Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
sahneyên fîlman ku nayên jibîrkirin - tirşik
sahneyên fîlman ku nayên jibîrkirin
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dîmenên ku dema navê fîlman tê hildan, tên bîra mirov.



weke mîna dema fîlma the fountain dibihîsim/dibînim, sahneya ki min di mijara fîlmê de jî behsê kiribû tê bîra min;

"sahneya ku dîmen hêdî hêdî ji mûyên ser laşê jinikê derbasî mûyên darê dibe. jixwe li gorî zilam dar, giyana jina wî dihewîne. ev bawerî û dîmen gelekî li hev tên."





dîsa dema fîlma braveheart tê gotin, du sahne tên bîra min;

1- dema serlehengê me tê kuştin diqîre û diêbje "azadî" û kinca ku aîdê hezkiriya wî bû, ji destê wî dikeve erdê.



2- sahneya ku serlehengê me di nava şer de dikeve pey serokeke dijminan û li ciheke dûr wî ji hespê wî dixe erdê û hindik dimîne ku wî bikuje. lê çawa ku zirxa wî ji serê wî derdixe û dibîne ku qaşo hevalê wî ye û li ser vê yekê ji nişka ve bêquwet dikeve û xwe berdide ser pişta xwe.

mixabin min vîdyoya wê nekarî peyda bikim.



20.07.2014 11:17 | simurg56

3. Ji filma 3 idiots ;

ev her sê îdîotê me, di ezmûnê de, wextê mamoste digot "ezmûn xelas dev ji nivîsandinê berdin", nivîsandinê didomadin. Piştî nivîsandina xwe xelas kirin, çûn kaxezêm xwe bidin Mamoste lê mêrik got, ez êdî nastînim. îdîotsên me jê pirsîn "tu zanî em kî ne" ? Mamoste got na ez nizanim.

Wê demê wan jî kaxezên xwe tevlî ên din kirin û ji wir reviyan *

kengê bê bîra min dikenim *



06.10.2014 19:57 | brusk56

4. titanik

Jack û rose derketine peşîya keştîye ,xwe li hevdû peçan duvre jack deste rose hilda,rose leven xwe nezikî jack kirin û leven wa ketine nav hev. ez ji dil dibejim şanogeheke pir romantik bu. vidyoya we sahne mi dît de ka temaşe bikin



06.10.2014 20:48 | hûteheftserî

5. piranî sahneyên spartacus ê.sahneyên şer haaa..yanî tiştekî dî neynin aql û hişên xwe tirşikvanîîîîîîîn .!



06.01.2015 02:56 | vêca çiyeeee

6. Sahneyek ji fîlma underground/di binê erdê de? heye. Qe ji bîra min naçe. Gava ji jor ve bombe dibariyan wî zilamê simbêlboq di mala xwe de ji ser sifreya xwarnê nerabû. Ji jor ve bombe dibariyan ti nemabû xaniyê wî hilweşe lê wî qe xwe aciz nedikir û goştê xwe û xwarna xwe dixwar û digot jina xwe: "Heke em bimrin jî bila zikê me têr be.!"



06.01.2015 11:47 | xendekî

7. ji fîlma heft samurayê:

- ew sehneya ku samurayê heftemîn kala mirovahiyê dike û davêje samurayan. di vê sehneyê de samurayên din fêhm dikin ku ew kîye jiyana çawa boriye.. sehneyeke pir xweş e weke fîlma xwe..

- sehneya ku samurayê pîr ji bo ku neyê fêhm kirin ku ew samuray e, porê xwe jê dike û diçe dizê ku keçikeke ji gund hêsîr girtiye dikuje.



ji fîlma c'era una volta il west:

-spoiler: ew sehneya ku frank û hevalên wî ji nav deviyan derdikevin û malbata jill mcbain qetil dike.



ji fîlma the good the bad and the ugly:

- spoiler ew sehneya ku the ugly goristana ku lê digeriya dibîne û di nav de direve. muzîkek li ber lê dide. wê sehneyê dike yek ji sehneyên herî baş..



ez nema bi xwe re dibînim binivîsim. evqas ji we re bes e *



06.01.2015 13:51 | mergehez


9. di fîlma heatde ew sehneya al pacino û de niro bi hevre li sere maseyekê rûniştine.



06.01.2015 23:47 | seydayê_peyvan

10. di fîlmê tarkovski yê bi navê stalker de gava rêber, şair û zana bi hevre bi qetarekê ber bi qada bûyêrê ve diçin porên wan li ber bê kil dibin û wê demê kamêra wan ji paşve dikşîne. ew sehne, dema min film sêrkiribû zeh zef bi min xweş hatibû qet vê sehnê jibîr nakim.



06.01.2015 23:53 | seydayê_peyvan

11. Sahneya fîlma behmen qubadî - nîwemang'ê:



veşartina termê kak xelîl, kurên wî termê wî didin dest hev tam dikin nava gorê pepûle ango nîwemang stranekî dibêje, hingî Kak Xelîlê mirî xwe dilepitîne, herkes ji tirsa direve, mamo dibake wan, doxtor tê lê dinêre, li qelbê wî dinêre dibêje ev miriye, mamo dibêje ewa stran gotî bila dîsa bêje, Kak Xelîl wê bi dengê wê re sax bibe, doxtor dibêje ev ne tişteke ilmî (zanistî) ye, ha wê gavê Mamo dibêje: "Ey dektûr, her tişt bi teref ilm niye!!!"



22.02.2015 23:52 | xendekî

12. Gellek sahneyên vizontele.



21.11.2017 08:44 | cinorek

13. Sahneyên kemal sunal
-çiqas dengê teyî xweşe gulom tu wek bilbil dixwene
+ Ez diya te me Feyzo
- Ka were vir Feyzo kurban
+ Xoca efendi were bi mi ve ji bedela gulo da we min firkene.



21.04.2019 11:20 | hûteheftserî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» sahneyên fîlman ku nayên jibîrkirin
» jibîrkirin

Kategoriyên mijarê:: anket sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî