Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tirsik.net - tirşik
tirsik.net
(203) (16) (1)
di mijarê de bigere

221. nivîsek wiha dertê ; (stur:tu ne endamek kevin î! Agahî: Tenê nivîskarên tirşikê yên kevin dikarin naveroka tirşikê bibînin.

(Ger te têketinê nekiribe jî here têketinê bike)



21.07.2016 00:14 | shorbevan

222. (bnr: ohal)

oha! *



21.07.2016 00:17 ~00:18 | azadixwaz

223. bi tirkiyeyê re li tirşikê jî rewşa awarte hat ragihandin.

êdî yên netirşikînin wê nekaribin ji tirşikê mifayê wergirin û mijar û peyamên di tirşikê de bixwînin, bi qewlê delî emînê vîzonteleyê çi qas teqle ew qas tirşik, teqle nebin tirşik jî nîne. *



têbînî; xwezî ji zû de me ev sîstem rûniştandiba, heta niha pirraniya nivîskarên tirşikê bêyî ku bikevin tirşikê wekê mêvan çendekî xwe li ser tirşikê mijûl dikirin, û lêdidan diçûn, lê niha yên ku mereq dikin mecbûr in bikevin tirşikê û yê ketî tirşikê bivê nevê wê tiştinan bitirşikîne.



21.07.2016 00:21 ~00:49 | endazer

224. bawerke ev sîstema nûye.



carê ez ne têketî li vir mijûl dibûm ,niha ez mecbûrim têkevim.



ma ji ber ohalêye ? wîî.



21.07.2016 00:46 | mijdar

225. heta vê êvarî tiştekî wanî tunebû. çima? ji bo zêdekirina hejmara nivîskaran? ne mentiqî ye, bi ya min. lê heger ji bo ewlehiya tirşikê be, gengaz e, lê cardin jî niza'm.



21.07.2016 00:56 | biruya hayao miyazaki

226. ji bo ku tiştên nebixêr neyên serê nivîskarên tirşikê, êdî wê tenê ji aliyê nivîskarên tomarkirî û herî kêm 20 peyam nivîsandî ve were dîtin.

ji ber ku li bakurê tirkiyê rewşa ohalê hat ragihandin me tedbîrek wisa stand.

ji ber bêsansûriya tirşikê, di tirşikê de gelek peyam hene ku dikare serê nivîskarê xwe bixe belayê. bi vê gavê hêvî ew e ku rîsk were kêmkirin.



21.07.2016 00:58 | simurg56

227. bi leşkerê xwe mane heyrî, karê wan tune werin tirsikê xwe bi van 9-10 heb nîv nivîskaran mijûl bikin, ez li vir zanim mesrefa wan wisa dernayê.. û ji xeynî wî riya xwedê bi tirsik.netê nakebe, simurg56 jî tirşika xwe ji ferhenga hesab dike, ji kerema xwere yek Jêre bibêje ev ne ekşi sözlüke * wiha zêdetir balê kişandiye ser sûcdarîya me yanî kaşo vana sûcdarin ez wan bi veşêrim..





hatbinî; lawo vê seetê seeta nivîandinêye Xwedayê we heye bizorê me dikin sistemê.. meyê ji xwere du heb sernivîs bixwenda û razana.. ev nizanim çima hewqas kêfa we ji çêrare tê *



21.07.2016 01:16 | shorbevan

228. ferhenga înteraktîv yê kurdan e, lê mixabin nivîskarên wê kêm in, mixabin mêvanên wê jî kêm in. nivîskarên wê jî gelek caran dikevin qirika hev ji ber mijarên siyasî, partîtî û dînî. yek barzanîcî ye, yê din Apocî ye. yek atêîst e, gelekên din îslamîst in. gelek kurd în û yek jî êzîdî ye. piranî ku baz dane îslamîst in, pişta xwe dane tirşikê. hinek jî barzanîcîyên serîşuştî ne, lê tehmûla wan ji ya îslamîstan bêtir e. gelek ji wan dîsa vedigerin.



21.07.2016 17:02 ~17:02 | hola êzîda

229. sîstema şaşî di qodê wê da he ne. ez ne cînorek im, bi hesabê xwe jî neketimê. pistî agahîya simurg56 a li jor tirşik.net hesabê cinorek da pêş min. ez ne hacker im*

û bibore cinorek ji bo agahdar bikim min nivîsî..



21.07.2016 20:02 | cinorek

230. Geleke jê dûr im. Car caran min serîkî lê dixist bê ka çi lê diqewime lê way wê jî rewşa awarte ragihandî. simurg56 tedbîrên xwe girtî. Neyse bi saya vê yesaxê ez mecbûr bûm bikevim hesabê xwe û ku ketimê jî min piçek tirşikand. Lê gere ev yesaxa ne daimî be nek wê gelek zirarê bide tirşikê.



22.07.2016 02:23 | şêxê bêserî

231. Se-çar hefteya carekî dihatim û min çavê xwe li tirşikê digerand û ez diçûm lê mixabin birêz sîmurg jî li tirşikê biryara OHAL ê daye û format guhertiye êdî emê nikaribin tenê werin agirkî.. yên werin divê li derî bidin û yoklameya xwe bidin û cir'et bikin 2-3 peyam jî li tirşikê weşênin * Ser xêrê be *



22.07.2016 04:28 | kevçiyê dil

232. Ferhenga ku tedbîrên di cî de standiye. Di vê pêvajoyê de ku hukmat kê bibîne ji kar diavêje divê herkes gelekî haj xwe hebe. Ez dizanim ku gelek nivîskarên memûr hene di tirsikê de û ji kar avêtina wan aniha tişta herî rehet a dinyayê ye.



22.07.2016 08:02 | brusk56

233. Hewlekê di cih de ye. Ev erdoxan ê beraz dîn û har bûye û mirov nizane wê bela xwe bide kî. Heya ku rewşa komara tirk hinek sayî bît ev hewla ewlehîyê karek di cih de ye.



22.07.2016 09:07 ~10:55 | azad30

234. şevê dî ez di tirşikê de diçûm û dihatim ji ber xwede derketina min hat kirin. min got ezê têkevim got şifreya te ne raste. welhasil kod ji minre hat filan bêhvan min kir û nekir min ne karî ez şifreya xwe nû bikim...



min simurg56 re e-peyam şand , bersiv ne hat.



ez dîn bûm.

ve nîka 5 deqeye min karî ez têbikevim.



25.07.2016 12:51 | mijdar

235. agahî: ji bo ewlehî û kêmasiyan çend guherîn di tirşikê de hatin kirin. loma êdî herkes divê di têketinê de navê xwe tam binivîse. yanî şûna 'e', 'ê' nayê qebûlkirin û hûrbûn an jî girbûna tîpan jî girîng e. loma gelek kesan nekarîne têketinê bikin. lê niha problem tune ez bawer im.



25.07.2016 16:44 | simurg56

236. ha ji tere çepikek elegez, ji ber ku gazindên min jî heman tişte.



yaw, heta ez peyamekê dinivîsim derketina min tê kirin , dive ez dîsa têketinê bikim.



ez dixwazim ji ber xwede derketin neyê kirin lê bila piştî demekî mirov neçalak xuya bike,dema mirov tiştek tikand dîsa mirov bibe çalak.



yanî ji xwe ez jê fêhm nakim lê ev tenê daxwazeke.



27.07.2016 16:28 | mijdar

237. bi rewşa xwe ya heyî, yanî girtîbûna wê ya ji bo mêvanan û endamên nû zerarê dide malperê bixwe jî. ji ber ku êdî motorên lêgerînê yên weke google, yahoo fîlan, êdî tirşikê tune dihesibînin ji ber ku nikarin naveroka wê bixwînin.

lê weke tê zanîn ev rewş, ji ber neçariyê ye. di eslê xwe de ji bo tirşikê bingehek zagonî pêwist e ku him azadiya nivîskaran sînor neke him jî wan û malperê li dijî dadgehan biparêze.

ji bo vê yekê dibê nivîskarên tirşikê yên hiqûqnas alîkarî û pêşniyaran bikin.



27.07.2016 21:49 | simurg56

238. van rojan gelek lÎnkên di peyaman de pûç derdikevin, bi taybet lînkên youtubeê, çima?



29.07.2016 15:15 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsik.net

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî