Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
kahtali miçê - tirşik
kahtali miçê
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê hunermendekî ji şoreşgerên berê ye, ji kolika semsûrê ye. di gel ku bêhtir bi tirkî distrê ji ber qarîzmaya wî û şoreşgeriya wî û porê wî yê boyaxkirî keyfa min gelekî jê re tê.



min strana wî memê min/memê alan nivîsand, abdullah koçal verast kir. (ji bo konseya berhevkirina gotinên stranan)



Kahtali Miçê - Memê Min / Memê Alan



Go:

Keko dilî min liyan e dilî min liyan e

Serê min qurbano

Derdê min derdkî giran e

Şêrînê Memê Alan e

Xwarziyê Gulîşan e

Delalê bav û diyan e.

Torinê bav û xalan e

Mîrê derî began e



Oy lo de wêl wêl wêl

Lo xerîbê min, lo bêkesê min

Lo Memê min de wêl wêl wêl



Go:

Keko dilî min liyan e, dilî min liyan e

Bîlal qardaş serê min qurbano

Derdê min derdkî giran e

Navê di Memê re dibên Xanim Zelîxan e

Xwendiye sî û du kîtaban e

Oy lo de wêl wêl wêl

Lo xerîbê min lo bêkesê min

Lo Miçê Min lo Memê min de wêl wêl wêl...



Go:

Keko dilî min liyan e dilî min liyan e

Serê min qurbano

Derdê min derdkî giran e

Zînê dengekî bang kir:

Memo w'ez Zîn im, Zîn im

Kevûta di ber perçîn im qûwa ser bitûn im..

Oy lo de wêl wêl wêl wêl

Lo xerîbê min, lo bêkesê min

Lo Miçê min, lo Memê min de wêl wêl wêl wêl

Oy lo de wêl wêl...



Çûme diyarê Kolikê

Bejna zirav hêl dike

Keçkê me pir rindik e



Lê lê rindbavê

Lê lê teresbavê

Lê lê şimikzerê

Kilît ê di qulika qêpi da

Kilît ê di qulikê qêpi da



Çiya Nemrût bilind e

Keçkê rindik li gund e

Dev çûçik, pozbilind e



Lê lê rindbavê

Lê lê teresbavê

Lê lê lê kerbavê

Kilît ê di qulika qêpi da

Kilît ê di qulikê qêpi da



Çûme diyarê Heydera

Rabû refê qertela

Qurban im lo çavzera



Lê lê lê rindbavê

Lê lê teresbavê

Lê lê lê şimikzerê

Kilît ê di qulika qêpi da

Kilît ê di qulikê qêpi da



Tu hatî paş qêpî ye

Qapî we tim girtiye

Tu li kilîda geriye



Lê lê rindbavê

Lê lê teresbavê

Lê lê lê kerbavê

Kilît ê di qulika qêpi da

Kilît ê di qulika qêpi da



Lê lê lê rindbavê

Lê lê teresbavê

Lê lê lê şimikzerê

Kilît ê di qulika qêpi da

Kilît ê di qulikê qêpi da



Derbaskirin: Xendekî

Herêm: Semsûr, Kolik

Verastkirin: Abdullah Koçal



14.11.2015 20:29 ~20:30 | xendekî

2. strana wî: kahtalı miçe





14.11.2015 20:31 | xendekî

3. berê kêfa min jî jê re dihat, ta ku wan rojên reş!

dema em xwendekar bûn, hevalê min ê malê -ku pismamê min jî bû- tam qirix bû ango gedeyê bajêr bû, her serê sibehê kahtali miçê vedikir û pê ez ji xewê şiyar dikirim, dema vedixwar jî wî guhdarî dikir, êdî şev nediqediya malmîratê ewqas jê hez dikir.

saleke temam bi stranên wî min çavên xwe ji xewê vekirin. êdî derûniya min xira bûbû, piştî zanko qetiya bi qasî du mehan bi stranên klasîk ên wekî bethoven û çaykovskî min guhên xwe terapî kirin, saleke şûnde hatim li ser hîşê xwe:(



14.11.2015 20:41 ~20:42 | ferhenga şikestî

4. hunermendekî xwedê dengekî zirav û zelal dayê.. rastî gelek heyranê wî û hezkirîyê wî hene..



15.11.2015 01:24 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kahtali miçê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî