Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
qertafa dema bê - tirşik
qertafa dema bê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. qertafa dema bê wek ku tê zanîn "-bi" ye. bo nimûne: ez ê xwarinê bixwim.

lê belê gava em bala xwe didine zimanê axaftinê li gelek deverên kurmancîaxêv, ev qertaf pirrî caran nayê bikaranîn.

ez ê biçim seyranê = ez ê çim seyranê

tu yê çi bikî? = tê çi kî?

ji ber vê jî di stranên gelêrî û latînîzekirina berhemên klasîk de pirsgirêka weznê derdikeve holê.



21.07.2014 15:22 | zero

2. (bnr: qertafa dema bê ne 'bi' ye, 'ê' ye)



21.07.2014 19:17 | xendekî

3. qertafa dema bê wek kok 'ê' ye lê sê şêweyên wê hene:



-dê

-yê

lê her wiha dema hevokeke dema bê bêgotin bi qertafa xwe her wiha li gel wê qertafa raweya fermanî 'bi' jî tê bikaranîn. heke meriv formûla wê binivîse:

… ê … …bi…

yanî:

qertafa dema bê + bi pêveberê re qertafa raweya fermanî

mînak:

ez 'ê' sêvekî 'bi'xwim

roj wê bê



21.07.2014 19:23 | xendekî

4. qertafa li herêma me 'ê' ye. ji pirtûkên kurdî hinek 'dê' jî ketiye nav dev û diranê min *



15.01.2015 20:56 | berxweda

5. Gelek kes vê qertafê şaş bi kar tînin.

Ev qertaf hertim cuda tê nivîsandin. Mînak:



Rast

Ez ê herim malê.

Ez dê herim malê.



Şaş:

Ezê herim malê (gelek kes bi vî awayî bi kar tînin)

Ezdê herim malê*



20.09.2015 01:20 | mergehez

6. qertafa ku eger em li gorî pênasîna qertafê biçin dê tune be lê ew tiştê di peyama jorê de hatiye gotin du an sê nav lê dibin: 1. pêşpirtika dema bê 2.pirtika dema bê 3. amraza dema bê. belkî navin din jî hebin lê bawer nakim qertaf yek ji wan be.



20.09.2015 01:28 | dijber

7. qertafa dema bê/paş bi se awayî tê bikaranin; ê/dê/wê. lê dibêm qey her sê jî ji hev peyda bûne.



20.09.2015 01:41 | kevçiyê dil

8. amraz an pirtika ku di esilê xwe de ji peyva "divê" de peyda bûye, wek ku hûn dizanin, belkî nizanin jî- welhasil- divê ji vîn an viyanê tê û di farisî û ingilîzî de jî ew peyv ji bo dema bê dihê bikarhanîn.



20.09.2015 01:43 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qertafa -del
» dema min ruhê te dît ez ê bikaribim çavên te jî xêz bikim
» bêrîsane

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî