Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
ez ku îro pir xemgîn im lê yarêê - tirşik
ez ku îro pir xemgîn im lê yarêê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê straneka ku stranbêja kurd a rojhilatê welêt yelda ebbasî ye.

îcar ez berî du-sê rojan wek her car di facebookê de digeriyam. hevalekî behsa vê hevokê kiribû, gelekî keyfa min pê hat. digot:

"'ku' herî bêhtir li vê hevokê tê:

-ez ku îro pir xemgîn im lê yarê"

wileh camêr rasr gotiye. herî bêhtir li vê hevokê tê.



17.08.2014 13:51 | xendekî

2. (bnr: ku'yen zêde) :-)



17.08.2014 16:13 | karmatî

3. bi qasê wê -ê ya zêde ya di dawiya navê stranê de dixweye, ê ku ev mijar vekirî, hem mijar vedikir û hem di ber xwe de digot.. lê yarê lêê yarêêê..

straneke xweş e, ligel ew qas sînor û zeman hê jî bi hêsanî mirov dikare ji kurmanciya stranê têbigihe..



17.08.2014 16:24 | endazer

4. strana yelda ebbasî ye ku du sê sal berê li ser fesbûkê pir populer bû, li niha hinekî tê paşguhkirin. stran xweş e û tenê ne ya dewr û dewranekî ye meriv dikare her dem guhdar bike û têlê dilê xwe bihejîne.



18.08.2014 01:09 | ceso

5. strana ku ev versîyona wê ji pirr xweşe.



https://soundcloud.com/ehsmix2/homay-yalda-abbasi-le-yare-ft-mastan



05.09.2014 09:41 | karmatî

6. serpêhatîyek e ku ser stran hatîye gotin. bakûrîyan ev serpêhatî strana stranbêja heja yalda abbasî (ku eslê xwe rojhilatî ye lê mîlano ya îtalî yê dijî) pê hayîdar bûn.
ev serpêhatî û strana kovara folklorame hejmar yekemîn de hatîye nivîsandin.


lê yarê , çîroka zulm û talanê ye.çîroka cûdayî û hesîrtîyê ye.
lê yarê; êş û jana dilê behmênî ye hêsîrên çavên gûlnar ê ye
lê yarê xem e, derd e, xwîna rijîyayî li ser erdê ye...


ez ku îro pir xemgîn im lê yarê Lê yarê gulnarê

çav li bînan degerînim lê yarê lê yarê hevalê

nîşan je te ez nabînim gulnarê


derdê dilê min karîye lê yarê lê yarê gulnarê

qusan canê min xwarîya lê yarê lê yarê hevalê

dîdar maye qiyametê gulnarê


cayîlan ê kuştin,

jinan birin lê yarê lê yarê gulnarê

gulnarê min hêsîr kirin lê yarê lê yarê hevalê

wan firotin le kûçe û bazarê.


Yalda Abbasi Mohsen Mizazade Le Yare





18.06.2020 01:07 | golikvan

7. lê yarê/118548



18.06.2020 14:09 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» îro li ser ararat galîleyê insanim
» pirtûkên dîstopîk
» xemgînamed
» lê dînê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî