Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


30 mijar û 39 peyam
şevên dirêj li gel tirşikê - tirşik
şevên dirêj li gel tirşikê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ev şevên vî demê salê ne. şev dirêj in an jî ne dirêj in, belkî ji ber ku xewa min nayê evqasî dirêj in. vêca ewqasî dirêj in, tu di tirşikê de digerî digerî ti kesî nabînî. carna tu tenê dimînî. di tirşikê de jî kes namîne her kes radize. tirşik dibe hevalê te, tu jê re kul û derdê xwe dibêjî, ew jî ji bo te guhdarî dike û wan kul û derdên te qeyd dike. her tişt heye di vê tirşikê de. te çi bivê. û tu jî çi dixwazî tu dikarî bikî vê tirşikê. tirrrrşş e lo/lê. ma tirrrrşik jî nebûya me yê çi bikira di van şevên ku nabin roj.!



19.07.2014 02:56 | xendekî

2. şevên dirêj, şevên zivistanê ne. Lê dirêjahiya şevan, bes bi demsalê ve girêdayî nîn in..

şeva herî dirêj, a ku meriv li benda sibehê ye.

Lê ez ne benda sibehê jî me *
heqet yaw ez çima ranazêm? wele xewa min jî tê..



26.12.2016 02:25 | bûtîmar

3. Şevên dirêj şevên kesên bi derd û xeman in.
Helbestvanekî tirk ê mezin dibêje ku:
"Şeb-i yeldâyı müneccimle muvakkit ne bilir?
Müptelâ-yı gama sor kim geceler kaç saat?"

Bi kurdî:
"Astrolog û astronom şeva herî dirêj nizanin, çawa dizanin? Ji derdmendên xeman bipirse ku şev çend saet in, ev karên wan in."

Demên berê, xelk ji astrolog û astronoman re dipirsine ku şeva herî dirêj (şeva bîst û yekê berfanbarê li gorî rojnameya mîladî ye) çi şev e? Ev edet û çanda dîrokî bû. Her kes vê şevê meraq dikine. Helbestvan hunerê telmîh kir û dibêje ku ew nizanin, derdmend dizanin. Ew her şev hişyar in.

Helbestvan rast gotiye. Şev bo derdmendan dirêj e, pirr dirêj e.
Derdê wan giran in. Derdê wan bê derman in. Lê ew bi derdê xwe xweş in.



26.12.2016 03:14 ~08:05 | heyf

dengdanên dawîn (yên din..)
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» şevên baranê
» dirêj
» gelo wê friedrich nietzsche jî me bibîne
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî