Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
xurme - tirşik
xurme
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê fêkiyekî ye. bêhtir di remezanê de dema fitarê(şîva remezanê) de tê xwarin. ev wek sinet tê qebûlkirin ji ber wê her kes di remezanê berê xwe dide xurmeyan. çend cureyên wê jî hene. yên zer hene, yên qehweyî, yên reş hene.



07.07.2014 00:46 | xendekî

2. salane tê nîqaşkirin ku ew tişt goşte yan zebzeye yan fêkîye...



07.07.2014 03:07 | resençiyayî


4. Yê ez herî zêde hez dikim navê wê suqay e. Wek sugay yan jî sugaî tê nivîsandin. Zehf şêrîn nîn e. Ne jî bê tam e. Ne zahf hişk e ne jî zêde nerme. Rengê wê jî qehweyî ye. Wisa xweş e.

Li tirkiyeyê herî zêde xurmeya mebrûm tê xwarin. Wek mebroom jî tê nivîsandin. Di çeşîdan herî erzan ev e. Zehf hişk e. Ji bo rêyê pêketî ye. Pir pihêt û saxlem e. Şîrîn e. Li medînê mirov hema bêje hîç naxûn. Didin ajela.

Acve, wek ajva jî tê nivîsandin. Mêweyên tovên dara ku pêxemberê me hezretî muhammed bi destê xwe tamaniye hatiye reşandin e. Li gorî cûreyên din kêm e ji ber wê biha ye. Tama wê normal e xweş e. Cureyeke narîn e.

Xurme amber û amberê mezin hene. Mezin in. Bi goştin. Xweş in. Biha ne.
Xurme safawî jî heye xweş e.
Xurme hudrî, xurme şelbî jî normal in, baş in.
Bernî, sufrî û sukkarî jî xweş in. Sukkarî nerm, hinek girover, biçûk û şêrîn e. Rengê wê jî ne zer e ne qehweyî ye.

Cûreyên xurmeyên terr û taze jî hene gelek xweşiya min diçe. Pir xweş in.
Cûreyek ji wan heye min navê wê ji bîr kir. Wisa qiriqa yekî zuwa dike, naçe xwar. Ew bi qehwe yê tahl re tê xwarin. Zehf xweş dibe welle.
Dîsa cûreyeke heye weke qerîmoka qeşayê di nav qeşedankê tê derxistin û bi çayê re filan wek niyeta bestenî tê xwarin. Teqez biceribînin. Zehf xweş e. Nemaze ji şevên germ yên havînê.

Cûreyên din yên taze jî xweş in. Min du sê roj berê di marketa bimê dît, ecêb mam. Qutiyek bu. Çar qutî nêzikî kîloyek e. Ne ew qas e lê hema bêje sêsad gram bê. Zêdetirê şazde lîra bû. Biha difroşin.

Û herwiha çeşîdên din jî hene. Ji îran, ûrdin, eraq û îsraîl tînin. Wek xurmeya umrê, xurmeyê medîne difrojin. Kes nizane ji ku derê tînin. Kîjan erzan bê ji wê derê dikirin. Eger mirov cureyên wan bizane ji wan dipirsê yên îranê ne, eraqêne yan medîneyê ne. Helbet kes nabêje ew ji îsraîlê ne. Lê hene. Zehf in.

Min du car xurmeya li guliyê darê jî xwar. Yanê xurme ji guliyên xwe ne hatibû jêkirin. Nipûnû û taze bû. Yekî ji libyayê hatibû. Yekî dî jî ji mekkê bû. Lê ez bi sexlem nizanim çi cure bûn û eslê xwe de li kû derê hatibûn gihîştandin.



21.05.2017 02:57 ~03:07 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xurme

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî