Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
mamoste - tirşik
mamoste
(19) (3) (3)
di mijarê de bigere

1. Mamoste bi tirki, öğretmen; bi erebî: maullim ango muderris; yê ku ilm û zanistî fêr dike, fêrmend. û nivîskareke ferhengê ye.



15.07.2013 21:07 | seydayê_peyvan

2. di nav 4 -5 peyvên ku her kurd bikartîne de ye



15.07.2013 21:12 | rohat_rosî

3. me gelek hewcehi ya mamosteyan heye.tu bi xêr hatî ,li ser ser u herdu çavan hatî.



15.07.2013 13:17 | feqiyêteyran

4. mirovên ku li kurdistanê re ji aliyê dewleta tirk ve tê şandin. nasname ya mamoste ku tirk be bi psîkolojiyek e koletî jê re rêz tê girtin. (bnr: evîndarî ya kurda ya bi celatê xwe re)



16.07.2013 15:53 | qertewîn04

5. mêr: mamoste

jin:mamosta

di nava kurdan de ji bo rêzgirtinê jî tê gotin..



16.07.2013 16:23 | mam selam

6. Di salên dawîn de li Kurdistanê nasnava herî zêde tê bi kar anîn...



16.07.2013 18:22 | tirsikhez

7. tê gotin ku ev peyv ji "mam+hoste=mamoste" pêk tê, lê dikim û nakim baweriya min pê nayê.



16.07.2013 18:42 | înano lo

8. stranek ya hozan reşo :mamoste mamoste çima hatî gundê me...



16.07.2013 13:56 | feqiyêteyran

9. nivîskarê ku ji vê entrya ku tiştên ku dema êlih tê gotin tên bîra mirov/5059 di sernivîsa tişten ku dema batman te gotin te bira mirov de nivîsiye, eşkere bûye ku ji êlihê ye *



25.07.2013 15:43 | brusk56

11. dîlawer zeraq.



11.08.2013 23:25 | zîpik

12. li gorî îdiayekî eslê vê peyvê bi zazakî ye..ma hoste-moste yanî yên ku ferî me dike.. wekê din dîsa l gorî îdîayekî prof. dr. qanadê kurdo gotiye ku divê mamosteyên jin peyva methoste bê bikar anîn.. lê her du îdîa jî çi qas rast û maqul û bermantiq û bermeqbûl in nizanim..



21.08.2013 14:36 | endazer

13. (bnr: pirsgirêka gotinên mamoste)

*



05.09.2013 01:19 | ehmed

14. nivîskarekî tirşikêye,xwîyaye gelek dîdaktîke û summe haşaye.



09.09.2013 22:07 | tivirloismail

15. berê di nav kurdan de her 4 kesan 2 kes başkan bû, îro di nav 4 kesan de 3 kes mamoste ye*



10.09.2013 00:41 | welat colemêrgî

17. koka vê peyvê ji "ma+mûsîn" pêk tê.



ma: di zaravaya zazakî de wateya em e.

mûsîn: di devoka hewramî de wateya hîn kirin, fêr kirin e.



ji ber vê yekê mana mamoste ev e ku: yê ku tişta hînî me dike, yê ku tişta fêrî me dike ye.



14.09.2013 20:04 | kelemejû

18. karîkatûrîstek kurd e.

haya min jî îro jê çêbû. pirtûkek wî ya karîkatûran li tirşik-danegehê hat barkirin; https://www.tirsik.net/danegeh/pirtuk/mamoste/



min 95 karîkatûrên wî jî ji pirtûkê derxistin û li tirşik capsê bar kirin; https://www.tirsik.net/caps/index.php?/tags/77-mamoste



di rûpela dawîn ya pirtûka wî de ev agahî hene di derbarê wî de;

"Di sala 1954'an de li Bismilê hatiye dinê. Piştî qedandina Dibistana Mamostatiyê, li gelek herêmên Kurdistana bakur mamostatî kiriye. Di wê demê de jiyana

gelê xwe bi qelema xwe ya hunerbala, bi xêz û xetên xwe raxistiye ber çavan. Di pey 12'ê îlonê re derketiye derveyî welêt. Ji 1985'an, heta1986'an bi

navê "Îsot" kovareke karîkaturan li Swêdê çap kiriye (9 hejmar). Di piraniya kovar û rojnameyên Kurdî û di hinek kovar û rojnameyên Elmanî û Swêdî de karîkaturên wî çap bûne.

Berhemê wî yê pêşî di 1984'an de bi navê "dengê xêzikan" li Swêdê çap bûye, "mêr mêra nasdike" pirtûka wî ya duyemîn e."



ev jî wêneya wî bi xwe ye; https://www.tirsik.net/caps/picture.php?/566/category/4



06.07.2014 00:24 | simurg56

19. tirşikvanê ku pisporê tirşikê ye.

ji profîla wî:

"çêkirina savara rijî û her cureyê tirşikê. govenda li ber bayê tolikê. ger û geşta li gund û bajarên kurdîstanê. xWENDin Û NiVÎS"



01.08.2014 01:47 | simurg56

20. nivîskarê peyamên xwe di cîhekî din de parve dike ye.



ye min yeko çi ye lo *



26.10.2014 23:37 | berxweda

21. yek ji wan nivîskarên stabîl e di tirşikê de, peyamên wî bi pirranî tematîk in yanî li ser mijarên diyar yên wekê wêje ferheng û nivîskarên kurd û çalakiyên din ên hunerî ne, xweş dinivîse, lê bêsihûdiya wî ji ber ku ji xwe re naveke wekê mamoste di nav kurdan de zêde belav û popûler standiye, nayê bîra tu kesî bê û li jêr mijara navê wî pesnê jêhatibûna wî bide..

biya min bike bila naveke orjînal ji xwe re bibîne û navê xwe pê biguherîne.. *




22. nivîskarê ku êdî bi navê xwe yê nû dinivîse. (bnr: seydayê_peyvan)



17.01.2015 19:06 | simurg56

23. nivîskar û xwînêrên hêja yê tirşikê, di havîna 2013an hema bê dema nû tirşik vebûbû ez bûm endamê tirşikê. Lê bi rastî min nizanibû ezê di tirşikê de mayînde bim û ewçend çalak bim lewma hema min wisa bi navê mamoste min xwe qeyd kir û dest bi nivîsê kir.



li aliyekî, serborî û tecrûbeyên du salan bi me da xuya kirin ku me ji tirşikê hez kir. Bi saya vê platorfma nivîs bû perçeyek ji jiyana me ya rojane. Lê ji layê din ve navê mamoste ne navekî orîcînal û spesîfîk bû û me dil hebû navê xwe biguherînin, hetta carekê vê meselê bi moderator simurg56 re jî peyivîbûm jî, nizanim çima, ev guhertin pêk nehatibû. anuha, jixwe me dixwest navê xwe biguherînin û piştî ku nivîskarê hêja onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip pêşniyar kir ku em navekî orîcînal ji xwe re bibînin û navê xwe biguherînin, û me guherand jî.



pir fikirîm û min biryar da. ji ber ku ji peyvan hez dikim 'tiştekî nû nîne ji bilî peyvan' kêm zêde em dersdar in, seyda ne, mamoste ne, me navê (bnr: seydayê_peyvan) pejirand û ji îro şunve emê hewl bidin bi vî navî wekî berê ekseriya di derheqê kesên kurd yê navdar, çalakiyên çand û hunerî, wêje û hwd- binûsim.



17.01.2015 21:48 | seydayê_peyvan

25. di ferhengoka kurdî tirkî ya nûçegihaniya zayenda civakî de ji bo peyva mamosteyê dersdar û dersdêr pêşniyaz kirine ku gelek ferhengên kurdî ji xwe van peyvan dihewîne û li gorî jêderka peyva mamosteyê baştir e lê belê dê gelek kes derkeve û li ber wê rabe ji ber erebîbûna peyva dersê û mamoste di nav kurdên tirkîaxêv de gelek populer û ez bawer im, wê wan kesan bêhtir li ber van peycan rabin.



29.09.2018 13:47 | biruya hayao miyazaki

26. hunermendekî kurd e. xêzkêşekî pir biqîmet e. hûn dikarin pirî caran rastî xêzikên (bnr: caricature) wî bên. navê wî yê rastî, mamoste nûjen e.

tê bîra min, cara pêşî di sala 2011ê da ez bi xwendina pirtûka çîroka newrozê ku bo zarokan ji alîyê şivan perwerê ve hatîbû nivîsandin, rastî hunera wî (mamoste nûjen) hatim. rûpelên vê pirtûkê, bi xêzikên wî ve tije bûn. mala wî ava! çîroka newrozê, çîroka kawayê hesinkar bi zimanekî zelal vegotiye. çîrokekî pir kêfanok e.

li hemû cûreyên weşanê (pirtûk, kovar, malperên torî û hwd) rastî xêzikên wî têm. xêzkêşekî din wek wî jêhatî ez nizanim. ma şagirdên wî çima çênebûye? mamoste çima kesê hînî hunera xwe nekirîye? qasî ku ez dibînim, cihê wî di wêje û weşana kurmancîyê da zahv girîng e. ji bo ku hunera xêzkêşî nifş bi nifş berdewam bike, gere mamoste çend şagird wek xêzkêşên kurd ji nifşên nû perwerde bikira û wan bigihanda îro.

(bnr: mamoste nûjen)



08.12.2018 23:20 ~2020.01.14 20:37 | mirovekirind

27. bo xêzkêşê (karîkaturvan) hêja
ku li vir
mamoste/44508
mamoste/108992
qala wî kirine,

(bnr: mamoste nûjen)



19.03.2019 21:16 | mirovekirind

28. bûye navê dikaneke kunefe û şîraniyan. hem jî li başakşehira stenbolê. lê ya ku nizanibe dê bêje qey gotineke hindûyan e, mîna namaste.

Here lînkê



30.07.2020 15:32 ~18:11 | tizbîkêş

29. ev peyv ji bo her kesî nayê bikar anîn. Êdî vê têxin hişên xwe. Êdî ji her kesî re nabêjin mamoste. ev peyv ji bo mirovên pîroz re tê gotin nekin peyveke benîşta devê xelkê.



28.07.2021 00:28 | pênûsa westiyayî

31. Yekê gotibû peyva mamosta ji
Mamê (apê)+hoste pek tê.
Lowma dive em ji bo mamosteyên jin re nebêjin mamoste lê bêjin;
(bnr: metoste).

Ewa zêdetir dikeve nav tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê



06.01.2022 08:55 | cinorek

32. Did you mean Aposte?*



17.01.2022 23:57 | asîmanê sêwî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mamosteyê ku dereng dimîne ezmûnê

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî