Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
mamoste - tirşik
mamoste
(19) (3) (3)
di mijarê de bigere

19. yek ji wan nivîskarên stabîl e di tirşikê de, peyamên wî bi pirranî tematîk in yanî li ser mijarên diyar yên wekê wêje ferheng û nivîskarên kurd û çalakiyên din ên hunerî ne, xweş dinivîse, lê bêsihûdiya wî ji ber ku ji xwe re naveke wekê mamoste di nav kurdan de zêde belav û popûler standiye, nayê bîra tu kesî bê û li jêr mijara navê wî pesnê jêhatibûna wî bide..

biya min bike bila naveke orjînal ji xwe re bibîne û navê xwe pê biguherîne.. *




20. nivîskarê ku êdî bi navê xwe yê nû dinivîse. (bnr: seydayê_peyvan)



17.01.2015 19:06 | simurg56

21. nivîskar û xwînêrên hêja yê tirşikê, di havîna 2013an hema bê dema nû tirşik vebûbû ez bûm endamê tirşikê. Lê bi rastî min nizanibû ezê di tirşikê de mayînde bim û ewçend çalak bim lewma hema min wisa bi navê mamoste min xwe qeyd kir û dest bi nivîsê kir.



li aliyekî, serborî û tecrûbeyên du salan bi me da xuya kirin ku me ji tirşikê hez kir. Bi saya vê platorfma nivîs bû perçeyek ji jiyana me ya rojane. Lê ji layê din ve navê mamoste ne navekî orîcînal û spesîfîk bû û me dil hebû navê xwe biguherînin, hetta carekê vê meselê bi moderator simurg56 re jî peyivîbûm jî, nizanim çima, ev guhertin pêk nehatibû. anuha, jixwe me dixwest navê xwe biguherînin û piştî ku nivîskarê hêja onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip pêşniyar kir ku em navekî orîcînal ji xwe re bibînin û navê xwe biguherînin, û me guherand jî.



pir fikirîm û min biryar da. ji ber ku ji peyvan hez dikim 'tiştekî nû nîne ji bilî peyvan' kêm zêde em dersdar in, seyda ne, mamoste ne, me navê (bnr: seydayê_peyvan) pejirand û ji îro şunve emê hewl bidin bi vî navî wekî berê ekseriya di derheqê kesên kurd yê navdar, çalakiyên çand û hunerî, wêje û hwd- binûsim.



17.01.2015 21:48 | seydayê_peyvan

22. di ferhengoka kurdî tirkî ya nûçegihaniya zayenda civakî de ji bo peyva mamosteyê dersdar û dersdêr pêşniyaz kirine ku gelek ferhengên kurdî ji xwe van peyvan dihewîne û li gorî jêderka peyva mamosteyê baştir e lê belê dê gelek kes derkeve û li ber wê rabe ji ber erebîbûna peyva dersê û mamoste di nav kurdên tirkîaxêv de gelek populer û ez bawer im, wê wan kesan bêhtir li ber van peycan rabin.



29.09.2018 13:47 | biruya hayao miyazaki

23. hunermendekî kurd e. xêzkêşekî pir biqîmet e. hûn dikarin pirî caran rastî xêzikên (bnr: caricature) wî bên. navê wî yê rastî, mamoste nûjen e.

tê bîra min, cara pêşî di sala 2011ê da ez bi xwendina pirtûka çîroka newrozê ku bo zarokan ji alîyê şivan perwerê ve hatîbû nivîsandin, rastî hunera wî (mamoste nûjen) hatim. rûpelên vê pirtûkê, bi xêzikên wî ve tije bûn. mala wî ava! çîroka newrozê, çîroka kawayê hesinkar bi zimanekî zelal vegotiye. çîrokekî pir kêfanok e.

li hemû cûreyên weşanê (pirtûk, kovar, malperên torî û hwd) rastî xêzikên wî têm. xêzkêşekî din wek wî jêhatî ez nizanim. ma şagirdên wî çima çênebûye? mamoste çima kesê hînî hunera xwe nekirîye? qasî ku ez dibînim, cihê wî di wêje û weşana kurmancîyê da zahv girîng e. ji bo ku hunera xêzkêşî nifş bi nifş berdewam bike, gere mamoste çend şagird wek xêzkêşên kurd ji nifşên nû perwerde bikira û wan bigihanda îro.

(bnr: mamoste nûjen)



08.12.2018 23:20 ~2020.01.14 20:37 | mirovekirind

24. bo xêzkêşê (karîkaturvan) hêja
ku li vir
mamoste/44508
mamoste/108992
qala wî kirine,

(bnr: mamoste nûjen)



19.03.2019 21:16 | mirovekirind

25. bûye navê dikaneke kunefe û şîraniyan. hem jî li başakşehira stenbolê. lê ya ku nizanibe dê bêje qey gotineke hindûyan e, mîna namaste.

Here lînkê



30.07.2020 15:32 ~18:11 | tizbîkêş

26. ev peyv ji bo her kesî nayê bikar anîn. Êdî vê têxin hişên xwe. Êdî ji her kesî re nabêjin mamoste. ev peyv ji bo mirovên pîroz re tê gotin nekin peyveke benîşta devê xelkê.



28.07.2021 00:28 | pênûsa westiyayî

27. Yekê gotibû peyva mamosta ji
Mamê (apê)+hoste pek tê.
Lowma dive em ji bo mamosteyên jin re nebêjin mamoste lê bêjin;
(bnr: metoste).

Ewa zêdetir dikeve nav tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê



06.01.2022 08:55 | cinorek

28. Did you mean Aposte?*



17.01.2022 23:57 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» mamoste selîm

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî