09.2017 12:35 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên ebdulla peşêwî
» rênasans
» jiyan tv

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî