91721. ev hefteyek e, ez li welêt im. nabe ku ji ber germê meriv derkeve û bigere. biraziyên min li dora min dicivin û em li ber zarok tv ranabin. tintin be, mêşhingiv maya be, cedric be, yakarî be, billy and buddy be* şînok be... hemû pir xweş in. stranên wan yên ji zarokên biçûk ve tên gotin, pir xweş in û hema em tev de ji ber dikin. * lê di nav xêzefîlmên vê qanalê de ya ez herî hez dikim, louie ye. dengên wan kesên ku dublajên wan dikin, çi xweş in. xêndî dengê, em pevre resmên ku louie rê dide, dixêzînin, direngînin. beraz, kefçe, meymûn, şêr û kîvroşk, êdî ez bi hêsanî dixêzînim. * zarokatî xweş e yaw. hela zarokatî bi kurdî xweştir e bi rastî. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
105471. kanaleke zehv xweş e. Niha em bi malbatê va zarok tv seyr dikin * |
|
26.10.2013 23:54 |
endazer
|
113228. kurê min gelek hêj jê dike lê ji ber zarok tvyê êdî li malê me nahewîne. hama dibêje an ji televîzyonê an jî ji telefonê ji min re vekin. |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
128484. derbasî frekansek nû dibe, frekansa nû: |
|
07.06.2013 18:27 |
brusk56
|
138457. qenala zarokan e ku di serdema nû ya weşanê de wê dîsa frekansa xwe biguherin, frekansa nû: |
|
07.06.2013 18:27 |
brusk56
|