Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pirtûkfiroşgeha munzur - tirşik
pirtûkfiroşgeha munzur
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûkxaneyek li dîlokê ye. li ser pêşniyara ciwanpiroz ji bo kirîna pirtûkên kurdî, îro çûm vê pirtûkxaneyê.

(bnr: li dîlokê pirtûkfiroşgehên pirtûkên bi kurdî)

heta min cihê wê dît, min stêran bi roj dîtin. min cihê wê ji google mapsê diyar kriibû. navê kuçeya ku lê ye, noter e lê ji aliyê tu kesî ve nayê zanîn.

ez jî ketim di nav kûçeyên teng û dîrokî yên dîlokê ku her derê wan bûye mûze. neyse ez di nav van kuçeyan de bi rêbaza google mapsê geriyam, her ku diçû posterên emepê yên di derbarê taşeroniyê de, zêde dibûn. bi saya vê yekê min dizaniya ku ez li ser riya rast im.

neyse, dawiyê de min pirtûkxaneyê dît.

mixabin pirtûkxaneyek pir biçûk bû. û pirtûkên kurdî tev de ne bi qasê pirtûkxaneya min ya li malê bû. lê dîsa jî min çav li hemûyan gerand û 4 heb jê kirîn. firoşkerê pirtûkan, bi kurmancî dizaniya û bi min re jî bi kurdî axivî, weke zilamek baş xuya dikir.

ji bo kesên ku dixwazin herinê riya wê ya herî kurt: gaziantep doğa oteli'yê bibînin. tam û tam pêşberî vê otelê, li aliyê din ê riyê deriyek vedibe li kuçeyek teng û dîrokî ku li ser deriyê dinivîse "kayacık kapısı". ji wê deriyê têkevin kuçeyê, jixwe 20 metre din hûn ê dikanê bibînin.

https://www.facebook.com/munzurkitapevi



13.07.2014 00:28 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkfiroşgeha ensarê
» munzur çem

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî