Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 7 peyam
    kampanyaya rakirina zayendên zimanê kurdî - tirşik
    kampanyaya rakirina zayendên zimanê kurdî
    (15) (1) ecêb (1) (22)
    di mijarê de bigere

    1. dibe ku qisekirina zimên bi saya wê de hêsantir bibe.



    2013.07.16-12:37 | sîsîfos

    2. kampanyayeke bêqûn e, lewre zayend taybetiyeke girîng a kurdî ye. Heke zayend ji zimanê kurdî bên rakirin, rewş dê bêqûniyeke wekî bêqûniya soranî be.



    2013.07.16-12:41 | kardoxî

    3. dibe ku her wiha yek ji dewlemendiya zimanê kurdî ji holê rake.



    2013.07.16-12:44 | sîsîfos

    4. Heger zayend bihên rakirin wê peyv çewa bi hev re cot (xweşhal) bibin û peyvên nû çewa bizên.Qey çavên wan lê ye ku Kurdî bikin kal û pîreke stewr ku bêzurriyet? Ên ku dibêjin bila zayend ji zimanê kurdî rabin,bila pêşî xwe bixesînin...



    2013.07.16-12:57 | cirano

    5. Wî law,tiştê ku men bihîstbû jî me bihîst,îcar bila peyvan bixesînin...Ka tiştê wuha hatiye dîtin...



    2013.07.16-12:58 | cirano

    6. Kampanyayeke bêçune ye û dê derba xwe nebîne û bi vî hawî ziman hêsan nabe, jixwe ziman tu bikî nekî jî xwe bi xwe hêsan dibe, zimannasên ku difikirin ku wê bi saya bêzayendiyê fêdeyekê li zimanê xwe bikinvdi nav hewldaneke $a$ de ne û wan divê di nigê nig de dev ji vê helwêsta xwe ya ku dê xisarê bigihîne xeml û rew$a kurdî berdin.



    2013.07.16-13:00 | înano lo

    7. li goranê rêznameya zimannasên ji bo vê armancê dixebitin, êdî ji şûna a û ê, dê herfa o were bikaranîn.



    2013.07.16-13:21 | sîsîfos

    8. yanî çi? yani quzzilqurt.. zimannasên me ew qas xemxwarên zimên bin bila herin li gund û zozanên kurdistanê bigerin û peyv û biwêj Û gotinên pêşiyan û çîrok û stranên ku li ber wendabûnê ne û li tu derekî nehatine qeydkirin berhev bikin.. zimanê kurdî ji xwe têra xwe hêsan e biçekî din hêsantir bibe êdî kes qîma xwe pê nayîne û pê naaxive..*



    2013.07.16-16:43 | endazer

    9. kampanya ji xwe ji nivîsan tê dîtin ku tu pê nayê şikir ji xwedê re.

    xwestekeke pir prîmîtîf e, law ji bo hêsankirinê zayend-rakirin çi ye kuro? nexwe em tewang ê jî rakin û ma me destpê kirî, em hema zimaneke hêsantir bibînin weke mînak em tev bi tirkî zanin û herrê.

    (bnr: ka here ji xwe re meşqaleyek din bibîne lo)



    2013.07.16-23:38 | azadixwaz

    10. (bnr: kampanyaya tunekirina zimanê kurdî)



    2013.07.17-01:24 | brusk56

    11. (bnr: di tirshikee de chanda liincee)



    2013.07.16-17:26 | endazer

    12. (bnr: bê artîkil jiyan nabe)



    2013.07.17-02:04 | sîsîfos

    13. Kampanyayeke ne li rê ye!



    2013.09.24-18:02 | ceso

    14. carekî çewtî li navê kampanya heye. Kurdî ji kurmancî-soranî-zazakî-kirmaşanî re tê gotin. zayendî li soranî piranî rabû ye. kirmanşanî nizanim lê di kurmancî û zazakî de heye. niha kampanya hewceye ku naveroka xwe çûktir bike. aliyê din soranî xwediyekî dewlet e û ji bo vî havî di hundurê xwe de standardê xwe tespît kiriye û belav kiriye. lê ji bo ê din em nikare tiştekÎ WANÎ BIBÊJE. VÎ ALÎ HEG DI XWENDIN Û NIVÎSANDINA KURDÎ DE LEHÇEYA SORANÎ BÊ QEBÛL KIRIN JI BO PÊŞVEÇÛNA KURDÎ MERHELEYEKÎ GIRÎNG BIBE. DI VÊ ÇARÇOVÊ DE KURMANCÎ DI DEMEKÎ NEDIRÊJ EWÊ ZAYENDÎYA XWE DI BI TÊSÎRA KURDÎYA STANDART DE WENDA BIKE. LÊ...(hun dikarin ev gotinê min tersê- ji hêla kurmancî jÎ fêm bikin) EW TIŞTAN GIŞ JI ALIYÊ DEWLET RE KANIBE ÇÊBE Û ÎTALYANÎ, ALMANÎ, ÇÎNÎ HWD BELKÎ NE JI BO ZAYENDÎ LÊ PIR TIŞTÊN TAYBETÎYEN LEHÇEYÊN XWE BI VÎ SENARYO XERA KIRINE/XELAS KIRINE Û GAVIKTIN NÊZÎ STANDARDÊ XWE BÛYE.



    BELÊ NIHA DEWLETEKÎ LI SER TEMAMÊ KURDISTAN NE AVA YE, EM BIXWAZIN JÎ NIKARIN TIŞTEKÎ WANÎ BIKE. Û HALÊ ME EV E KU EM XWEDIYÊ DU ZIMANÊ NIVÎS IN. Û MIXABIN KU HÊLA BAKÛR NIvÎsa başur nIzane. ê başûr, lI gorî bihîstina min xwendin û nIvîsandina kurmancî ji me çêtir baştirin e.



    nIha em carde werIn LI SER kampanya... ji bo stAndartkirina zimanê mîlyonan kurda ez karim zayendiyê kurmancî bikim quRbana kurdî. KESEKÎ QÛSURÊ MIN NENERE! HA EV JÎ HEYE: HUN, HEG JI BO FÊRBÛNA ZIMÊN HÊSANTIR BIBE EV KAMPANYA VEKiR, TENÊ PEYVIK MIN ji we HEYE: HUN QURBANA FRANSIZA BIBE. Ew zimanê xwe, BERDe mirovên xwe yên fransiz, li gerdûnê daye fêrkirin. ma TU DIBÊJE zayeNdiyê FRANSIZÎ JI Ê ME HÊSANTIR E KRO?



    NIHA... BELAV BIN LO, ÊŞA ZIMANÊ MIN DESTPÊKIR...



    2013.10.12-20:59 | biruya hayao miyazaki

    15. ev nivîsa dirêj a carna behsa kampanyayeke tirteylo dike û carna jî diçe li dora cihanê digere û tije xeletî ye, mafdar e. wey wey ev nivîs jî çiqas tevlîhev bu, ev çi mijareke bêbext e lo.

    hevalno ka herine lo...

    (bnr: tiralo tir lê baro)



    2013.10.12-21:33 | azadixwaz

    16. zimanê kurdî homoseksuele,dest nedinê.



    2013.10.12-22:19 | tivirloismail

    17. ew mijar şaş e. zayendÎ di nav zaraveyÊn kurdÎ de tenÊ di kurmancÎ yê de heye. zaravayÊn din ew windakirine. ne tenÊ zaravayÊn kurmancÎ zebanÊn din Ên iranÎ jÎ ew fonksiyona windakirine. ez zayendÎ yÊ ko di kurmanci de pir giring dibinim. fikrÊ min eew ko ew fonksiyona kurmanci yek pirayeka di miyanÊ zebanÊn ewropayÎ Û kurdÎ de ye...



    2013.10.12-22:21 | cinorek

    18. kuro hûn zimanê kurdî pûrt kin jî ji bo kesê mêjî-tirk î ziman-ne-hez dimis û pekmez ferq etmez. Dev û diranê xwe ji zimanê me yê bi xêr û ber berdin herin zûzûka xwe re laneke din bibînin. yaw nizam kê hinekî zimên hîn dibe dide kêra kalanî dike ku ziman bigure. ba-bavo ev ziman beranê mala bavê we nîne. li çiyayan maye dîn û cinokî ye wê we bi qiloçên xwe yên zayendparêz ve bikuje.*



    2013.10.12-22:40 | serhednişîn

    19. wê karê kurdên nifşên nû gelekî hêsantir bike. ji ber ku %90ê nifşên nû jî van zayendan bi kar naynin û loma axaftin û nivîsên wan de gelekî şaş-fêhmkirin an jî zor-fêhmkirin çêdibin.

    lê fikra min dîsa jî ranekirina wê ye. ji bir radigihînim rayedaran.



    2013.11.15-20:58 | simurg56

    20. ez dibêjim heçko xwestiyên vê tiştÊ aqilê xwe bi nên û pênîr xwarine qota!



    2014.02.13-01:55 | zero

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    germbûna global [1]
    germbûna ku li welatên wek endonezya û hindîstan û antartîka hêdî hêdî...
    lêkerên bidaçek [1]
    ew lêker in ku pê re divê hin daçek bên bikaranîn, da ku wateya wan ta...
    aktîvîteyên ku tenê nikarin werin kirin [1]
    Şer e, gerek e du heb kurd werine ba hev....
    stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
    ka li tehma wê binêrin, weke cixare li mirov dike, nikare dev jê berdî...
    aktîvîteyên ku tenê nikarin werin kirin [1]
    (bnr: pişt xurandin)...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kampanyaya di mehekî de 1000 nivîskarên tirşikê
    » rakirina wezareta diyanetê
    » zimanê suryanî
    » kurdîstan a sor û bêdengîya rêxistinên kurd

    Kategoriyên mijarê:: calaki ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî