Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
zarok tv - tirşik
zarok tv
(15) (2) (15)
di mijarê de bigere

39. qenala ku mêRSİN ê Bİ DEHAN BİLBORDAN reklamê wÎ heye u gelek serkeftîye



08.01.2016 16:13 ~16:15 | azad30

40. dest bi weşana zindî jî kir. êdî yên ku tv di mala wan de tune ye (wekî me) dikarin lê temaşe bikin pîroz be heyran.*



13.01.2016 23:14 | xwelî li ser

41. ecêbe ku tirkiyê kanaleke ji bo zarokan qedexe nake. ji ber ku ew her tiştî dikin ji bo ku zarokên kurd tenê bi tirkî mezin bibin û zimanê dayikê ji bîr bikin.



14.01.2016 11:42 | hola êzîda

42. qenala bi xêzefilmên xwe yên nû kuro min bi xwe ve girêdayî. ji ber ku nû ye pir kêfa wî jê re têye. berdewama serkeftina wan înşileh.



19.01.2016 20:28 | azadixwaz

43. ........................



19.01.2016 21:54 ~2016.11.28 23:41 | binevşa narîn

44. Qenala malpera xwe jî vekirî û reklamên wê jî li ser qenalê dike, êdî ji netê dikare zindî bê temaşe kirin. Li malperê rêza weşanê heye lê bawerim ev kevn in ji ber ku qet xêzefilmên wê yên nû têde tune ne.



25.01.2016 23:54 | azadixwaz

45. malpera xwe guhertiye û vê carê bi rastî xistiye merîyetê: Here lînkê

êdî mirov dikare rêza weşana wê bibîne. her wiha dikare zindî temaşe jî bike.



tişta ku bala min kişand: weşana malperê bi sê zimanan e. kurmancî, zazakî û îngîlîzî. bi rastî jî beşa îngîlîzî jî tam hatiye wergerandin. yanî ne tenê sernavan wergerandine. êcêb.



mirov êdî dikare vîdyoyan jî ji wan re bişîne. te dît dest bi bernameyek bi navê kenkenok kirine ku tê de vîdyoyên komîk/şêrîn diweşînin. ger ji vîdyoyên we hez bikin, heye ku di wê bernameyê de biweşînin.



09.02.2016 21:16 | simurg56

46. Qenaleke kurdan e ku em pê hertim kêfxweş bûn. Lê mixabin berpirsiyarên vê qenalê jî weke yên hemû saziyên din ên kurdan pozbilind in. Guh nadin kesî, her tiştî ew dizanin. Êdî ji bo min tu girîngiya vê saziyê nema...



24.04.2016 15:00 | mergehez

47. ev hefteyek e, ez li welêt im. nabe ku ji ber germê meriv derkeve û bigere. biraziyên min li dora min dicivin û em li ber zarok tv ranabin. tintin be, mêşhingiv maya be, cedric be, yakarî be, billy and buddy be* şînok be... hemû pir xweş in. stranên wan yên ji zarokên biçûk ve tên gotin, pir xweş in û hema em tev de ji ber dikin. * lê di nav xêzefîlmên vê qanalê de ya ez herî hez dikim, louie ye. dengên wan kesên ku dublajên wan dikin, çi xweş in. xêndî dengê, em pevre resmên ku louie rê dide, dixêzînin, direngînin. beraz, kefçe, meymûn, şêr û kîvroşk, êdî ez bi hêsanî dixêzînim. * zarokatî xweş e yaw. hela zarokatî bi kurdî xweştir e bi rastî.



13.07.2016 19:42 | biruya hayao miyazaki

48. gelek baş e ku ew bixwe jî materyalan dafirînin. bernameyek bi navê morî, diweşînin ku him ji sohbeta kûklayan him jî ji xêzefîlma morîyê pêk tê. ev bername bi derfetên wan bixwe hatiye amadekirin. xebat li seyr-î meselê tê çêkirin.

helbet dema mirov bide ber xêefîlmên din, kalîteya wê gelek kêm e. dema diaxivin, rûyê karektera hema bêje qet naguhere û mirov dibêje qey tenê wêneyek in.. lê dîsa jî xebatek gelek baş e, ji ber ku ger berdewam bike, gumana min tune ku wê gelek bipêş bikeve.

min berî niha seh nekiriye ku xêzefîlmek bi kurdî hatibe amadekirin.



îro dema keça min lê temaşe dikir, min dît ku di vê xêefîlmê de bav/zilamê malê, malê dimale. vê dîmenê bala min kişand, min ji jina xwe re got "zûka vê qenalê biguhere, ji bo we dibe mînakek nebaş!" *



03.08.2016 20:20 | simurg56

49. kanala niha ew û dora neh deh heb kanalên din hatine girtin.. meriv dixwaze çavê xwe, gohê xwe bigre û devê xwe veke lê meriv lal dibe exxik pûûû bê li vê zîhniyetê



29.09.2016 20:08 | shorbevan

50. we çi ji zarok tv xwest oxlim!! pa rebbî gargamel bikevê pey we!! û hwd...



29.09.2016 20:12 | xwelî li ser

51. xebata herî kêrhatî ya kurdan bû. mixabin ji aliyê bênamûsan ve hat girtin. divê demildest dest bi weşana hotbirdê bike.
malpera wê jî hatiye qedexekirin. mirov encax dikare bi vpnê bikevê, jixwe li wir jî weşan tune.



30.09.2016 21:24 | simurg56

52. Qenala ku wê dîsa dest bi weşanê bike. Lê wê êdî weşanên wan ji sedî çel bi tirkî be. Û divê di nav xêzefîlm û weşanên wan de çanda tirkên xwînmij jî cîhê xwe bigre. Here lînkê



05.11.2016 14:35 | biaqila malê

53. di turksatêde weşanê neke wê çêtirbe, ev tişta jî heye zarok bi saya serê vê kanalê kurdî û tirkî liber hev hînbikin wê başbe, lê ne pêkane herdû zimanan tevlîhevnekin.



05.11.2016 17:18 | xwedêda

54. qenala ku biryara girtina wê hatiye rakirin û tê hêvîkirin ku di nava demk kurt de ji nû ve dest bi weşanê bike. malpera wê hê jî qedexekirî ye lê belê.



13.11.2016 22:35 | simurg56

55. qanalê xêzfîlmî yê kurdî yo ke bi birra khk ameybî qefilnayene, la çend roje verî qerar ame girewtene ke do reyna abibo û hêvîyê ma zî bi nê awayî yo.

gama ke qanal hetê dewlete ra ame girewtene keyepelê înternetî yê zarok tv'yî zî ameybî qefilnayîş. La nika keyepelê ci akerde yo. la belê înternetî ser o weşano gande çin o. Bi ihtîmalê girdî gama ke qanal abibo, do înternetî ser o weşano gande zî zergûn bibo.



27.11.2016 05:32 | endazyar

56. Qanala ku min demekê kin li wira karê dublajê dikir. Ewqas jî hêsan nîn e dublaj. Cara yekem bûbûm kêzikek * bíraníneke xweş e.



27.11.2016 12:55 | gulêê

57. Qenala xêzefilman a dîsa dest bi weşanê kiriye. Ez pê pir kêfxweş bum. Ser xêrê be.
Û qasê min dîtî xêzefilmên nû lê zêde kirine.



09.12.2016 21:18 | azadixwaz

58. Li playstorê sepana zarok tv hatiye dayîn. Êdî bi amûrên androîdê re bi riya înternetê dikare bi zindî werê temaşekirin. Bi armanca piştevaniyê werê daxistin baş e.



13.11.2017 19:51 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» zaroka ku ji ber operasyonên qirkirina siyasî ketiye depresyonê de

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal zarok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî