Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 17 peyam
inception - tirşik

dizên ku karê xwe bi teknolojiya hevparkirina xewnan dikin vê carê pêwist e tenê ne temaşevanên/xwendekarên xewnan bin....
(10 şîrove)
inception
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi ya min fîlma herî xweş ya christopher nolan e. 2010an de hat weşandin. me bi çend hevalan re, li sînemayê hema bêje di salonek vala de temaşe kiribû. heval pêşîn gotin kuro te me anî fîlmek çawa? kes nîne i vir.. lê piştî fîlmê hemûyan jî jê hez kiribûn.



fîlmeke macera û honaka zanistiyê ye.



09.07.2014 18:46 | simurg56

2. filmeeke bi aqilê mirov dilîze û ev yek jî kêfa mirov tîne. hebuna tiştên kurtir mirov zindîtir û mereqdar dike.



09.07.2014 20:55 | azadixwaz


4. fÎlmekÎ ku tÊ de endezyarÎya xewnan tÊ kirin. mirov dikevine nava xewnen dijÊ xwe Û fikirekÎ nÛ dikine sere wan de.



15.10.2014 17:40 | malmirato

5. yên ku seyr dikin dibejin şerefsizim benim aklıma gelmişti.



28.10.2016 06:02 | cinorek

6. fîlmeke baş e, lê ne tenê ew qas. di heman demê de felsefeyek e. fîlma herî xweş ya christopher nolane yan na nizanim, lê jixwe hemû fîlmên wî baş in. rastegînî û xeyal, hebûn û nebûn hemû di hindirê fîlmê de bi hosteyî tê jêpirsîn. tişta ku hişê mirov jê diçe jî sehneya dawîya fîlmê ye.



28.10.2016 14:28 | nazim tolhildan

7. Fîlmekî gelek serkeftî ye. Û di nav xwe de gelek mesaj dihevîne. Ji vanan yekî mijara wê fîlmê li ser xewnê ye. Û navê kîmyagerê misilman wek yûsif(joseph) hatiye bijartin. Jixwe di serguzeştê hezretî yûsif pêxemberê de xewnê hezretî yûsif silavê xwedê lê bê ciheke grîng digre û gelek balkêş e. Di qur'ana pîrozê de wek bi navê yûsûf sûretek heye divê werê xwendin. Maceraya hezretî yûsif li vê sûretê de gelek bi bandor hatiye ravekirin.

Bere dirêj nebê ango navê yûsif ne bi tesadifî wilo ketober hatiye bijartin. C. Nolan di vê fîlmê de gelek rexê ve mesaj şandiye bi gelek aliyê re.



14.09.2017 02:04 | rûbar

8. Fîlmeke 11 sal berê ketiye weşanê lê belê ez hêja nû lê darî dikim. Ew jî min navê wê bi xeletî li ser înstagramê dît û weha lê darî kir. Çima ewqas dereng, jbk ez guh li pêşniyariyên kesî yê filîman nakim. Lewra çiqas ji min re gotibin filan fîlm xweş e û min lê darî kiribe, ew fîlm nexweş derketiye. Ji loma min jî dev ji guhdariya wan berda. Ev serê çendik û çend sale li gor populerite û pêşniyaran fîlma darî nakim. Lê min dît ku min gelek tişt ji dest daye. Yanê fîlmeke weha ku ez bi çalepûka lê digerim bi tesadufî derdikeve pêşiya min.

Ya rast ez ji filîmên ku canawar, kujer, zombî mombiyan natirsim. Dijberî wê ji fîlmên bi vî terz û şêwazî gelekî ditirsim. Heya ku ditirsim heşê xwe wenda bikim. Ji xwe gelemperî a di van demjimêran de darî dikim. Û ev demjimêr pir bi talûke ne. Dinya tarî û bêdeng, tenê tu û fikrên te hene. Di nava hizr û fikaran de mêjî çelq dibe. Weke ku dê serê mirov biteqe. Heçwekî deriyek nû jê re vebûbe û asoya fikrên wî gihaştiye asta herî bilind. Hebûna xwe, rastiyê, wateya jiyanê, mimkûniyeta filîmê difikire û hey difikire.... heya melê sibehê, heya tav tavêje.



15.10.2021 02:36 | tîrêj zana 21

9. (bnr: reklam-qedexeker-qedexeker-qedexeker)*



01.12.2021 19:51 | heval.js

10. Fîlmê ku Leonardo Dicaprio (bnr: kezebo)tê de dilîze. Camêr jixwe artîstek qerrase ye îcar bi vê çîroksazîya hêz çilo xelat nagire û ew ji bo lîstikvanîya fîlmeke din xelat dikin, hîn jî aqilê min jê nabire.



02.12.2021 09:00 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» inception

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî