Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirsik.net - tirşik
tirsik.net
(203) (16) (1)
di mijarê de bigere

297. carna hebûna wê bi demeke dirêj tê jibîrkirin bo min. carna jî di dilê xwe de dibêjim ew qas kesên çalak hene li vir çima kes ji wan nayê wîkîferheng û wîkîpedîya kurdî. pey re dibêjim boş bide bila here. Ev der, çima xoşîya merdimî pê têt şima zanî, yanê tu dikarî çawa hate ber devê te tu wisa xeber bidî. hema belasebeb. tiştên beredayî dikarî binivîsî. mîrata wîkîpedîyayê wisa nîne, mêrik tê bo çend hevokan bi te re dikeve nîqaşê. Îcar nizam.



29.03.2019 00:01 ~22:00 | serhednişîn

298. Hem ji bo bipêşxistina zimanê hem jî bo zanebûnê malpereke pîroz e. Mirov dikare li ser gelek mijaran binivîse an jî danasîna pirtûk û fîlman bike.



29.03.2019 00:10 | hesinkar

299. wek min got seo'ya vir tune û kêm e.Li ser googlê bi navê "tirsik" va jî nehatîye asta xweya yekem.
Nav ( title ) û nasandin (description) malperê jî tune.Ez bawerim ku ziman (
zimanê kurdî nayê nasîn li ser googleê ) ne hewceye lê xeynî ziman mîjarên ku hatine nivîsandinêda jî ev malper tune.



29.03.2019 00:53 | brzn

300. mala me ye..



29.03.2019 12:26 | bûtîmar

301. Min biryar da kû ez êdî nakevim "ekşîsozluk" a tijî faşîst û dijminê kurda bûne. Ez hatim vir. Ev der mala min e. Li wir her kes pehîna xwe li kurdan dixe, min carek din jî fehm kir; bê welat jî mirov nikare bijî**



29.03.2019 13:31 | azîzko

302. Rojek dibe ku bibe referansek mezin ji bo kurdên ku dest bi hînbûna zimanê kurdî dikin.



25.04.2019 23:29 | brzn

303. malpera ku heta niha kedek dêwesa lê hatiye dayîn.
ew ê elbet rojekê biçirise weke stêrkek.



25.04.2019 23:43 | brusk56

304. Çima hinqas bê denge lo



05.05.2019 00:35 | masîyekjinavbehrawanê

305. Malpera ku bi bêdengiya xwe êdî bêhna min teng dike.

Berî qe nebe simurg56 hebû. Ew jî bû çûk û firî çû. *

û Ferheng jî naxebite. Haja kesê jê heye gelo ? :(

twitter jî li gorî min nîn e ezbenî. Li wê derê jî bi henekên eletewş û bi xortên ku li pêy keçikan û keçikên li pêy îspatkirina xweşikbûna xwe tijî ye.

Bû salek min dev jê instagram û facebookê jî berdaye.

Yanî tirşikvanên windabûyî û ji-tirşikê-dûrketî, tu warê min xeyn ji tirşikê tune ye.

Ez xwelîsero çi bikim ?



25.07.2019 19:54 | xelîl

306. dema ji min dûr be, kêmasîya wê di kurdîya xwe de hîs dikim.

ev bi qasê mehek e ku ji tirşikê dûr im. piraniya wextê min li kar derbas dibe û li wir tenê bi nexweşan re û ten bi 10-20 peyvan bi kurdî diaxivim weke din aktîvîteyek min ya bi kurdî nîne. lê tenê di nava mehekî de jî pê hesiyam ku mejiyê min êdî wek berî nikare peyvên kurdî ji arşîva xwe derxe û têxe hevokê.
ji ber ku keça min êdî diçe dibistanê, êdî hînî tirkî jî bû. loma zimanan tevlşhev dike û dema bi kurdî diaxive gelek peyvên tirkî tevlî dike. ez jî bi zimanekî nerm wê hişyar dikim û kurdîya gotina wê jê re diêbjim ku hîn bibe. aha tam di vê rewşê de dibînim ku ez jî hinek asê dibim di dîtina kurdîya beramberê hinek peyvên bi tirkî de.

welhasil, me go merheba. û cihê keyfxweşîyê ye ku tirşik bêyî nifşa ewil ya nivîskarên tirşikê jî li ser lingan dimîne.



27.07.2019 19:47 | simurg56

307. Belê brêz simurg56 vegera tirşikê. Çavê me rehen!

Lê ferheng hêjî naxebite gelo. Divê çareseriyek bête dîtin ji bo wê.

Nizam tiştek ku em bikin heye ?



28.07.2019 09:12 | xelîl

308. Malpera ku wê rojê moralê hevalekî min xira kir e. Mesele wiha bû; hevalê min li gora behs dikir dixwest mallereke ava bike. Tam formata tirşêkê de. Min jî jê re got ji xwe mallereke bi vê rengê heye. Moralê wî yekcar xira bû.

(bnr: xwasteka yekembûnê)



03.08.2019 00:35 | serbes

309. Malpera ku zû ve ye jê dûr mabûm. Min îro got ka bikevimê ka çi heye çi tine lê mixabin bi qasê ku min dîtî li ber sikratê ye, çalakbûna berê hîç tine ye. Neyse min xwest bi nav û şîfreya xwe têkevimê lê mixabin min şîfreyê jî ji bîr kirîye. Min ji emaila xwe re şîfreya nû xwest lê tiştekî ecêb qewimî, li sernivîsa e-maila hatî "organikurunevi.com" dinivîsî, bila haya malpersazan jê hebe...



12.09.2019 02:29 | oxir

310. platforma azadîyê ye. nivîskarên wê jî (bnr: tirşikvan) gişt mîna wê ne, serbest û serbixwe.

piştî nivîsandina 10 peyaman hûn jî dikarin bibin nivîskarekî\a azad. wekî nimûne, hûn dikarin rasterast heqeret li elewîyan bikin. serbest e.

/89008



16.11.2019 12:31 | mirovekirind

311. Li tirşikê Tam şeş roj paşê şeş salên min diqedin. Erê erê tam şeş sal in ez di tirşikê de dinivîsim. Min li vir gelek dostên hêja dîtin û bi wan re bûme heval. Îroj min go binêrim bê ka min kengî qeyda xwe çêkiriye, ji min tirê hê du sê sal bûye belkî Angaşteke fîşalkirî be lê heqîqeten hêj bawer nakim ku bûye şeş sal. Dema min tirşikê nas kir ez di zankoyê de xwendekar bûm hê pêvajoya aştiyê hebû hê pîra min û bavê min sax bûn hê ezep bûm hê zarokê min û mala min tinebû hê 23 salî bûm hê di porê min û riyê min de tayên spî tinebûn hê neketibûm kêlî û aliyên xedar ên jiyanê. Aniha, aniha bûme 29 salî porê min riyê min hetta simbêlê min bûne spî bê henek. Pêşî bûm memûr çûm Stenbolê paşê pîra min mir, paşê hatim Amedê paşê zewicîm paşê bavê min mir paşê kurê min çêbû, ji ser memûrtiya min re şeş sal derbas bûn, min mal kirrî, fêrî ajotina erebeyê bûm û min erebe kirrî, zarokekî 23 salî bûm lê aniha ev 14 meh in zarok mezin dikim. Pêvajoya aştîyê hebû rewşa kurdî û ya kurdistanê her ku diçû baştir dibû, aramî hebû hizûr û bêhnfirehî hebû aniha şer heye xwîn heye, di nava salekî de wek ku sedsalek di ser me re derbas bûye me li dewsa emrekî bîst Emr li xwe zêde kir. Lê tiştek bi tenê tiştek neguherî, 6 sal berê jî wexta saet dibû nîvê şevê, min têlefona xwe digirt destê xwe, diketim nava nivînan û diketim tirşikê. Aniha jî bûme 29 salî ketime nava cihê xwe û bi têlefona xwe di tirşikê de dinivîsim. Xudê emrê tirşikê zêde bike 6 sala me bera bibe 60. Na na ez nagirim dirik ket çavê min:(



24.11.2019 23:24 ~23:26 | ferhenga şikestî

312. ferhanga ku ez gelek ecibandime.
gelek nivîskarên kevin ên gelek hêja vegeriyane û dest bi nivîsandinê kirine.
ger tirşik bibe weke berê, belkî welatê me jî bibe weke berê, şer bisekine..
di pişt de mûzîkek xemgîn heye îcarî giriyê min hat..



24.11.2019 23:43 ~23:43 | brusk56

313. ya min jî şeş sal çêbûye. 22 roj bûrîye jî. *
belê, berî şeş sala ez bûm endamê tirşikê. min kurdîya li vir pêş xist. min gelek mirovên hêja bi xêra tirşikê nas kir. min gelek tiştên xweş ji tirşikê wergirt. carna min kêf û kelecana xwe berî her kesî ji tirşikê re got. xwedê tirşikê ji parîka nanê me kêm nekê. *



25.11.2019 23:38 | xwelî li ser

314. Nêzî şeş meh e her roj dikevim û entrya dixwînim nû bûm endam, çima nû? Heyran çend roj e, tirşikvan zêde bûne min got bes e, ev roj îro ye. Û min qeyda xwe çê kir. Homa xêr bikero.



25.11.2019 23:47 | kajav

315. malpera ku êdî mirov sernivîsan wenda dike.
dixwazim peyamek binivîsim, ew sernivîsa ku dixwazim lê binivîsim li nav 4 rûpel sernivîsan de wenda bûye.



01.12.2019 00:08 | brusk56

316. Malpera ku van rojan bi coş bûn û qelebalix bûna xwe daxwaza min a nivîsandina bi kurdî dîsa hil û geş kiriye.



01.12.2019 00:15 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsik.net li ser wîkîpediyaya tirkî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî