Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 72 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; diyaloga bav û lawan
peyamên çepikkirî

79097. (2 sal berê, diyaloga min û bavê min î zaza)



bav- zanko jî xelas bû tu nayê navçê?

ez+na bavo nafikirim

-tu çima ji min hez nakî?

+çi eleqa? hez dikim lê li vir sebra min nayê

-tuyê li diyabekir çi bikî?

+ezê herim kurdî der'ê

-çima tu kurmancî nizanî?

+helbet pirr baş zanim lê niha betal im sebra min nayê dikim ku xwe di wir de hinekî biewiqînim

-lê zazakî?

+ji zazakî hez nakim

-çima!!??

+nizanim hez nakim

-kurê min tu jî zaza yî ma ne?

+erê lê nizanim yav nepirse bersivê ez jî nizanim lê hez nakim

-temam bila be, pere te heye?

+erê

-ka binihêrim

+temam yav tune ye lê ne lazim e spas..

-li xwe miqate bî ha, derengî şevê meçe malê û car carinan telefonî min bike û çay û cixareyê bi hev re venexwî ha!

+temam



08.06.2013 14:50 | simurg56

95385. diyaloga min û bavê min ya du hefte ewil:

-bavo, tê nimêj bikî?
-erê kurê min.
-bavo, tê çima nimêj bikî?
-meriv çima nimêj dike kurê min!
-temam, tu çima nimêj dikî bavo?
-min aqil avêtîye kurê min. Lewma ez nimêj dikim.
*



26.10.2013 23:54 | endazer

116496. Herkesî diyalogên kur û bav nivîsî ne.
Ez: -
Ew: -
Ez: -
...



27.10.2013 15:55 | simurg56