Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; tirsik.net
peyamên çepikkirî

9001. divê dimilkî jî weşana bike û butonên xwe bi zazakî jî amade bike. **



04.06.2013 16:40 | cekdar

22321. vê êvarî kirim û nekirim, tirşik.netê nehat Vebûn. EZ DIBÊJIM QEY VÊ PIRSGIRÊKA TENÊ MIN DÎT Û DIBE KU JI BER SERSALÎ NEHAT VÊBÛN.



06.06.2013 16:08 | endazer

26687. Malpera ku erka "brain storm/tofana hishê" gelek xweshik bi kurdî tîne cîh e. Meriv dikare bi vê tofanê ,bi saetan surf bike.



06.06.2013 16:00 | endazer

40993. nivîsandina vê sîte yê ji bo yî gel biçûçik lê ji bo yî mi tişteki gelek mazin e.ji ber ku gramer û nivîsandina mi ne baş e.hun dikarin bibejin karê te vede çi ye? ji bona ku ez hînî kurdî bibim mi ji vêde dest pê kir.



24.06.2013 00:37 | xewn

49186. ferhenga ku şeva min pê re derbas bû ye. de heta careke din bi xatirê we.



18.06.2013 18:49 | simurg56

51255. ferhanga ku pê xema dilê xwe direvînim

niha dema ku demên vala yên tije ecizî û bêhntengî zeft dikim xwe pê diewiqînim

rewşa ferhengê ber bi başbûnê ve dihere, sîstema nû ya tirşikê ji ya berê xweştir e û karanîna wê ji ya berê maqultir û hêsantir e niha bêyî ku kombersek peyda bikî dikarî peyamên xwe yên şaş hatî nivîsîn rast bikî yan jî jê bibî

hejmara nivîskaran zêde bûye lê nivîskarên elzem û sereke û bingehîn yên tirşikê dîlekçeya îstifaya xwe dane an jî bi bahane û hincetên pûç û vala dev ji nivîsandinê berdane yan jî kêm caran dema bêhn li wan teng bibe tên piçek direjînin û lêdidin diçin

nivîskarê herî çalak endazer ji nava me koç kir û çû, çend roj berê ez gihîştim wî got ez nema karim werim falan

mazlumozdogan (min wek her carî rast nivîsand) êdî mîna berê nayê car caran tê çend peyamên kurt dinivîse û diçe

nivîskara jin a herî çalak elegez jî êdî qet nayê jixwe

ya din gulan jî hama bêje qe nayê

ceso û oxir jî êdî ne ceso û oxirê berê ne encax divê bêhn li wan teng be

yên nû (ne hemû) piçek ji derê formatê dinivîsin

rasteqîn jî bû hayaletekî wenda

lê ev doz wê neqede heta hetayê wê berdewam be



08.06.2013 14:50 | simurg56

64806. malpera ku ev geleke xema tenêtiya min direvîne. min her tim çavên xwe li civatek wisakîno gerandiye hasil min dî û ez bûm endam.



26.10.2013 23:42 | nan û av

65428. ferhenga rêbera yekemîn seranser bi kurdî. dibêjin ji ber ''ekşi sözlük''ê derxistine û sernivîsê wê gere jiber ferheng û rêberê tirkî vebune nînvin. ez hevî dikim di nizikde navê wê xwe bi guherîne bike shorbe.net



27.10.2013 00:18 | endazer

67556. bela serê xwe û vê malperê disa hat.



27.10.2013 00:18 | endazer

68025. foruma kû ez niha xweyê wê tehdît dikim ez hêvî dikim ku herfek jî entryê min kêm bibe jê bê birin ger bira di dada dijminê min niyavin em bê bela û kuştin ji hev nafilitin û sond duxum min bîna barudê hildaye ez hetanî mêr ne kujim ez ranavim ji erasa vê malparêû hew.



27.10.2013 00:18 | endazer

71431. gelek ji te sar bûme lê çi bikim taliya taliyê tu ya me yî

edît: kîja biaqil reşşik dayiye vê peyamê meraq dikim, qey sebra wê/î nehatiye



08.06.2013 14:50 | simurg56

78184. ji ber ku behsa xebatên danasînê felan hatiye kirin min xwest bêjim. tirşik ji bo zimanê me bi rastî jî projeyek pir mezin û giring e. ji bo vê projeyê jî bi qasê min dîtî zêde zêde ked hat xerc kirin. ji bo amade kirina pergalê, ji bo danasînê, bi deh hezaran peyam hatiye nivîsandin heta niha.

ji aliyê din ve, beşa sînemayê, ya radyoyê, ya capsan, ya pirtûkan.. hema bêje ev hemû bêalternatîf in. malpereke din wek beşa sînemayê an jî ya pirtîkê an jî ya capsan tune ye bi kurdî.

lewma bi rastî jî tirşik hêjayê parastin û lê xwedî derketinê ye..

ji her kesê ku ji bo tirşikê dixebite re, serkeftinê dixwazim. keda we pîroz e ..



17.06.2013 21:54 | simurg56

78774. bikarnanîna evê malperê ji xelkê re zehmet tê..

li ser tîwîtê min dest bi lobiyê kiriye, lê bi kê re dipeyivim dibêje min qeyda xwe çêkir û ketim lê min tiştek fêm nekir,pirr tevlihev e falan. heta ez qal dikim malîk li min diçe mîratê..



08.06.2013 14:50 | simurg56

86892. (bnr: tirşika rast ne ev e)*



08.06.2013 14:50 | simurg56

92007. Geleke jê dûr im. Car caran min serîkî lê dixist bê ka çi lê diqewime lê way wê jî rewşa awarte ragihandî. simurg56 tedbîrên xwe girtî. Neyse bi saya vê yesaxê ez mecbûr bûm bikevim hesabê xwe û ku ketimê jî min piçek tirşikand. Lê gere ev yesaxa ne daimî be nek wê gelek zirarê bide tirşikê.



26.10.2013 23:42 | nan û av

95595. malpera ku ji ber nexebitîna wê çend roj girtî ma û me nû ferq kir ku em çiqas hînî bûne. bêyî tirşik mirov xwe kêm hîs dike. her roj qet nebe carekê mirov dixwaze têkevê da ku çend tiştan bixwîne û binivîsîne.



08.06.2013 00:32 | simurg56

95612. malpera ku bo hinek kesan (mina min) bûye mûbtelayî.
her çikas ku pir zêde nenivisimse jî ez hema hema her roj dikevmê û çi hatiye nivisandine dixwinim...



01.06.2013 01:27 | simurg56

112504. Li tirşikê Tam şeş roj paşê şeş salên min diqedin. Erê erê tam şeş sal in ez di tirşikê de dinivîsim. Min li vir gelek dostên hêja dîtin û bi wan re bûme heval. Îroj min go binêrim bê ka min kengî qeyda xwe çêkiriye, ji min tirê hê du sê sal bûye belkî Angaşteke fîşalkirî be lê heqîqeten hêj bawer nakim ku bûye şeş sal. Dema min tirşikê nas kir ez di zankoyê de xwendekar bûm hê pêvajoya aştiyê hebû hê pîra min û bavê min sax bûn hê ezep bûm hê zarokê min û mala min tinebû hê 23 salî bûm hê di porê min û riyê min de tayên spî tinebûn hê neketibûm kêlî û aliyên xedar ên jiyanê. Aniha, aniha bûme 29 salî porê min riyê min hetta simbêlê min bûne spî bê henek. Pêşî bûm memûr çûm Stenbolê paşê pîra min mir, paşê hatim Amedê paşê zewicîm paşê bavê min mir paşê kurê min çêbû, ji ser memûrtiya min re şeş sal derbas bûn, min mal kirrî, fêrî ajotina erebeyê bûm û min erebe kirrî, zarokekî 23 salî bûm lê aniha ev 14 meh in zarok mezin dikim. Pêvajoya aştîyê hebû rewşa kurdî û ya kurdistanê her ku diçû baştir dibû, aramî hebû hizûr û bêhnfirehî hebû aniha şer heye xwîn heye, di nava salekî de wek ku sedsalek di ser me re derbas bûye me li dewsa emrekî bîst Emr li xwe zêde kir. Lê tiştek bi tenê tiştek neguherî, 6 sal berê jî wexta saet dibû nîvê şevê, min têlefona xwe digirt destê xwe, diketim nava nivînan û diketim tirşikê. Aniha jî bûme 29 salî ketime nava cihê xwe û bi têlefona xwe di tirşikê de dinivîsim. Xudê emrê tirşikê zêde bike 6 sala me bera bibe 60. Na na ez nagirim dirik ket çavê min:(



08.06.2013 14:50 | simurg56

122000. Eger sed nivîskarên berdewam ên vê malperê hebin û her yek ji wan bi gorî zanebûna xwe deh peyam binivîsin, xêra wê ji xêra ewqas kovar û pirtûkan zêdetir be.
Enerjî û potansîyela li vir li ti dereke dî de tune ye



08.06.2013 14:50 | simurg56

123063. dibistaneke înteraktîf e.
ez zehv tiştan ji vê dibistanê û ji nivîskarên ezîz hîn bûm.
pênç sal ewil @qusxaneli ez anîm kirme endam, wê çaxê min heta rastnivîsa kurdî bîle nedizanibû.
paşê ez hînê devok, fikr, peyv, û hişên cuda cuda bûm.
reng li min zêde bûn, peyv li min zêde bûn, fîkr û ramanên min berfirehtir bûn.
û ji bo min bû koleksiyonek jî.
rojnivîskên min , peyvên min gotinên pêşiyan ên dayîka min... hemûşk li vir in.

îro min li ser mijara Yilmaz guney dîsa ferq kir ku ez çiqas bi şans im...
fikrên cuda, tez û antîtezên balkêş...

werhasil, xwedêkirî ez pênc sal ewil bûm endamê vê dibistana xweşik *



26.10.2013 23:54 | endazer

127430. (bnr: bila moderator endazer were guhertin)



01.06.2013 01:27 | simurg56

129199. holaaa tirşik! me go merheba? *

piştî demeke zêde zêde dirêj(7 sal) dîsa silav ji te re. xeweke dirêj de bûm û hişyar bûm. bi qewlê elî şerîatî; 'sizi rahatsız etmeye geldim.' na na heneka dikim * ji xwe ew qasî ne xurt im. min got silav lê ez bo xatirxwestinê hatim. revî revî çûbum beriya demeke dirêj. niha xatirê xwe ji we bixwazim, bila dilê we nemîne. paşê jî belkî bêm, belkî neyêm, kî zanê?

anyway; xatirê we!

aşağıtarafnotu: êdî ne dilkêvroşk :p



05.06.2013 16:48 | simurg56

129224. ew jî şov û reqsa xwe dike.
nizanim îja ew çi gotinên tirkî ne nav kurdîyê xistîye.
Qey tê bêjî Alî Şerîatî bi tirkî nivîsîye gotiye "ez hatim we acis kim"
nizanim çima lê ez zêde zêde jê aciz bûm.



26.10.2013 23:54 | endazer

134219. destpêka fermî û ya pratîk çiqas jev cuda ne nizanim, lê belê tesadif e, bi saya vê firefox/118851 û bi vê peyama yekemîn a tirşikê/122820 min pê derxist ku îro tirşik 8 salî bûye! waaa 8 sal! peyama yekem di tarîxa 2013.05.29-15:22 de hatiye dîtin li esmanên înternetê. û piştî çar mehan jî ez jî tevlî bûme. wayy... xwedê gelek 80 salên din ên bi bereket û xweşî bike nesîba tirşika me.


Here lînkê



06.06.2013 16:08 | endazer

139036. Biryareke rast e derengmayî ye.



26.10.2013 23:54 | endazer

139037. Ne 48 saetan belkî hejmara mijaran sabît bûya (wek 30 heb) baştir bûya lê dîsa jî guhertineke di cî de ye. Wê tirşikê hinekî zindî bike...



05.06.2013 01:52 | simurg56

143351. Malpara ku li ser bextê biaqila malê tirsik.net/143337 ku meriv nikaribe here ber derê mirtiba jî meriv dikare were ber derê vê malparê *

Ji xeynî endazer kesek di malde mabe bila haya wan jê hebe tirsik.net meriv bi serî dike *

Malpara liser navê wê û tirşikvana biaqila malê û ew hevalê sir pîrozdikin şad û bextewarbin û em spas dikin jiber ev bextewarî dane me jî akûbet li serê hemû tirşikvanên ne zewicandî



27.10.2013 00:18 | endazer