1. eslê xwe de ferqek gelekî hêsan û aqilane ye lê dîsa ji jî jialiyê hinekan ve tên tevlîhevkirin. min ditiye ku di romanên kurdî de jî hatiye tevîhevkirin. |
|
29.07.2014 11:17 |
simurg56
|
2. rev, tirs û xof tijî ye lê bez ne werê ye. |
|
29.07.2014 13:40 |
kurê xelkê
|
4. armanc bi revînê ew e ku ji tiştek dûr bikeve. lê bo bezînê wateya giştî de ye. |
|
19.09.2023 04:42 |
cinorek
|
5. Hinek Kurmanc ji bo herduyan jî revînê bikar tînin. Ji min re pirr ecêb tê. |
|
19.09.2023 19:43 |
xabûrî
|
6. Ew kurmancana em in * li cem me lêkera bezînê tune ye . Em hem ji bo kaçmak hem jî bo koşmak revînê bikar tînin . |
|
20.09.2023 13:05 ~13:05 |
navîgiranmezelîwêran
|
7. Hema bêje heman peyv in lê di revînê de hêmenke din wisa dike ku ev lêkera revînê pêk bê lê di bezînê,bazdanê, bezyanê de kirde bi xwe û bi îrada xwe vê kiryarê pêk tîne. |
|
20.09.2023 18:51 |
bayê xerbî
|
8. Wateya bezîn'ê li cem me Erdîş'ê ku du meriv bi hev re nîqaşa pevçûnê bikin tê bikaranîn. |
|
22.09.2023 12:33 |
cezmîkurd
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |