Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
dîjîtalîze kirina ferhenga îngîlîzî-kurdî ya salah saadallah - tirşik
dîjîtalîze kirina ferhenga îngîlîzî-kurdî ya salah saadallah
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. kiryareke ku kirina wê de dudilî me.

birêz salah saadallah, xwedê jê razî be ferhengek mezin û berfireh çêkiriye. tê de nêzikî 70.000 peyv hene. ez ferhengê ji bo dijîtalîzekirin û lêzêdekirina li turkcekurtcesozluk.comê, amade dikim. jixwe li wê derê 15.000 peyv hebûn, wê bibe 85.000 peyv.

mın heta niha bi qasê 1000 peyv amade kirin û li vir bar kirin;

http://turkcekurtcesozluk.com/index.php/list/10/13.xhtml



lê mixabin kurdiya salan beg, ne mîna ya me ye. min ravekirina gelek peyvan fêhm nekirin. gelo bi ya we em bê projeyê berdeam bikin an bi ya we em qet van her du ferhengên kurdî tevlîhev nekin û li ser ya kevin hêdî hêdî dewam bikin?

gelo ev ferheng kêrî me tê, an na?



20.07.2014 23:05 | simurg56

2. tişta ku dibe ku bibe sedema hinek tevliheviyan. ji ber ku tê gotin ew zimanê di vê ferhengê de hatî bikaranîn cûda ye. aniha em xwediyê 15 hezar peyvan in di ferhenga îngîlîzî-kurdî de. dema em wan 70 hezar peyvan jî lê bar bikin, wê di lêgerîna hinek peyvan de, gelek encamên cûda derkeve. wê tevlihevÎ çêbe.



lewma bi min, bila ev herdû ferheng neyê tevlihev kirin û ferhenga salah saadallah bi awayekî cûda li turkcekurtcesozluk.com ê bê bar kirin.



21.07.2014 16:25 | brusk56

3. jixwe ew ferhengeka pirr dewlemend e. belku ferhenga herî dewlemend a kurdî-îngîlîzî ye. nêzî 80.000 peyv têde hene. lêbelê ji aliya naverokê ve ne, wek simurg56 jî gotiye kurdî ya wê hinekî cida ye. gelek peyv pirr kurt hatine şirovekirin û/an jî şiroveyên gelekan jî baş nayên fehm kirin. lêbelê dîsa jî ked û emegeka bêhempa têde hatiye serifandin û hema bêjê tu peyv bêberamber nehatine hîştin. loma min jî ew qismen têxiste wîkîferhengê. yên ku min karî bi bernameya xwe sererast bikim û yên ku di wîkîferhengê de tuneyî(nêzî 35.000) min têxistine wîkîferhengê.

wekî din jî min ew gîş li wîkîferhengê bar kir, dibe ku hinek bixwazin wan sererast bikin û ji sûdê helgirin.

werhasil, peyvên wê şaşomaşo li ser wîkîferhengê li ber dest in;



têbinî; lînkê de problem heye, ji kerema xwe re kopî bikin û bi browsera xwe ve kin.

https://ku.wiktionary.org/wiki/Pêvek:Ferhenga_Kurdî-îngîlîzî_ya_Salah_Saadallah



02.09.2014 22:34 | fethî ronî

4. Karê ku ez her tim dibêjim xwezî we nekira û li wîkîferhengê jî zêde nekira. Li jor tê gotin zimanê wî "cuda" ye lê na zimanê wî ne cuda ye, çêkirî ye. Xwedê jê razî be em ji hemû kedên ku ji bo kurdî tê dayîn re rêz digirin lê karê ku Saadallah kiriye ne karê ferhengvanî/zimannasî ye. Xuya ye ji xwe re îndekseke inglîzî çêkiriye û dûre yeko yeko fikiriye gelo ez çawa dikarim vê peyvê di kurdî de bibêjim. Çareseriyên wî facia ne. Hin mînak:

bi diyarkirinbarî - definably Here lînkê
bi berevajîkirin - reversibly Here lînkê

Erê ew peyv dikarin li gor rêzikên rêzimanê kurdî rast xuya bikin lê di kurdî de ew nayên bikaranîn loma nikarin di ti ferhengan de cih bigirin.
(Ferhenga wî bixwe di destê min de tunne ye loma min lînkên wîkîferhengê dan.)



20.06.2020 12:20 | serfiraz hêvî

5. xebata ku ji ber nêrînên wek yên li jor, hat betalkirin. loma ferhenga me ya îngîlîzî-kurdî, her çiqas di înternetê de ya herî fireh be jî, gelek gelek lawaz e. her tirşikvan, dema ku tê de peyvek nebîne, dikare bixwe lê zêde bike û kêmasîyek lê kêm bike.



20.06.2020 23:22 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dîjîtalîze kirina ferhenga îngîlîzî-kurdî ya salah saadallah
» ferhenga birûskî
» salah saadallah

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî