Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
kampanyaya rakirina zayendên zimanê kurdî - tirşik
kampanyaya rakirina zayendên zimanê kurdî
(15) (2) (1)
di mijarê de bigere

21. kampanyayeka beredayî ye..

ji xwe ya ku kurdî karakterîze dike û ji zimanên din ên cîranan vediqetîne ev taybetmendiya wê ye..

ha hûn bêjin bi vî awayî hînkirin û hînbûna zimanê kurdî biçekî zehmet e, rast e lê, zehmetiyên bi vî awayî di her zimanekî de hene, ji bo nimûne di îngîlîzî de lêkerên regular û irregular hene û ev yek hînbûna îngîlîzî zortir dike, ka we dîtiye ku îngîlîzekî rabûye û gotiye, mala van feqîran bi jiberkirina lêkerên regular û irreglar ve çû mîratê, ka em vê lêkerên irregular ji nav zimanê xwe rakin û lêkrên xwe standartîze bikin..

bi tirkî ji bo tiştên wiha pûç û beredayî dibêjin deli saçması, bi kurt û kurmancî mirov çi jê re dibêje,an mirov dikare çi jê re bêje nizanim..



13.02.2014 05:10 | endazer

22. qampanyayek e kena mirov tîne, welle biila miletên din nebihisin tiştên wisa li ba diqewimin, hingê ew ê têr bi me bikenin



13.02.2014 17:14 | elomelo

23. yan wÊ rakin yan jÎ mamosteyekÊ bişinin cem min. ez nizanim (yan jÎ ). xelatiya min bÛ benişt di devÊ xelkÊ de.

seÛl, koreya başÛr



20.02.2014 17:03 | cinorek

24. kesê tewş karê tewş dike. aqilê sivik barê giran e. dewlemendiya zimanê xwe bikuj in ne? ev çi kampanyak û mampanya ne? kesê ku ji kurdî fêhm bike şixwe tiştekî wisa naxwaze û ev kampanya ji hêla nezanan ve hatiye darxistin.



10.05.2014 14:32 | siyajîn

25. (bnr: kampanyaya ku rakirina zimanê kurdî) *



10.05.2014 14:47 | karmatî

26. kampanyaya yê ku daye destpêkirin qet ji zimanan fehm nake û nizane bê ka çi ne? dibêjin qey ziman karê heneka ye. hemû kurd biryareke wiha bidin jî dîsa nikarin biserkevin.

(bnr: henekên pîs)



10.05.2014 14:51 | ceso

27. di serê yên vê kampanyayÊ dimeşînin hiş tine ye.. mejî jî tine ye valahiyek di serê wan de ye û serê wan jî belkî tune be..

(bnr: tiştên tewşomewşo)



10.05.2014 14:58 | mergehez

28. ew çend salin bi xêra tirşikê min kurmancî xeylek hin kir. lê hê jî gellek caran di mesela zayêndî de dikevim şaşiyê. Here lînkê
nizanim ez ê wê çava rast bikim.
lowma piştgiriyê tidim wê kampanyayê.



12.01.2017 11:11 | cinorek

29. Ez jî bi xêra tirşikê gelek hînî nivîsandina kurdî bûm. Ez jî jê hin mijaran guman dikim û nizanim qey ez rast dinivîsim an na. Babeta zayendî jî yek ji van e.

Sererastkirina ziman rasterast bi perwerdeya domdar û birêkûpêk re têkildare. Wisa wek bêsîstematîk û bêdewamî bere bere ziman tê asîmîle bûn û ji bîr kirinê. Perwerdeya birêkûpêk û dewamî pewîste dibe standardîze kirin. Nexwe kesên ji wanî ji êlîhiyan nikare fêm bike. Li ber rûyê hevdû şaş û sergêj bimînin. Lê ev standardîze kirin divê rastkirî be û dikare werê sepandinê.

Bikurtebirî ziman divê werê parastin. Ligel parastinê ziman divê werê standardîze kirin. Digel perwerdeya birêkûpek û domdar ji sedî not pirsgirêkên ziman di demekî kurt de werê çareserkirin. Bi zeman re digel wesfdar bûna perwerdeyê ev girêkên mayî jî hêdî hedî dê dibe vekirin.

Derman ne guhertina ziman e, derman hevotin û hînkirin e. Di her derfetê de vê babetê bînin rojevê. Divê di her zemînê de, di her platformê de piştgirî bidin, bal bikişînin li ser vê mijarê.



14.01.2017 13:34 ~13:43 | rûbar

30. karê trolan e di tirşikê de, ti kampanyayeke wilo tine ye.



14.01.2017 17:41 | daskan

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» kampanyaya newrozê ya erzaniya pirtûkan
» rakirina qedexekirin a wîkîpedîayê li tirkiyê 28.11.2019
» zimanê bernamesaziyê yê c
» kurdîstan

Kategoriyên mijarê:: calaki ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî