Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


50 mijar û 98 peyam
dilxwede - tirşik
dilxwede
(0) (0) ecêb (0) (4)
di mijarê de bigere

1. Ev têgeh li herêma Botanê her çiqas di cihê “qaşo”yê de were bikaranîn jî, lê mirov dikare bibêje ko mîna “qaşo”yê ne hişk e, jê nermtir e. Ango di “qaşo”ya ko di cihê “sözde” û “sozûm ona”ya tirkî de tê bikaranîn de hinkê jî be tinazeke heqaretwarî heye lê di “dilxwe de”yê de aliyê gazindê girantir e. Wek mînak “Dilxwe de tu yê îşev hatibûya mala me!”



2013.07.15-20:43 | endazer

2. peyveke kêr hatî ye ku em jî axaftina xwe ya rojane de gelekî bi kar tînin.

heye ku rastnivîsandina wê "dilê xwe de" be jî.

weke hatiye diyarkirin vê peyvê de ji biçûk dîtin û henekê xwe pê kirinê zêdetir gazinc û şikestina xeyalê ya derbarê kesekî/tiştekî de, heye.



- oho, dilxwede me wê hev re bixwara!



2013.11.06-23:01 | simurg56

3. formek dî ya gotinê "ni/k dilê xwe" ye. ni dilê xwe ew aqilmendê wan e, nik dilê xwe te yê ji me re şîv çêkira



2014.03.04-09:06 | cekdar

4. (bnr: qaşo)

(bnr: xwedêgiravî)

(bnr: givak)



2015.01.14-00:08 | xendekî

dengdanên dawîn (Yên Din..)
zirrezira meleyan [1]
Navê mijarê ne di cih de ye. Piçekî bi rêzdarî rexneyên xwe bikin ma t...
girê miraza [2]
yekemîn navenda peresînê ango yekemîn perestgeha ku tê zanîn e. li rih...
tirşik forum [1]
Gelo di beşa filman de dema ku em filmekî biweşînin û xeletî têde hebe...
nivîskarên tirşikê ku zêdetirîn ji bakûr in [1]
Tirşikvanên ku gelemperî ji bakûrê kurdistan'ê ne.Belê dibe ku tirsik....
f [1]
Tîpeka dengdar ji elfabeya kurdî ye. herweha navê tirşikvanekî/a nû ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilxwede

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî