Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kêmasiyên tirşikvanan - tirşik
kêmasiyên tirşikvanan
(5) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Na nivîsin. dibine endam û hew...



22.07.2014 01:59 | xwelî li ser

2. belê rast e, kes nanîvîse. niha çend tirşikvan hene nizanim - gelo yek dikare bêje? - lê divê em binivîsin. ez jî zêde nanivîsim lê ku binivîsim jî dixwazim tiştinên xweş binivîsim.



22.07.2014 22:11 | kurê xelkê

3. hevalên xwe di van şevên dûr û dirêj de tenê dihêlin. nayên silavekî jî nadin me.



22.07.2014 22:42 | xendekî

4. zêde ne meraqdar in. hej ji lêkolînê û parvekirinê nakin.

lê ev ne tenê taybetiya tirşikvanan e, gelê kurd mixabin hej tiştên wisa nake. ku bikin jî bi zimanên din dikin.

çav li înternetê bigerînin, dev ji malperên profesyonel fîlan berdin, gelo çend blogên kurdî hene ku tê de kurd bi kurdî behsa fikir, hobî û kar û barên xwe dikin.

(vê navberê de, hejmara tirşikvanan vêga ji 1100an zêdetir e)



22.07.2014 23:05 | simurg56

5. di warê bilêvkirina hîs û hestên xwe de qels û lawaz in, nikarin hîsên xwe û aliyên zaîf ên kesayeta xwe derbidirin anku ditirisin ku cihên hessas ên dil û mêjiyên xwe kifş bikin, tevî ku gelek ji wan nenas û neberniyas in jî ji ber kompleksa xwekêmdîtinê dil dikin ku xwe xurt biranî xelkê bidin.

mariv hem ji mijaran û hem jî ji entryên ku di bin mijaran de hatine nivîsîn tê digihîne ku gelek qurre ne û dema tu bêjî siyaset û dîrok û gelek tiştên dîn ên ne bi hestan ve girêdayîne, weka dîk û şamikên gundê me serê xwe bilind dikin û dikin qerawar û barebar..

sar in, gelek sar in, ya rastî qelsiya we qelsiya me ye û ev têgeh jî pûç û vala ye her mirov bi hîsên xwe hene, ne bi nirxandinên xwe yên pozbilind!

bi kurt û kurmancî ew dewlendiya ekşiyê, ji ber entryên bi vî rengî tên û ez dema noqî entryên wehareng dibim fêm dikim ku jiyan ne ew jiyan e ku bi salan li dû ketim, her yek ji wan çîrokek e, romanek e..

a soxî hêvîdar im ku sibero ew kakila me ya hişk bişkê



09.04.2015 21:47 ~21:47 | ferhenga şikestî

6. Zehf gazinan dikin.
Behsa kêmasiyên xwe nakin, lê behsa kêmasiyên tirşikê dikin.
kêmasiyên tirşikê =259
kêmasiyên tirşikvanan = 5 peyam.

Kengî tirşikvan kemasiyên xwe telafî bikin , hingî wê gazinên li tirşikê kêmtir bin.



26.01.2020 20:07 ~20:07 | gumgumok

7. Nanivîsin û xeydok in *



27.01.2020 00:19 | xeyda

8. Bi rastî ez li xwe mikûr bêm , ez çiqwas pesnê xwe bidim ku bêjim "heehheeyyt dilê'm wexta min dest bi dibistanê kir min peyvek tirkî nizanîbû." jî niha ez bi tirkî difikirim. Hew haya min ji min çê dibe ez wayê bixwe bixwe qise dikim û bi tirkî, hema zimanê xwe gez dikim û bir kurdî dûbare dikim. Û van rojan min kêm kiriye. Êwê binhişê min de êdî kurdî hebe* û ya din jî ji bo kurdîyek wêjeyî an kurdîyek standart ango kurdîyek akademîk(ahahahahahah) hewl didim; çi zanim pirtûk, kovar, rojname, telefona bêrîkê û hwd. hema xebatek mezin dikim lê li dora min kesek tunêye ez bi vê awayê bipeyivim ku hebekî li hewa dimîne ev xebatê min. kemasîya min ya alîyê ziman ez bawerim bi gelemperî ev sedemana ye. Ji bo rastnivîse heta xwîn di demarê min de here û were ezê bikoşim.



27.01.2020 00:52 ~00:57 | rizgarm

9. (bnr: guhartina sernivîsa mijara ku min vekirîyê)
çi ji te re? her çiqasî jî şaş hatibê nivîsandin,ev sernivîs min vekiribû.Ger tu bixwazê tu yeke nû veke.Ma vekirina sernivîsa bi pera ye * em ne mamosteyên zimanê Kurdî ne an jî me li ser rêzimanê kurdî masternekiriyê

bûyera qewîmî;
Here lînkê



28.04.2020 17:55 ~2020.05.02 23:21 | merwano

10. Bi rastî kêmasiya mezin ev e ku tirşikvan bê îstîqrar in. Berdewamiyek wan li ser beşekî/mîjarekî nîne.
1- Ya yekem ku tirşikvan her tim nakevine tirşikê.
2- Li vir beşa rêziman , nûçeyên rojane , mûzîk (danasîna albûman), wîkîtirsik de kes/kesan nanvîse /nanvîsin û me agahdar nakin.
Ez van kêmasiyên tirşikvanan girêdidim malperê jî.Wek twitterê ,facebook anku înstagramê helbet tirşikvan jî dixwazin bên xwendin , mîjarên wan bên dîtin û parvekirin.(popûlîzma tirşikê kêm e.)
welhasil kêmasiyên me pirr in.
lê heke van beşên jor her carê zindî bûna wê tirşikê gelek cuda bûya.



15.06.2020 23:33 | brzn

11. erê hay ji rêzimanê niyen .
mîna : emê
lê ya rast
i will / ez ê
you will / tu yê/tê
he-she-it will / ew ê .

ê cuda tê nivîsîn hevalno !



15.06.2020 23:42 | shwinsherm

12. Dixwazim qala kêmasiyek xwe bikim. Nikarim bi zimanekî jî biaxivim! Li gor mirovên din mirovek sêzimanî me lê dema pirtûkek tirkî dixwînim biryara nezanbûnê didim, dema dixwazim bi kurdî biaxivim dîsa biryarê didim û dema dikevim ezmûna rêzimana îngîlîzî dibêm “î” ya îngîlîzî jî nizanim.



30.05.2022 02:06 | xemakê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kêmasiyên tirşikvanan

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî