317. Ferhenga ku min bikaranîna wê ji bîr kiriye. ev saeteke ku ez li rûpela ku meriv nivîskarên online (têdeyî) didît digerim û nabînim. (bnr: emojiya rûtirş) |
|
01.12.2019 01:35 |
ceso
|
318. Bi Xwedê kî çekiri be , dest û pîyên wî sax bin, bi xera wan mirov derdên xwe jibîr dike. Çiqasî dinivîsim ewqasî ez ji derdên xwe dûr dikevim. Sipas tirşik.net. |
|
02.12.2019 00:10 |
merwano
|
319. yaw rûpelek pir xweş e. |
|
02.12.2019 20:38 |
brusk56
|
320. malpera ku ez rastî pirsgirêkek wê hatim. gav dî nivîskarekî hê sê peyam nivîsandî min erê kir û hersê peysmên wê xuya bûn. lê peyamên wê yên vê dawiyê xuya nabin. gelo sedem çî ye? bi hêviya ku konseya rêvebera tirşik.netê sibê vê meseleyê çareser bike. |
|
05.12.2019 02:25 |
ceso
|
321. @ceso |
|
05.12.2019 07:22 |
simurg56
|
322. Li ekşi sözlükê faşîstekî di bin sernavê tirşik.net de gotibû “nêzî 40 mîlyon kurd hene lê ferhenga wan de 3-4 meh e, entryek nehatiye nivîsîn”! Piştre min dît entrya wî xuya nake, leyla bûye. Lê çi ecêb e tê tirşik.net dinêre helal be ji mêrik ra, wî pîroz dikim! |
|
05.12.2019 22:38 ~2021.05.01 19:57 |
kajav
|
323. malpera ku, sernivîsa soundtrackên bijarte hatiye asê kirin. haya min ji vê yekê tune ye, sedema wê nizanim. min hewl da peyamek li wê sernivîsê binivîsim lê hişyarî derket pêşiya min. |
|
08.12.2019 23:49 |
brusk56
|
324. pêşîn; soundtrackên bijarte/38601 |
|
09.12.2019 18:59 |
simurg56
|
325. ev du roj in nikarim têkevim peyamên taybet ên ku yoda şandiye min lê dikarim yên din bibînim û bixwînim. çima? |
|
09.12.2019 20:44 ~21:09 |
biruya hayao miyazaki
|
326. Milê rastê cihê peyaman her tim peyamekî ji min ra hatî dixuyê lê dema diçim beşa peyaman, ti peyamekê nû tune ye.:/ |
|
09.12.2019 20:56 |
xelîl
|
327. @ biruya hayao miyazaki çareser bû. |
|
10.12.2019 20:22 |
simurg56
|
328. sernivîsa ku weke sernivîsa tirşik forum tê bikaranîn. |
|
10.12.2019 23:42 |
brusk56
|
329. gelek pasîf e. |
|
21.02.2020 22:45 |
brusk56
|
330. Kurdînûs berê xwe dane Twitterê. Zû de ye li Twitterê de tune me. Niha dinêrim bi geş û coş dinivîsin xwezî bihatina li vir jî binivîsandibana. |
|
21.02.2020 23:06 |
kajav
|
331. Rêvebir her tim, Nivîskar jî nivîsên ku diecibînin divê li ser torên din parve bikin van entryan da ku hayê xelkê bêtir jê çêbibe. |
|
21.02.2020 23:14 ~23:14 |
yusiv hemed
|
332. ferhenga tenêtîya bajarek valebûyî dide hîs kirin. Çend kes mane bajêr de pêjn ji wan jî nayêt. |
|
21.02.2020 23:40 |
hespêsor
|
333. rojek were an wê tevayî biqede ango wê tevayî bibe çavkanîyek mezin bo kurdên kurmancîaxev. |
|
22.02.2020 23:18 |
brzn
|
334. Ferhenga înteraktîf a kurdî ya ku ez pê şanaz im ji ber ku li ser mijarên virtîvala nizam çend hezar entry nayên nivîsandin. |
|
23.02.2020 23:05 |
xelîl
|
335. Bi rastî xêra tirşikê re di warê kurdî de bi gelek tiştan hesiyam. Û min rastiyek mezin li ber çavê xwe dît: li ser zimanê me xebatê cûr bi cûr û bi zanistî dibe. Min doza Malperê li ser netê ku meriv kare binêre û sepanê kêrhatî û hwd kir. Li ku derê rûdinim hema behsa tirşik ê dikim. Û hemûya vedixwînim vir lê zêde nanêrin. Ji bo min nîmetek bêhempa ye. Yê ku ava kiryiye û dinivîse mala wan hezar cara ava be* |
|
23.02.2020 23:21 |
rizgarm
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |