Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
tirsik.net - tirşik
tirsik.net
(203) (16) (1)
di mijarê de bigere

76. nivîsandina vê sîte yê ji bo yî gel biçûçik lê ji bo yî mi tişteki gelek mazin e.ji ber ku gramer û nivîsandina mi ne baş e.hun dikarin bibejin karê te vede çi ye? ji bona ku ez hînî kurdî bibim mi ji vêde dest pê kir.



31.05.2014 21:02 | radîşo

77. ji bo tirka sedema acizî û ji ber acizê kutana hev û din e.

ev çend roj in ku êrîş li tirşikê dikin û dixwazin sabote bikin.

(bnr: êrîşa faşîstan ya li dijî tirşikê)



armanca wan ew e ku bibin nivîskarê tirşikê û paşê jî di binê hemû mijaran tije dijûn fîlan bikin. lê ji ber ku tirşik bi temamî kurdî ye û ya bavê xwe be jî nivîsên tirkî qebûl nake; nikarin xwe kamûfle bikin, xef bikin û ji çomeziyê derbasî nivîskariyê bikin û êrîşa xwe pêk bînin.



ger tirşik weke gelek malperên din, bi kurdî û tirkî bûya, wê bikariyan xwe veşêrîn û sabotaja xwe bikin.

aha em ji ber vê yekê dibêjin, têkoşîna kurdan %99.99 girêdayî zimanê kurdî ye.

ji ber ku ya ku me dike kurd û ji yên din cûda dike, ziman e û ne tiştek din e.



heye ku ev mînak ji bo siyasetê jî derbasdar be. ji ber ku tevgera kurdan li tirkiyê bi tirkî kar dike, yên kurd û ne kurd hemû dikarin xwe tê de veşêrin û ajaniyê fîlan bikin.

ger ne wisa bûya, qet nebe wê ajanên me jî neçar biman ku hînî kurdî bibin.



31.05.2014 22:19 | simurg56

78. ferhenga ku êdî kesê peyam nenivîsandî nikare bibe nivîskar.



ne ji bo êrişa încîciyan be jî, bi min divê wisa be ji xwe. bila êdî herkesê ku dibe endam nebe nivîskar. him bi vî awayî wê nivîskarî popûlertir bibe. yanê dema herkes dibe nivîskar, mirov dibêje "nexwe ne tiştek taybet e" û ji bo bibe nivîskar xwe berxwe nade.



04.06.2014 00:26 | brusk56

79. mîratê tu îstîqrar (ji qerreya erebî tê) di nav nivîskarên wê de nîne.. heçÎ tê ji kêf û hewesa dilê xwe re qasekî ditirşikîne û lê dide diçe.. tenê nivîskarên berê ku demekî têra xwe aktîv bûn niha di tirşikê de nivîsandibûna tirşik niha di rêzkirina ferhengên înteraktîv de ji kulûba pêncê dernediket..



06.06.2014 01:09 | endazer

80. dembaş hevalno ezji jıbo alikariyi bıdım tîrşik neti amademe.



20.06.2014 20:44 | serhadperwer

81. ferhenga ku di van pelên dawî de, ji ber niqaşên olî û siyasî, di nav nivîskaran de peyamên nexweş û teqez ne li gor formatê belav bûye. di bin navê nivîskarekê de haqeret kirin bi çi mantiqî tê kirin fêm nakim.



mesele ne meseleya du kesan e. çi mijarên siyasî çi ên olî. divê herkes tenê fikra xwe binivîse. mirov di nav peyamên xwe de dikare bêje, "yên ku wisa dibêjin bila herin nizanim çi bikin". lê di payamê de rasterast behsa yekî kirin, navê wî/wê nivîsandin felan, ne rast e û dibe sedema şexsî bûna meseleyan.

mirov ne mecbur e bersiva her tiştî bide. dema mijarek vebû li gor peyamên hatî nivîsandin, mirov dikare 2-3 peyaman jî binivîse lê x tiştekî dibêje, y bersiv dide. paşê dîsa x tiştek dibêje dîsa y x y x y x yx yx yx yx .....



ji we rîca dikim wisa nekin. ji xwe weke hûn dibînin, em li vir 40-50 nivîskarên aktîf in ku tirşikê bi rêve dibin. mijarên olî mijarên siyasî felan ferhengan gelek çalak dike lê ger mirov nezane biaxive wê di her mijarê de nivîskar bibin du alî û wê hinek ji hev bixeyidin felan.



aligirên pkkê, ên pdkê, ên pydê, ên akpê, ên cemaatê, ên îslamê, ên daîşê hwd û muxalîfên wan, ji kerema xwe re haj zimanê xwe hebin. bila armanca me ne aciz kirina ya li hemberê me de be. an jî xwe rehet kirin be. bila em fikrên xwe bibezînin. bi fikrên xwe gûftûgoyan bikin. tu kes naxweze peyamên wek şîroveyên youtube'ê bixwîne. lê ger em fikra xwe bi rêk û pêk bînin ziman, him belkî em bikarin hin kesan îqna bikin, him jî wê herkes bê û li vir mijar û nivîsên me bişopîne.



carek din dibêjim ; ji kerema xwe re heqeret li nirxên tu kesî, li tu nivîskaran û li tu baweriyan nekin.



25.06.2014 00:12 | brusk56

82. Ronesansa kurda ye... di nav kurda da çaxekî reş û tarî girtiye, çaxekî çîlspî vekiriye



18.07.2014 23:50 | mîr

83. îro cara yekemin e ku lı ser komputerên nexweşcaneyê ji vedibe. bi xwedê ev gelek baş bû *

êdî em ê bikarin di nobetan de jî bitirşikînin.



25.07.2014 00:51 | simurg56

84. malpera ku ez heroj hima bêje 10-15 caran çav lê digerînim lê bi xwe re nabînim ku rêzek binivisînim.



30.07.2014 00:58 | ceso

85. malperek zoor ciwan e. dizanim ez jî pir nanivîsim lê her roj carekê teqez lê dinêrim ..



30.07.2014 13:07 | paşê min got what the fuck

86. malpereke seksî ye.



30.07.2014 15:36 | gernasnenas

87. vi malperÊ da dibejin keç bi xwe teklifÊ dikin.



30.07.2014 15:45 | mala te ava

88. kareki pir zor û zehmet dike. em nikarin ekşi sözlük ra bidin ber hev.



ji ber ku zimanÊ kurdÎ ne zimane perverdehiye Û asimilasyon herÎ diçe zÊde dibe. bajarÊ kurd da kes kurdÎ neaxife ka ma nivisandin.



pirsgirekÊ ekşi sözlük wisa tunebu waxta 2002 da ekşi sözlük vebu zimane tirkÎ zimanÊ gelek giring bu ne pirsgirik bu nivisandina wi zimanÊ.



07.08.2014 23:53 | mala te ava

89. malpera dev jê bernade heta ku ser bikeve. bila tu kes nemîne hêviya tişteke wisa.



08.08.2014 00:09 | azadixwaz

90. (bnr: berxwedana kurdî)



08.08.2014 01:05 | brusk56

91. malpera ku girtina wê bi tu awayî ne rojevê de ye û tiştek wisa tu car na be jî. li vir nêzikî 50.000 peyamên tirşikvanan heye, em nikarin vî keda mezin bavêjin sergoyê. heye ku popûlerîte kêm bibe an jî zêde bibe. armaca tirşikê tiştên din in jî: (bnr: armancên tirsik.netê)



îşelleh heta ji me bê, wê weke malperên wergerine.com(6 sal) û turkcekurtcesozluk.comê(4 sal), domdar be.



08.08.2014 10:09 | simurg56

92. Tiştek xweş e. arşîvek e. di salên pêş de wê pir populer be. di serê min de jî hebû tiştekî wisa, lê ka pere? wa ye we vekir. malî ava.



08.08.2014 10:23 | gernasnenas

93. malpera ku hêvî dikim beşdarên wê gav bi gav zidetir bibe



08.08.2014 10:50 | birazî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsik.net > ekşi sözlük

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî