Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
tirsik.net - tirşik
tirsik.net
(203) (16) (1)
di mijarê de bigere

56. min vê berdestê sibê di xewna xwe de dît..

ez ji dil dibêjim.. min didît ku sîstem û dîzayna malperê bi tmamî guheriye û nûjen bûye.. eyn wekê kanalên hd yên televîzyonê dibiriqî, wekê eynikekî mirov xwe tê re didît..



02.03.2014 16:48 | endazer

57. malpera ku ji mobaylê dikim nakim nikarim têkevimê. li opera û opera mînîyê lîsteya sernivîsan dernayê. min îro uc browser mînîyê li telefona xwe bar kir. vê carê jî sernivîs dertên lê belê naveroka sernivîsa dernayê.



02.03.2014 19:22 | oxir

58. malpera ku dema di opera mini yê de bi "tek sutun görünümü" bê vekirin, gelek xweşik dikare bê bikaranîn. ez bi xwe bi vî awayî bikartînim û dikarim têkevim, peyaman jî binivîsim. lê elbet versiyonek mobile hebûya wê baştir bûbûya .

uc browserê de jî divê mirov sernivîsan rûpelek nû de veke. heynexwe naverok naxweyê.



02.03.2014 19:34 | brusk56

59. ferhenga ku her ku diçe geçtir dibe.

lê ji bo ku ev geşbûn, xweşbûnê jî bi xwe re bîne, divê em haj formata tirşikê hebin.

hinek peyam hene ku, tu têkiliya wan bi mijarê re tune ye, tê de pênas felan jî tune. tenê weke bersiva peyama pêşiya wî hatiye nivîsandin. peyamên wisa, hingî zêde bibin wê tirşikê ji ferhengbûnê derxîne, bike platformek weke facebook an jî forumê. lewma divê em ha jê hebin.



08.03.2014 09:09 | brusk56

60. saya wê îro min xewna xwe bi kurmancî dÎt. kurdÎya meriv zehf pÊjde dixe.



08.03.2014 17:53 | hun çawane heval:)))))))

61. hafiza ye kurdÎye. tu tişt jÊ da hinda nabin.



10.03.2014 21:36 | hun çawane heval:)))))))

62. Ê ku alakeyÊnvan ferhenga ÎnteraktÎf tune, belkÎ nizanin girÎngÎya tirsik.net'Ê. ferhenga ÎnteraktÎf ji bo pÊjde xistÎna zimanÊ zahf girÎnge. hama twÎta demirtaş retweet nekin, hama hun di twitterÊ welat rizgar nekin. werin wira zimanÊ xwe xilasbikin u serbixin. hinkÎ ji bo zimanÊ xwe serÊ xwe biÊşÎnin. bÊjin wiya çava dibu? wiya çava dihat nivÎsandin? ezÊ wÊ mijarÊ çawa vekim? xu bidin zorÊ.



ziman tune be, armanca doza we jÎ namÎne.



12.03.2014 17:50 | hun çawane heval:)))))))

63. ferhenga ku her roj yekî dibêje ez êdî lê nanivîsim , nizanim kî çi ji min re got.

bawerke em ê tu caran nekarin tahammûla fikrên hev bikin..



17.03.2014 00:03 | brusk56

64. ferhenga ku bûye wek leystika zarokan. xeyidîm nalîzim *



17.03.2014 00:11 | oxir

65. hingî ku her roj yek dibêje ez lê nanivîsim jî, xurttir dibe.



17.03.2014 00:18 | azadixwaz

66. ferhenga ku bi îsTîkrar di rêya xwe de dimeşe...



05.04.2014 01:00 | ceso

67. malpera ku hêdî armancên xwe tîne cih. (bnr: armancên tirsik.netê)



1- têra xwe rexne li partî, hunermend û navdarên tê kirin. ev ji bo kurdî kêmasiyek mezin bû. em fêhm dikin ku ev armanc hêdî hêdî tê cih, ji ber ku hêdî hêdî muxatabên rexneyan tên û giliyên xwe li me dikin.



2- gelek peyvên kurdî ji wendabûnê xelas dibin: (bnr: peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin) weke mînak bnr: zero/33973



3- êdî hinek tirşikvan dikarin xewnên xwe bi kurdî bibînin; tirsik.net/29954



4- kurdên ku xwediyê fikrên cuda ne, hêdî hêdî rastî hev tên û hînî nîqaşkirinê dibin. carina veqetîn û şer çêbin jî êdî qet nebe gûftûgo pêkan e.



û hwd.



20.04.2014 00:33 | simurg56

68. malpera ku pir kêfa min anîtiye.. malperek wisa di hişê min de hebû lê hê min nizanîbû çêkirina malperan, way xêrxwazekî berî min çêkiriye. hêvî dikim ku kêrî kurdan bê.. neyse serkeftin ji wê re



20.04.2014 10:19 | mergehez

69. Ji ekşi sözlük'ê veqetiye, malperekê otonom ava kirî ye *



23.04.2014 13:53 | mîr

70. ferhenga ku li ba gelek kesan hişmendiya zimên afirandiye.

mesela hema bêje hemû hevalên min ên derdora min, piştî ked û xebata ez li ber tirşikê xerc dikim dibînin, dixwazin ew jî tiştekî bikin û ew jî piştgiriyê bidin.



her kesê ku dema rastî ferhengek wek tirşikê tê, dixwaze ew jî tiştekî dane ser û ji bo wê berxwe dide.

nêzikê 1100 nivîskar vê yekê nîşan dide. yanê ji van 1100 nivîskaran belkî 500-600 kes peyamek tenê jî nenivîsandine lê dîsa jî bûne endam. hinek ji wAN JI BER KU JI XWE NE BAWER IN NENIVÎSANDINE Û HINEK JI WAN JÎ TENÊ JI BO PIŞTGIRIYÊ BÛNE ENDAM.



08.05.2014 02:39 | brusk56

71. malpera ku lê tirşik peyda dibe ye. kengê dilê we bixwaze: şert û mercên we çibe, saet çend be bila bibe hûn li ku derêbin jî bi saya tirşik.net ê hûn dikarin tirşikeke germ û xweş peyda bikin



13.05.2014 21:26 | renas

72. Heke, nivîskar û moderatorên vî platformê, armancê ewilê xwe nexin mijarên siyaset , bawer dikim, mirovên xweyî her fikr û raman tê li vir.

Fikr û ramanê min ew e ku, îro pirsgirêka kurdan herî mezin û girîng ziman e. Kurd, wextê gundê xwe derdikevin, zimanê xwe bîr dikin, dest ji berdidin. Di nav bajarên da mîlyonan kurd êdî nikare ji xeynî du, sê peyvik xeber de. Ew kesên kurmancî dizanin jî tên bal hev, ji hevra kurmancî xeber nadin.

Ji aliyek din Kurdên belkî %95 (belkî jî zêdedir) bi zimanê xwe ummî ye, nexwendî ye, xwendin û nivîsandinê wan tûne.

Kurdên Iraqê (kurmanc, behdin) zêde ser sosyal medyayê kurdî nanivîsin, şirove nakin. bo ziman Rewşa Kurdên Tirkiye, her sê aliye din xirabtir e…

Ji internetê dixwazin binêrin, ziyaret kirina, serdanê vî malperê di nava mehekî nêzikê 40.000 Mîlyon trafik, hatinûçûn heye. Ev jî têrê nake. Gelek nivîskar jî berê nivîsî ye, niha nanivîse. Lazime ku Sedema vî çiye em ser da bifikirin.



Loma, em li vir da ji sibehê heta êvarê ser siyasetê xeber bidin, ji hev dilê xwe bişkinin nabe. Kî dixwaze bira ji gorê dilê xwe binivîse, di platformek wekî demokratik û liberal da herkesê ra cih heye.



İnternet, wekî şoreş e, heke em qîmetê wî bizanibin… fersendek bêsînor e…

Gere heye, em vizyon û armanca xwe bilind bikin.



21.05.2014 11:10 | mîr

73. malpera ku, ev çend roje haya min jê tuneye. di alîyê bê îtîbarkirina pkkê, berê ecemî bû. lê weke îro min dît, edî bûye hostad. endazerê serokê me êdî bûye pispor û asta genîbûna devê xwe bilind kiriye. cinorekê hevalê min edî bûye.... na welle, ji bo cinorek tiştekî nabêjim. min sond xwariye ku ez ji wî re dengê xwe dernaxim. eger ez tiştekî bêjim, yê aciz be, bixeyide û biçe.



22.05.2014 20:34 | nazim tolhildan

74. îro qederekî ketibû di çalakiya derebedanînê de..



30.05.2014 21:19 | endazer

75. xwezî bergeha tirşik.netê "antik" ba û bişkokên favorî, îstatiStîk û helbet kul û derd jÎ HEBA. dîsa jî kêfa me jê tê.



31.05.2014 20:35 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsik.net > ekşi sözlük

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî