Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tirsik.net - tirşik
tirsik.net
(203) (16) (1)
di mijarê de bigere

186. Problemeke girîng heye. Piştî ku mere deng dide peyamekê, êdî nikare denga ku daye biguherîne an jê bibe. Gelek caran min bêhemdî pê li bişkokên dengan kiriye û bi wî hawî maye. Dengê ku tê dayîn nayê vegerandin.

Ji xêndî wê gelek caran jî ez dixwazim pê li bişkoka çeppikê bikim lê bêhemdî pê li reşşikê dikim. Berê mere dikaribû biguheranda lê aniha nayê guherandin..



10.11.2015 20:59 | mergehez

187. agahî: mirov dikare çeppik û dengdanên xwe yên din jê bibe. tenê herin panela xwe û ji wir jê bibin *

sîstema nû ya tirşikê/50887



10.11.2015 22:00 ~22:01 | simurg56

188. min di sala 2007'an de di 17 saliya xwe de dest bi kurmancî kiribû, hê 17 salî bûm, û min di sala 2013'an de dest bi nivîskariya tirşikê kir..

yanê du sal in ku li tirşikê dinivîsim ev kurmancî û agahiyên ku di derheqê kurdî û kurdistanê de hîn bûme, di van du salên min ji 6 salên min ên beriya tirşikê zêdetir in..

van rojan hinek azmûn û dersên min ên karmeniyê hene lewma dibe ku hinekî navbêr bidim.

hewce ye ev tirşik pirr baş bi ser keve û pêşve here, ez nikarim mînanî dijber bi tenê rexne bikim û li cihê bisekinim hew bnr û vbnr'ên bê'elaqeya yên mijarê bidim, di van du salan de pirr baş têgihîştim, ger tiştekî bixwazî divê tu bixwe bikî, belasebeb ji xelkê hêvî nekî, gelek projeyên min ên baş hene bo tirşikê, ezê piştî ev du mehan pê ve, ger xwudê hez bike bi cîh bînim..

pêşiya tirşikê vekirî ye..



13.11.2015 19:58 | ferhenga şikestî

189. ez meraq dikim, ger ku êrîşeke sîber li ser vê malperê biqewime, hemî tiştên ku hatine nivîsin, dê ji holê rabe? ango ger problemek biqewime û pergala malperê têk biçe wê çi be?

pêşî li ber têkçûnê hatiye girtin an na?

bernameyeke yedek a tirşikê heye gelo



14.11.2015 17:24 | ferhenga şikestî

190. xwediyê sîstemek resen û bi kurdî ye.

ev taybetiya wê him avantaj e him jî dezavantaj e.

avantaja wê:

- ji ber di kodên sîstemê de peyv bi kurdî ne, kesê ku bixwaze êrîş bike wê bi hêsanî mantiqa malperê fêhm neke. (weke mînak li url'ya vê rûpelê binêrin, tê de mijarid, iro, rupel dinivîse. di her qada malperê de wisa ye û tirk biyaniyê vê terminolojiyê ne)

- ji ber ku sîstemek resen e, êrîşkar nas nake û divê yeko yeko kifş bike.



dezavantajên wê:

- kodkirina malpera aîdê min û kodkirina min a ewil e. yanî tecrûbeya min tune. ji ber vê yekê mîna sîstemên weke joomla, wordpress ne profesyonel e. belkî loma ji êrîşan re zêdetir vekirî be.



şikir heta niha êrîşek serkeftî çênebû. tenê hinek hewldanên sabotajê çêbûn lê ew jî bi ser neketin.



ger em werin meseleya din; ez her 2-3 heftiyan carekê yêdeka danegeha tirşikê distînim. loma ger êrîşek berfireh û serkeftî li tirşikê were kirin jî encax peyamên wê 2-3 heftiyên dawîn wenda bibin *



14.11.2015 17:35 | simurg56

191. li tirşikê taybetiya favorîyê heye, lê meriv bi tenê favoriyên xwe dikare bibîne, ger meriv karibûya favoriyên her kesî/ê bibîne dê çêtir û baştir bûya..



15.11.2015 16:30 | ferhenga şikestî

192. malpera ku ji /1 heta /303 peyamên wê vala ne û peyama firefox/304 ya simurg56 dest pê dike.

(bnr: agahiyên balkêş derbarê tirşikê de)



15.11.2015 18:29 ~18:29 | dijber

193. Ev çend roj e ku carinan utf8a xwe winda dike. Di telefonê de problem tune ye lê di kombersê de utf8 tune ye.

Here lînkê



06.12.2015 22:28 ~22:29 | mergehez

194. agahî: xeletiya ku li jor tê behskirin heye ku ji ber xebatên li ser tirşikê bin. ev nêzikî heftiyeke li ser werger û zimanê tirşikê xebatên kûr tên kirin.



06.12.2015 22:35 | simurg56

195. di ekşiyê de gotineke klîşe heye, her û daîm dibêjin tehma berê ya ekşiyê nemaye falan û bêvan..

ez hîn wexta ku dikevim tirşikê heman hîsan min radipêçin, li layê çepê yê tirşikê dinêrim, li mijaran, li peyaman.. xwe bi xwe dibêjim êdî tehma berê ya tirşikê nemaye bi şeref..

ka ew nivîskarên berê, ka ew ken û xemên me yên berê yên dagirtî...

hezar xweziyên xwe par û pêraran tînim..

ro bi ro xwezî bi do...



27.12.2015 11:44 | ferhenga şikestî

196. aha min dest bi xebatê kir, ferhenga şikestî. ez ê hema tevgerekê ava bikim û vê pirsgirêkê çareser bikim. hoooooop navê tevgerê (bnr: tevgera ji nû ve vejandina tirşik.net'ê)



27.12.2015 12:42 | bêhna_piştî_baranê

197. malpara ji bû wê ewê rojên reş bidawî bibin.. malpara ne di wê tenêde tehm û xweşî tune, niha şerekî bê mantiq heye.. li ti derê tehm û kêf tune..



27.12.2015 16:36 | shorbevan

198. ji ber ku gelek kes qiymet û giringiya wê dizene, kengê hejmara peyaman bikeve asta krîtîk, tê û lê dibe xwedî *

lewma weke ku pergala nobedariyê hebe, dem bi dem nivîskarên popûler ûn pir dinivîsin digûhere. lê malperên wek tirşikê bi keda 2-3 kesan bi rêve naçe. elbet ji bêpeyam mayîne baştir e lê tama ferhenga înteraktîf jê nayê wê demê.

ji bo ku tama tirşikê xweş be divê bi rastî jî weke tirşikê be. yanê pir nivîskar û pir raman û pir mijar hebe.



27.12.2015 21:41 | brusk56

199. tevî hemî xebatên vê du salan, tevî hemî reklam û helmetan jî, nikare bandora xwe li ser civata kurdan û çapemeniya kurdan deyne..

berê min digot qenebî karibe rojeva kurdistan û cîhanê her roj di hêla çepê de bihewîne û her roj kêm zêde agahî û zanyariyên cur bi cur di vê ferhengê de bên nivîsin lê ew jî nebû, nabe..

nivîskarên xweşnivîs, çalak û zana jî ketine sendroma xwe-xelaskirinê, hêdî hêdî ji ber teşqeleyên xwe yên şexsî destên xwe jê dişon.. yên nû tên lê tiştê ku binivîsin, nabînin...

dema wilo dibe ango surkulasyona peyam û mijaran nabe, ji dilê min jî nivîsandin nayê



05.01.2016 19:21 | ferhenga şikestî

200. malpera ku navê wê ji aliyê çêkerê wê simurg56 ve hatiye danîn.



06.01.2016 11:02 | brusk56

201. min îroj ji 40 bêtir entry nivîsandin di vê ferhengê de, do jî gelek nivîsandin.

ji bo entryên ku min di van du rojan de nivîsandin, dikarim bêjim bi qasî 50 rûpel min tişt xwendin li ser netê gelek ji wan jî min jiber kirin bo ku karibim bi kurmanciyekî fesih binivîsim, bila tehma wergerê jê neyê, carinan xwêdan ji qûna min diavêjê lê kesinan tên bi kurmanciya xwe ya jihevketî û teqlomeqlo tu qedr û qîmeta xelkê nadin û bi ser de jî bi şêwazeke kirêt keda xelkê binpê dikin..

ha bila ji we re be heta ji we tê bi entryên xwe yên binpêketî vê ferhengê veguherînin sergoyê, ji min xilas!



10.01.2016 18:38 | ferhenga şikestî

202. malpara ji xwe ji berêde seleve (biborin) ez naxwazim ji rîyê minde bibe sergo.., malpara ger kêmasîyên lênûsê wê shorbevan hebin hûn dikarin gohê wî kaşbikin.. malpara nivîskarê wê yê bi navê serhat avcı gazin û loma dike lê bira bîhna xwe fireh bike neletê li kesê reşşik dide peyamên shorbevan bîne dev ji evê reşşik didin wî berde..





hişyarî: nelet wekî biwêj hatîye bikar hanîn dîsa kî dixwaze dikare şaş fehm bike..



10.01.2016 19:23 | shorbevan

203. ji azmûnên mezin yên kurdan e. gelo wê kurd bikarin xwe bixwe malpereke înternetê bi rê ve bibin?



em bibêjin tirşik dewleteke serbixwe ya kurdan e.

1- zagona vê dewletê formata tirşikê ye. ev zagon bi nêrîn û pêşniyarên tirşikvanan hatiye nivisîn û li gorî şert û mercan dikare were rojanekirin.

2- divê her nivîskarê tirşikê li gorî vê makezagonê tev bigere. (jixwe wisa ye)

3- divê tiştên derî makezagonê neyên qedexekirin. weke mînak ger li gorî makezagonê reşşikdayîn serbest be, divê bi rastî jî serbest be. ger li gorî qanûnan her nivîskar bikare di binê her mijarî de binivîse, divê neyê astengkirin. yanî divê ne mîna qanûnên dewleta tirkan be.

4- divê demokratîk be.





li gorî van şert û mercan, ger di rêvebirina tirşikê de problemek hebe an jî ger li gorî serdemê problemên nû derketibin holê, wê demê divê ev problem li gorî normên li jor, werin çareserkirin.

yanî tirşikvan dikarin ji bo çareseriya probleman/îstîsmaran daxwaza guhertina qanûnan an jî çêkirina makezagonek sivîl bikin *



bi kurtî, ji bo ku bêyî ku parçe bibe an jî bikeve şerê navxweyî û birakujiyê: tirşik çawa dikare were îdarekirin? bila daxwazkarên dewleta serbixwe, pêşîn vê pirsê bibersivînin.



11.01.2016 00:07 ~00:13 | simurg56

204. dewleta carna hinek memûrên/ewlekarên wê bê sebeb min binçav dikin dibin asteng.. lê ez jê xweşim û ez kefîlim xwedê jî jê xweşe..



11.01.2016 00:32 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsik.net

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî