Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
zarok tv - tirşik
zarok tv
(15) (2) (15)
di mijarê de bigere

1. bi navê zarok tv, Piştî pepûle tv qenalek din jî bo zarokan hatiye ava kirin. Bi zimanê kurdî xêzefîlma kurdî diweşin e. Xwezî ev qenal jî wekî pepûle tv bi du zaravayê kurdî weşana bikira. li bakurê weşana dikin loma Ji cihê soranî bi zazakî + kurmancî hebûya, gelek xweş dibû. Min hinek temaşe kir xêzefîlma yumurcak tv ye wergerandine ser zimanê kurdî. Kî xizmeta zimên bixebite ez spasdarim. Bi xêr be, serfirazî dixwazim... 12729 V 30000 5/6



23.07.2014 00:08 | mîr

2. qenaleke nû ya fîlmên karton(xêzefîlm)an e. ji bo zarokên kurd xebateke din e. piştî pêlîstank tv û kurdmax pepûle tv û zaro tvyê ev qenala çaremîn a kurdî ya ji bo zarokan e. bi xêr be. pîroz be, ez bawer im ji aliyê destgehên denge tvyê ve weşanê dike. cardin pîroz be. frekansên zarok tvyê:

12729 / 30000 V



24.07.2014 03:58 | xendekî

3. (bnr: qenalên kurdî yên di turksatê de)



24.07.2014 03:59 | xendekî

4. di weşana testê de ye. loma ji bo rexneyan zû ye. bi rewaşa xwe ya heyî jî ne xerab e lê hê nebûye wek pepûle tvyê.

hinek xêzefîlmên wan û ya pepûleyê wek hev in, lê dublaja wan cuda ye. xwezî heman dublajê bi kar bianiyan. bi vî awayî him serê zarokan tevlîhev nedibû him jî ked nediçûn avê. şûna wê hinek xêzefîlmên din dikariya werina dublajkirin.



11.10.2014 20:47 | simurg56

5. qenala canê buyî belayê serê min û xuya ye wê gelek din jî bibe bela, dihewîne.



11.10.2014 23:34 | azadixwaz

6. qenela ku van rojan ji ber tunebûna weşana pepûle tvyê, em lê temaşe dikin. ne xerab e lê xêzefîlmên wê bi qasê ya pepûleyê ne xweş in. jixwe %50ê zêdetir ya weşana wê can e.



27.10.2014 19:55 | simurg56

7. @Bedelboseli tweetekê xwe de digot weşana zarok tv du zarava bê, kurmancî û zazakî. Kî kîjanê bixwaze bikare ev ê temaşe bike



29.10.2014 02:18 | mîr

8. qENALA KU HINEKÎ AMATORANE KAR DIKIN E YE. sTRANÊN KU DI REKLAMÊN WÊ (STRANA WELATÊ ME) DE TÊ GOTIN NE BI KURDIYEK BAŞ E. wEKE DÎ kurdiya KEÇIKA KU DIBÊJÊ ''kARTON FLÎMÊ kÜRDÎ'' XWIYA YE NE EWQAS BAŞ E. gER KAREKÎ BIKIN LAZIM E HINEK DÎ CIDDÎ BIN. LAZIM E CÛREYÊN KARTON FLÎMÊN XWE JÎ ZÊDETIR BIKIN. jI SIBEHÊ HETA ÊVARÊ KARTONFLÎMÊ CAN SER E. ÊDÎ BALA KURÊ MIN JÎ NAKIŞÎNÊ..



02.11.2014 13:45 | nan û av

9. Qenala zarokan a ku di jêr sîwana denge tv de hatiye vekirin. Lê ji xwe ji denge tv jî diyare bê wê çi qasî bikêrhatîbe. ciwanmêrê xwedîyê wê ji bo dûblajê buhayekî wisa dabû ku, li bazarê mirov bi awayî zebeşan jî nakire. lewma yên min ez bawer nakim ku tu karên serkeftî bikin. lê dîsa jî rêya wan vekirî be.



02.11.2014 14:54 | rojan

10. qenala ku divê navê xwe biguhere û bike can tv. rojê 23 saet ev xêzefîlm dilîze. zimanê wê ne fesîh e lê ne ewqas jî xerab e. ji her alî ve tê fêhmkirin ku wergera ji tirkî ye.

lê dîsa jî di tunebûna pepûle tvyê de hêjayî vekirinê ye (li şûna yumurcak tv)



02.11.2014 18:25 | simurg56

11. xwedî malperek xwerû bi tirkî ye.

tabî ger malpera wan ya fermî ev be: http://www.zarok.tv.tr



14.11.2014 22:34 | simurg56

12. Qenaleke amator dixuye. Li see ekrana wan 'test yayin' dinivîse



09.12.2014 17:50 | cîncoqo

13. piştî weşanên pepûle tv li turksatê de hate rawestandin, min jî got qet nebe destê me de qenalek mayîn heye. Lê belê filmên ku nîşan didin sed cara dubare dikin. Êdî nikarim vekim, ew qas aciz dibim.



09.12.2014 18:35 | mîr

14. qenaleke nû ye. mixabin kengê vedikim xirabe ye. sînyalên wê nebaş in. dibe ku divê mirov hinekî bi frekansa wê bilîze lê xîret nakim ku serê xwe pê biêşînim.



09.12.2014 19:34 | oxir

15. hê jî di weşana testê de ye. ji bo weşana testê ne xerab e lê ez jî jê kerixîm. min hemû replîkên wê ji ber kirin, ji ber ku êdî beşên nû wernagerînin. û di wergerên wan de de gelek xeletiyên mantiqî hene. lê dîsa jî beşên nû û xêzefîlmên nû wergerînin, em ê lê temaşe bikin.

ger ev tune be em ê neçar bimînin ku yên tirkan vekin.



09.12.2014 23:15 | simurg56

16. Qenalêkê boy zarokan ameyo amede kerdene. Waşteya min oyo ke înşela demdar bibo.



Tewirê qenalêk a wexta zarokatîyê mi de çin bi. Mi zî bavê şîrin temaşe kerd.



10.12.2014 11:34 | endazyar

17. derbasî cîngilek nû bûye.

reklama çend xêzefîlmên nû jî tê kirin. lê ev xêzefîlmên nû, wê kengê werin weşandin, nayê gotin: "di demek nêz de"



di reklama van xêzefîlman de navên fîlman bi kurdî û soranî tên nivîsandin. îhtîmalek mezin wê dest bi weşana soranî jî bikin.



23.12.2014 21:07 | simurg56

18. yê ku bi qasê pepûle-yê xweş nake.

carinan vedikim piştî çend çirkeyan jê aciz dibim digirim. carinan jî li ser laptopê pepûleyê vedikim bi xwedê nema karim bigirim weke zarokan lê şaxis dibim *



24.12.2014 04:15 | oxir

19. Hinek guherînên reklamên xwe û filmên karton ên nû çêkirine. Baştir xuya dike. Hêvîdar im firotibin yeke baş *



25.12.2014 23:12 | azadixwaz