Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
cejna remezanê - tirşik
cejna remezanê
(3) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. a ku sibe ye. partiyê aşkere kiriye ku ji ber felestîn û rojavayê wê bi xemgînî bê pîroz kirin. ji xwe vaye çend sal e yan nayê pîroz kirin an jî bi xemgînî tê pîroz kirin.



27.07.2014 21:50 | azadixwaz

2. cejnekî pirrr xweş e.

ji ber ku mehek sax mirov rojî digire û bi roj tu tiştî naxwe. lê paşê dema eyd hat, mirov mal û mal digere û hema dixwe û hey dixwe *



nîşe ; cejna we pîroz be



27.07.2014 21:57 | brusk56

3. ne bi qasê cejna qurbanê be jî, xweş e.

ji ber ku qurban nayê serjêkirin û ji ber remezanê mirov di di xwarinê de dudilî dimîne ne bi qasê cejna qurbanê xweş e.

sibe dizanim ez ê di nava rojê de nezanim ka min çi xwari û nexwar. ji ber ku ev mehek e ji ber rojian elma mina xwarinê guheriye.



27.07.2014 22:38 | simurg56

4. Ji ber ku zêde xwîn naye herikandin cejneke paqij û aştîyane ye.

Wekî cejneke postmodern roja nîşandina statu û prestîjê ye.

Li welêt hinceta hevdîtina evîndar û tolaza ye.

Têrbuna feqîr û belengaze ye.

Roja ku salê carek be jî dibe wesîle ku em kurd hinekî sosyalbin..



28.07.2014 02:56 | birho_fîlo

5. Sibe ne dusib e. Li gundan dê wiha be: sibeeee zû şênî ji xew radibin. Bi gelemperî yên jin zûtir radibin û xwarinê ji yên mêr re amade dikin.(nalet li islamê bê). Mêr radibin, xwarin amade ye. Xwarina xwe dixwin û hinek xewa xwe didomîne hinek jî diherin mizgeftê(ez naçim mizgeftê û ez ê neçim jî). Xwarinê jinên malê radikin. Diherin li cihekî talde xwarinê dixwin ew jî.(ji ber ku eyb e xeyabûna wan)li mizgeftê nimêj tê kirin û bi gelemperî rasterast diçin goristanê. Dia mia dikin, şekiran davêjin li ser goran û vedigerin gund. (Li gundê me maleke dewlemend heye li ber goristanê. Her îd xwarinê çêdikin. Mêrên ji goristanê vedigerin diherin li wir jî xwarineke xweş dixwin.)



Li bajaran(zêde nizanim, bi qasî ku dizanim rave bikim)

Li gorî cîranan an jî li gorî mêvanan şêniyên malê dê ji xew rabin. Mêvan felan tune bin. Îd weke rojeke normal e. Heke ku mêvan jî hebin dê îd bibe weke rojeke ku mêvan heye.



Dirûşmên wê:

Malê îdya we bimbarek be..

malê îdya we pîroz be..

malê cejna we pîroz be..

oooooh birawo tu bûyî tarz haaa *



15.07.2015 18:55 | mergehez

6. cejna ku di roja ewil de ezê li stenbolê di nexweşxaneyê de nobedar bim, yanê ji welat û malbat û hevalan dûr im, zora mêriv dihere, çendîn xelaya xweşikbûna berê ya cejnan ji kurdistanê rabûbe jî meriv xemgîn dibe, xwe bi xwe dibêjim kuro hama ji bo dermanê be jî te rojek jî rojî negirt de îja daw'a çi dikî? tim û daîm bêrîkirin û poşmaniyên xamatiyê tîne bîra min



îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e 'îd

ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil bê'îd* *



15.07.2015 19:17 | ferhenga şikestî

7. (bnr: cejna zarûka)

cejna ez jî wekî her kesî jê bi gazin û lomeme jiber vekî berê ne xweşin tehm têde nemaye. berê ew çi kêf û kelecan bû ji îdara herê herê. ger dema ku ji bû îdê bot/sol bata sitendin min roja evara îdê dikir pê û pê radizam an dida ber serê xwe radizam carna min sola xwe dikir destê xwe pêxwaz diçûm jiber ku tozek xwe li sola min daneyne edî hingî ku min trabzana dikîr pê û min bota bi sala nedidît jiber wî hima min digot bira hebe û ez nekim pê jî ne xeme.. erê welle me wan roja jî dît tirşik xwedê ji wanra nehêle yê kû me kirîye van feqîrîya ger xwedê be bira ji xwera jî nehêle.



15.07.2015 22:30 ~22:31 | shorbevan

8. hê jî wekê wan çaxên ku ez zarok bi kêfxweşî û bi dilgermî pêşwazî dikim.. deravê eydê ji xwe re cilê eydê dikirim, bi diya xwe re diçim ser mexbere, yasînê li ser tirba pîrika xwe de dixwînim..

hê jî mal bi mal li eydê digerim.. dema em zarok, ez û çend kurmamên xwe em bi hev re li eydê digeran, vêca nas nenas me malek bernedida, dema ez biçekî mezin bûm, min ji pismamekê xwe re got kuro eyb e em neçin eyda malên nenas, xwe aciz kir, go kuro li cizîrê me malek nenas hêliştiye qey? bi xwudê hingî em eydan de çûne û hatine em jî bûne nefsê malê.. *



16.07.2015 05:06 | endazer

9. îro ye. dixwaze yê remezanê be, dixwaze yê qurbanê be; roja cejnê dayika min tim xwarinên birinc, safî goşt û tirşika fasûlî çêdike. lê vê cejnê ez nedikarîm biçam mala bavê xwe. sibê zû rabûm û fenanî her roj min taştê amade kir. ji bo pîrozkirinê wan geriyam. dema dayika min bi dengekî xeydokî got, hîn devê xwarinên min nehatiye vekirin. dilê min şewitî. nikarim vebêjim lê gêrîk êrîşî hundurên min kirin û kelogirî bûm. ev cejn ne tu cejn e îro..



17.07.2015 10:42 | biruya hayao miyazaki

10. (bnr: pîroz be!)

cejna ku ez ew roj bi rojîme. cejna ku duh êvarê bavê min di seet dozda/dozdeh (12)da bizorê min kir xew got emê şeveqê herin limêja îdê. ez bi şev difikirim û ketim etirîya wî ka gelo limêja edî çewa tê kirin? çend rikehete? ...? ji ber ez hê carek jî neçûme di emrê xwe da. werhasil dibên başe ji xwedê bû ku ne ji me bû me di xewda hişt û pir baş bû niha ez ciqas şikir bikim jî hindike yarebi çok şikir.



17.07.2015 11:44 | shorbevan

11. yek ji cejnên ku êdî tama wê qet nemaye. ne ji ber ku rojên berê xweştir bûn, mesele ne ew e. va çend sal e her rojek wek van rojan (rojên cejnê, şahiyê û hwd) her carê tiştek derdiket, an ji başûr, an ji bakur, an ji rojhilat, îsal jî hema ji rojava mirjînên me şehîdên vê axê ber bi malka xwe ve bêgiyan ref bi ref tên. ji ber wê tama devê tu kesî nexweş e wek berê, bi çi şekirî jî xweş nabe. li cizîrê di her cejnekî de tiştek bûye, vê carê roja şerefatê sê ciwanên wî bajarî li malbava xwe vegeriyan, ketin binaxê, dîsa konê şînê yê li bajêr cihê xwe xweş kirî li cihê xwe xwe pehn kir. mixabin.



17.07.2015 17:16 | xendekî

12. Cejna ku îro di otobesa Mêrdînê de pîroz dikim e. Ji bê xewiyê tu kes bîra cejnê nabe.



05.07.2016 05:17 | gulêê

13. cejna li kurda tenê Pîroz be!



05.07.2016 19:12 | shorbevan

14. ji ber ku piştî remezanê ye, ser û zikê mirov tevlîhev dike. di remezanê de mirov hîni birçîbûnê dibe, vêca dema yekcar dibe cejn, mirov mal bi mal digere û li her malê tiştên biçûk be jî dixwe. êdî mirov nizane ka birçî ye an ne birçî ye. hestên mirov tevlîhev dibe.



06.07.2016 10:42 | simurg56

15. di nav elewiyan hîda remezanê pîroz nakin ..hîda qurbanê heye lê ya remezenê ya sûniyan pîroz nakin,.li gundên ku ji bajaran dûr de hê weha ye..lê li bajaran de ji ber bandora cîranên sûnî, hatina zarokan bona şekirxwastinê, betlaneya fermî, bandora televîzyonê, pişaftinê.hwd çendin sedeman şekir, baklava dikirin û diherîn ba hev hîdê pîroz dikin..



06.07.2016 11:37 | havka

16. cejna bixwera ji xeynî nivîsandina li tirşikê ji hertiştîre wext haniye, xwedê jê razî..



07.07.2016 01:02 | shorbevan

17. Min vê eydê malek, nasek, cîranek berneda. wekê berê em hemû pismam, kurxal, mixaletî gihan hev û me cizîr serûbino kir. di eydên dî de ji ber gotgotên eyda reş, heta ev şer û nexweşî heye em eydê nakin filan nehêliştin em bigerin û tamê ji eydê bibînin. lê vê eydê me guh neda tu kesî û pakî ji tu evdê xwudê nekir.



07.07.2016 01:30 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cejna zozanan
» remezanê silopi

Kategoriyên mijarê:: cand oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî