1. - dersên "beden"ê. |
|
29.07.2014 01:09 |
paşê min got what the fuck
|
2. - dersên xwarinê. |
|
29.07.2014 01:10 |
paşê min got what the fuck
|
3. dema ez di dibistana seretayî de bûm, birayê min ê 2 salan ji min mezintir jî di heman dibistanê de bû. dayka min kutilkên di dims de çêdikir ku navê wî aniha nayê bîra min, me di tenefûsê de (ji xwe deh xulek bû) hev didît û me wan dixwar.. |
|
29.07.2014 01:24 |
brusk56
|
4. di dibistana seretayî de mamosteyê me yê ku diketî dersa çanda olê û zanînên rewiştiyê, gotîbû dema ku qurbanek were ser jê kirin divê ku serê qurbanê ber bi kabeyê be û bi gotina "bismillahî rahmanî rahîm"ê were gotin..ku wîsa nekirin goştê qurbanê nayê xwarin, dibe ku goşt bibe heram jî.. wê çaxê min bala xwe dabû ku dema qurbanekê ser jê dikirin serê qurbanê ber bi başûrê nişanî dikirin digotin aliya kabeyê ew der e û bi gotina "similyo"yê qurban ser jê dikirin ku hingê min xwe xwe digot gelo goştê vê qurbanê herame ku çima wekî gotina mamostê nabêjin..nîşe: similyo bilêvkirina bismîllahê herêmî ye.... |
|
16.11.2014 16:06 |
havka
|
5. bîranînên kevin in lê mirov ji bîr nake. |
|
16.11.2014 20:32 |
simurg56
|
6. dema go min dest bi xwendine kir ti cara ji bîramin naçe. |
|
16.11.2014 20:55 |
hûteheftserî
|
7. di dibistana seretayî de ji bo hîn kirina xwendinê pirtûkek kîteyê(hece) tê bîra min. di nav pirtûkê de kîteyên tirkî wekî ab, ac, aç, ad, af, ag,ağ, ah,ak, al, ..hwd nivîsîbû lê cihê am'ê ma hatibû nivîsin ku ew hin pir bala me zarokan dikişand.. bo wê em dikenîn, cihê am'ê ma nivîsandine, me digot çewtî nivîsandine ... |
|
16.11.2014 22:03 |
havka
|
8. ez hêj neketibûm pênc saliya xwe de min dest bi mektebê kir, hingî birayê min û xwuşka min wê rêkiribûna, behsa min gotin bila ev jî bi wan re here, de kes bela xwe lê nede, ji pola yekê tenê roja qeydê û roja destpêka mektebê tê bîra min, roja qeydê midûrê mektebê, (abdullah yaşın) bi kurmancî çend pirs ji min kirin, min jî bersiv da, go temam, qeyda min çêkir, û roja ewil ya mektebê jî li sekûya pêşiyê keçikek rûniştibû, feqîrê an ji tirs û heycan û fihêtiyan an jî ji ber ku bi tirkî nedizanî mîstibû bi xwe de.. neyse heta pola sêyê derbarê mektebê de hema bêjê tu tişt nayê bîra min, heta sinifa sêyê min lefzek tenê bi tirkî nedizanî, ez û xwuha xwe û birayê xwe em di eynî sekûyê de rûdiniştin, xwudê jê razî be birayê min, hem ji min re tercûmanî dikir û hem jî li mektebê jî û li malê jî spartekên min çêdikirin, lê tê bîra min maosteyan, muemeleya ''zihinsel engelliyan'' bi min dikirin, yanî hingî li cizîrê ev rehabîlîtasyon merkezî filan hebûna muhtemelen wê ez rêkiribûma yek ji wan.. pola sêyê rojekî mamoste ji lîsteyê navê min xwend, û ez rakirim ser texte, li ser texte du komik çêkirin, di yekî de ''sêvek'' û di ya din de jî ''sê sêv'' çêkirin, û ji min re go tişta ez bêjim dubare bike, wî go, ''elma'',''elmalar'' min go ''sêv'', ''sêvler'' belkî sih belkî çil caran wî her go elma û elmalar min jî go sêv û sêvler.. axirê mamosteyê ku heta hingî nayê bîra min şeqamek li yekî xistî, dîn û har bû, ji lingê min re girt û ez serqulîfatî kirim, darikek da destê birayê min go ez ê bigirim tu lê bide, birayê min ê bêîman jî te digo qey min bavê wî kuştî yî, bi daran ket ser min, bawerke hefteyekî min nekarî ez rûnim ser qûna xwe.. lê îşê ecêb piştî wê bûyerê, bi carekî re ez elimîm tirkî û hingî roja diçû dersên min baştir dibûn, û hingî di pola sêyê de belgename nedidan tu kesî, danê ewil, belgenameya teşekkurê û danê didoyê jî belgenameya teqdîrê dan min, birayê min jî ji ber ku emrê wî mezin bû, avêjtin pola çarê.. |
|
17.04.2015 14:45 |
endazer
|
9. sala ewil min li diyarbekir di xwend (bnr: pol) (sınıf)a yekî qediya jî min hê tirkî hîn nekir mamoste spartek/ödevdida min nizani bû daye jî roja din dihat mamoste digo destê xwe veke çend rojê carkî limin wisa dikir kerê kurê kerê. |
|
18.04.2015 13:35 |
shorbevan
|
10. cara ewil min fûtbolê di pola çaremîn de lîst.(heta eskeriyê jî carekî din min nelîst*) hevalên min rica dikir lê min digot ez niza'm û niza'm. gotin, temam were têkeve qeleyê, em ê nehêlin top biajon ser te... û heke ne şaş bim min 3 4 gol xwaribû. encama maçê nayê bîra min lê tu carî din ne min got ez ê bilîzim, ne jî yekî din hat bang min kir. |
|
29.09.2018 09:20 ~09:21 |
biruya hayao miyazaki
|
11. Ji ber ku min dibistana seretayî ya şevînî (yatılı) xwend bîranînên min pirr in. |
|
31.07.2019 19:29 |
xelîl
|
12. Dema em dinehêrin zarokên kurdan hemu ji ber zimanê dagirkera nizanibûn xwendekariya hemuyan bi lêdanê bihûriye. Li ser rûyê erdê bûyerên awha ji bilî me li tû derê ez bawer nakim qewimîbin.hingî ev tişt hatine serê me êdî bûye tiştek rojane ,tew hin kes dikenin û derbas dibin ku weke serpêhatiyek normal be. |
|
09.03.2020 14:08 ~14:11 |
tîrêj zana 21
|
13. zarotîya min li wargeha mexmûr derbas bû. piştî 4-5 wargeh guhertin gelê ji herêmên botan-hekarî penaber bûyî 98'an de li wargeha mexmûr sekinîn. ev bîranîna min jî digihe dora salên 1999-2000, li pola duyem a dibistana seretayî ya dr. nûrî dêrsimî bûm. |
|
09.03.2020 18:52 |
hespêsor
|
14. Ez jî li dibistana seretayî bûm lê nayê bîra min pola çendan bû. Mamosteyekî ji herêma behra reş hebû dikete dersên me lê qet venedigot, xwendekarên pola di ser me ra dersê vedigotin. Bi xwe mamostetî nexwendibû, tiştê ku tê bîra min beşa wî çandinî bû. Navê wî Elî bû. Me jê re digot malimê (mamosteyê) dîn. Bera jî weke dînan bû. Digotin her tim li jina xwe dixe. Mamosteyekî din jî hebû li gund. Digotin wexta ew mamoste nimêj dike eviyê dîn diçe tilîkan diavêje wî, li wî siwar dibe filan û bêvan. Welhasil rojekê xwendekarekî pênûseke wî veşartibû. Ji bo wî pênûsî di wê sermayê û herîyê de(demsal ya payîz bû yan jî zivistan) me hemûyan dirêjî erdê kir û li pênûs geriya. Dawiya dawî ew ehmeqê xwendekar pênûs jî da wî ji xwe. Em belaheq li wê erdê gevizîn. |
|
09.03.2020 19:29 ~2020.04.04 17:39 |
xabûrî
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |