Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
trafîka stenbolê - tirşik
trafîka stenbolê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. A niha pêşiye eydê remezanê, mîlyonan însan ketiye rê ji bo çûnê welatê xwe, wekî cehnem e, ez jî bêbextekî di nav wan de me. Mixabin mina koça qewman e



25.07.2014 17:20 | mîr

2. vaye nivîsekî devliken kelogirî di warê trafiqa stenbolê de " ez di trafiqa stenbolê nim "

http://www.lotikxane.com/2013/09/25/ez-di-trafiqa-stenbole-nihem/



25.07.2014 21:21 | ceso

3. (bnr: ez di trafîqa stenbolê nim)



28.03.2015 13:23 | ceso


5. Pirsgreka herî mezine ji ber ve pirsgrekê dewletê ti gû nema bixwe,pir,tunelê bin avê hwd. ti tişt feyde nake.

(bnr: kemasîyên stenbolê)

(bnr: zirarên nifûsa zede)

(bnr: gemariya hewayê)



28.03.2015 14:31 | hûteheftserî

6. jiber ku ev çend heyv e çavê kevçî bi stenbolê neketiye, trafiqa ku rebena kêvçî bêrî kirî ye



28.03.2015 18:50 | kevçiyê dil

7. ji bo xelkê vî bajarî ezîyet û zehmetiyeke mezin e..

bi taybetî jî serê sibehê û piştî derketina ji kar, dibe xirecireke mezin..

di navbera mala min û cihê karê min de ya rastî deh deqe rê heye lê carinan dibê 40 deqe, ger zivistan be û berf bibare dibe saetek jî, dema wê yekê dibêjim, dibêjin waa dîsa baş e nexwe..

erê ne henek hin kes hene ji 500t'yê ji tuzlayê heta şîşlî'yê diherin, carinan sê saet dibe rêya wan..



14.11.2015 11:29 | ferhenga şikestî

8. belaya ku ji zarokatî heya ciwaniya min, 20 salên emrê min pûç kir.



14.11.2015 11:41 | nazim tolhildan

9. Trafika ku ne bi qasê tê gotin e. An ez li rastî wê demê nehatim e. Havîna bûrî ez nêzikê 2 heftiyan bi erebeya xwe li Stenbolê geriyam. Ji bilî derdora Dolmabahçe û balafirxaneya Ataturkê rastî trafîkeka zêde nehatim.

Belkî ji ber ku havîn bû an jî dibistan girtî bûn...



12.04.2016 21:51 | nan û av

10. li gorî demsalên dî di havînê de trafîqa stenbolê siviktir dibe, xelk diçe betlaneyê û turîstên ku ji derve ve tên bi erebeyên xwe yên taybet nagerin, bi metro û tramvayê digerin..

di rastiya xwe de trafîqa stenbolê guherbar e, dema tu lê dinêrî rê vala ye lê ji nişkê ve xirecirekê dest pê dike..



12.04.2016 22:39 | ferhenga şikestî

11. ê ku çûye stenbolê û rastî trafîkê nehatiye yekî bimbarek e. di dinê de hin tişt hene ku pêkanîna wan ne hêsan in. ev jî yek ji wan e. *



12.04.2016 22:53 | kurê xelkê

13. Îmana min diçikîne. Hele rojên baran an berf dibare, derdê wê nayê kişandin. Otobus libek pêş ve tev nade. Rê dibin șilek.

(bnr: ya star)



30.11.2019 21:13 ~21:14 | biruya hayao miyazaki

14. rojekî hevalekî got were em li qada bakirkoyê hevudu bibînim neyse ez jî rabûm çûm. wê gavê mala min li kadikoyê bû. neyse qederekî em rûniştin piştre hevalê hevalê min got were heta mecidiyekoyê ez te deynim mi go na spas ezê jixwe bi metrobusê herim kadikoyê îllam got na qene heta macidiyekoyê siwarî metrobusê nebe. îja wisa mîza min dihatin hindik nema ez erebeya wî bi mîza xwe bişom. halbukî qebrax rika min negirta di nava saetekê de ez digêhiştim kadikoyê lê ji ber trafiqê ji bakirkoyê heta mecidiyekoyê tam saetek û çil deqê de em hatin. heya ez çûm metrobusê û ji wir jî mala xwe û daşîrê çavêt min sor bûn. li daşîrê bê henek min sê deqe mîza xwe kir:(



30.11.2019 21:34 | ferhenga şikestî

15. pîştî ku marmaray derket bawerim wek berê trafîq asê nabe. dema ez û zavayê me em ji kanarya diçûn zeytinburnu malmîrata metrobusê tu dibê qey pê li hêka dikir, gav bi gav diçû. rêya nîv seatê dibû 2 seat.



22.05.2021 19:19 ~19:20 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» trafîka stenbolê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî