Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
zarok tv - tirşik
zarok tv
(15) (2) (15)
di mijarê de bigere

59. kanaleke zehv xweş e. Niha em bi malbatê va zarok tv seyr dikin *
xwîşka min got xwezika waxta em piçûk bûn ev kanala hebûya.
yanî Xebateke pir girîng e ha.
zarok bi zimanê xwe ê dayikê xêzefîlman temaşe kin



23.02.2018 20:29 | bûtîmar

60. Kanala zarokan ku ez jî jê pir hez dikim e. Lê heçko her tim heman tişt li ser in. Hividarim ku nujen bibe



16.02.2019 15:58 | feqiyêteyran

61. kurê min gelek hêj jê dike lê ji ber zarok tvyê êdî li malê me nahewîne. hama dibêje an ji televîzyonê an jî ji telefonê ji min re vekin.
problema herî mezin ew e pirr zêde bername, stran û xêzefîlmên xwe nû nakin loma kurê min eciz dibe. ez êdî jê re ji youtubê vedikim lê ez kîja vîdyoyê vekim dibêje hi hi yanê biguherîne. êdî tu vîdeoyekê nema ye ku temaşe nekiriye. ji hemîyan eciz bûye lê dîsa jî dibêje eyn gere tu tiştekî li gorî dilê min vekî. îja digirî xwe hêrs dike. ez jî vîdyoyên îngîlîzî vedikim em hevûdu îdare dikin yan na bi şeref nahêle ez ji cihê xwe bilivim



30.11.2019 01:37 | ferhenga şikestî

62. Kalîteya bernameyên wê û weşana wê mixabin ne baş e. Gelo nikarin derbasî weşana HD bibin? Belkî zêde tiştek bi mesref bê.
Hin xêzeflîmên wê hene ku mirov tiştekî ji wan fêm nakê. Tê bibêje qey hema qîr didin. Weke din fîlmên wan pir kevin in.



30.11.2019 12:18 | nan û av

63. tekane tv ye ku a xweşa keça min a sal û nîv sali diçe. dema ku keça min digrî bi zarok tv'yê ve aş dikim. aş kirin



30.11.2019 12:27 | nazim tolhildan

64. di reklamên xwe de dibêjin hûn dikarin li ser sosyal medyayê xwe bigêhînin me û niza çi û ne çi
xwedêgiravî guh didin arezû û xwetekên temaşevanan lê ji vir mehekê berê gêhiştim wan û min ji bo tiştekî rîca li wan kir qaşo gotin erê emê safî bikin xwesteka we, lê mîratê ev bû mehek e ez li bendê me li bendê me

li youtubê dinêrim tikandina hin vîdeoyên wan gêhiştina 2 mîlyonî, ev gelek kêfa min tîne



14.12.2019 16:42 | ferhenga şikestî

65. di nav kurdan de êdî cihê xwe tam girtîye. êz dibînim ku kurdên ne welatparêz jî li zarokên xwe didin temaşekirin ku ev tiştekî gelek baş e.
xêzefîlmên wan hinekî hêdî diguherin û dema mirov zêde lê temaşe bike jê aciz dibe lê dîsa jî ji qenalên tirkan çêtir e. di wan de jî heman tişt heye lê ji ber ku hejmara wan zêde ye, balê nakişîne.
bila her hebe.



14.12.2019 18:57 | simurg56

66. piştî demekî hin xêzefîlmên wan dibin dubare dubare mirov aciz dibe; lê niha dest pê kirine û çend xêzefîlmên nû didin weşandin ev gelej baş bû.
stranên wan çêkirî gelej tên darîkirin, birazîyên min keleşo, celebano, rûbaro, yek yek e û çend libên din ji ber kirine.



14.12.2019 23:25 | xendekî

67. qenala ku xwediyê stranên gelek xweşik in. ew tîma ku stranên amade dikin, li zarokan didin gotin, montajê dikin hwd her tiştÎ heq dikin. karekÎ pîroz dikin. xêra wan em dikarin li ser Înternetê bi hesanî ji xwe ji bo zarokan naverokek bibînin.



15.12.2019 22:31 | brusk56

68. derbasî frekansek nû dibe, frekansa nû:
11855 V 30000

rastî jî zarok TV ne'metek e ji bo me bakuriyan. hem qenala tvyê hem ya YouTube'ê.



27.11.2020 18:31 | xendekî

69. qenala ku ji partîyên sîyasî bêhtir xizmeta kurdan û kurdistanê dike.



24.12.2020 13:08 | hueyn

70. qenala zarokan e ku di serdema nû ya weşanê de wê dîsa frekansa xwe biguherin, frekansa nû:
12685 V 30000 ZAROK TV



26.12.2021 01:05 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» zarok

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal zarok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî