Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
alparslan kuytul - tirşik
alparslan kuytul
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. xwediyê furkan egitim vakfiyê ye. ji edeneyê ye.

piştî fakûlteya avahisaziyê a zaningeha çukurovayê, li zaningeha El-Ezherê a li misirê, fakûlteya hukuka îslamê diqedîne.



09.08.2014 00:04 | brusk56

2. tam misilmanek e. her tiştî bi awayê herî net dibêje.

mirov hinek lê guhdar bike ji îslamê sar dibe. lê îslama rasteqîn jî a ew dibêje ye. ne ya diyaneta tirkan e. an jî ne ya profesorên îlahiyatê ne ku beşdarî bernameyên ku ji aliyê keçên nîv tazî tên pêşkêş kirin dibin.



09.08.2014 00:04 | brusk56

3. heta hetayê jî wê tirkên wek alparslanên kevn me kurdan bixapînin. ser navê olê emê çi guyê ji me bixwazin emê bixwin.



09.08.2014 08:14 | azadixwaz

4. piştî ku 22 mehan di hepsê de ma, hat berdan. 14 mehên girtîgehê, di odeyekê de bi tena serê xwe derbas kiriye. gazeteduvarê hevpeyvînek pê re kiriye û li gorî perspektîf û bawerîya xwe, gelekî baş xeber daye. tu cemaat an jî tarîqatek din ya tirkan (y rast ev kurd in) tu carî nekarîne bi qasê vî camêrî li ber xwe bidin û ji gotina xwe neyên xwar. gişt xwefiroş in û bûhayên wan hene.

yek ji sedemên girîng yên girtina wî ew bû ku li dijî operasyona efrînê şitexilî bû.



10.12.2019 20:28 | simurg56

5. di derbarê kurdan de ji oldarên din cûda diaxive. lê weke hemû cemaat û tarîkatan, ez ji vî û ekîba wî jî nefret dikim.



10.12.2019 23:39 | brusk56

6. Serokê cemaeta "weqfa fûrqan" e.
Ne weke serokê wan cemaetên dî girêdayî dewlet û hukûmetê ye. Gelek caran rexneyên xwe ji zaliman û ji zilmê texsêr nake. Baweriya wî çawa be wisa dişitexile û rexne dike. J'ber vê yekê zehf zilm dîtiye.
Yekî wêrek û camêr e. Xwidê pêre bê.



11.12.2019 00:48 | gumgumok

7. Her çi be, ew jî, wek yên din gewndeyeke!!!!!



11.12.2019 21:21 | serhedo bê kiras

8. Serkêşê cema'et û weqfa furkanêye, di ilmê xwede ji seyyîd Kutub feyz girtiye û di bin bandora wî de maye gelek xwe pêşxistiye ji tevhîdê yanî la îllahe îllallah pêştir tiştek nabêje bi zordariya hukûmata erdoğan bi niheqî dora salekîde heps raza, xwestin sewta wî sarbikin hê jî dixwazin lê ev ji ser ya xwe nayê xwarê bê mehne * merivek wêreke ji xwedê pêştir ji kesî natirse. Alimekî,Seydayek adile misilmanek îslama rast diajo, waazên wî pir xweşin. jibûna xwedê jê hezdikim. Xwedê wî ji serê zaliman kêmneke, û herkesî jî wekî wî ji jilmêre bêdeng neke.



24.05.2020 23:54 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» alparslan kuytul

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî