Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tirsik.net - tirşik
tirsik.net
(203) (16) (1)
di mijarê de bigere

259. malpera ku ji ber nexebitîna wê çend roj girtî ma û me nû ferq kir ku em çiqas hînî bûne. bêyî tirşik mirov xwe kêm hîs dike. her roj qet nebe carekê mirov dixwaze têkevê da ku çend tiştan bixwîne û binivîsîne.



21.11.2016 09:43 | nazim tolhildan

260. malpera nivîsek bêt xwendin lê nîne.



21.11.2016 21:37 | xwedêda

261. malpera ku di hundirê wê de nivîsên hêjayî xwendinê gelek in.



22.11.2016 01:07 | biaqila malê

262. malpera ku bo hinek kesan (mina min) bûye mûbtelayî.
her çikas ku pir zêde nenivisimse jî ez hema hema her roj dikevmê û çi hatiye nivisandine dixwinim...



22.11.2016 04:48 | cinorek

263. Dema ku vebijêrka ''panel''ê vedikim ji min re dibêjê :
ji têketina te ya dawîn heta niha
42 çeppik, 5 reşşik û 1 dengên ecêb dengên ecêb ji te re hatine dayîn û 89221 peyam li tirşikê zêde bûn.
We çi demî evqas peyam nivîsîn ezbenî. An di malperê de pirsgirêkek heye ?



29.11.2016 19:57 | nan û av

264. pirsgirêk heye. Ew 89221 peyam, hejmara peyamên giştî ye (barikem peyamên jêbirî ne têde ne. Ji ber ku hejmara peyamê giştî 95 hezar filan e niha)



29.11.2016 22:36 | bûtîmar

265. çend roj e pirsgirêkên wî hene ez dibêm qey. cihê profîl (ez) winda bûye û niha jî gava ku ditikînim panelê rûpel venabe. bila haya kak simurg hebe.



02.12.2016 17:32 | endazyar

266. ji meha tebaxê vir ve hisabê min xwediyê pirsgirêkekê ye. ji wê mehê vir ve li navbera bijkokên "vebijêrk" û "derkeve" hejmara "2" dinivîse ku ev tê vê wateyê: 2 payamên taybet ên ku ji kesên din ve hatiye şandin. Lê tiştekî wanî tune ye.



19.01.2017 20:52 | biruya hayao miyazaki

267. Çend rojin jibo min bûye teşxeleyek.
Cihek xweş e lê dive zêdetir aktîf bibe.



07.02.2017 19:48 | elaziz izzetpasa camii

268. Bername ger bikanibe taybetiyeke weke facebook ê li xwe zêde bike ez bawer im dê baştir û geşetir bibe



08.02.2017 11:09 | darînê daryo

269. Ji taybetiyê mebest ketin û gihaştine malperê divê hêsantir bibe.



08.02.2017 11:10 | darînê daryo

270. Stara ciwanên kedî ye.



19.02.2017 12:36 ~12:56 | gumgumok

271. Par vî çaxê meha remezanê de tirsik.net wekî nivîskarên xwe rojî digirt (!) sist û lawaz bûbû lê spas ji xwedê re nivîskarên wê îsal him rojî ne him jî peyî karê xwe ne, ji çalepka ber bi çarniga direvin...

"Hespê mîrê min qir û hêşîn
Tere dilîze li ser lingê pêşîn
"



02.06.2017 19:08 ~19:13 | mîr

272. malpera ku di BasNewsê de qala wê hatiye kirin, berê jî di BasNewsê de çend nûçe li ser hebûn:Here lînkê



08.12.2017 13:27 | xendekî

273. malpera ku min xwe tomar kir û aniha tê de me. Emê bibînin ka çi heye çi nîne. her tişt bi riya xwe de bibe ezê gelek binalim.



08.12.2017 23:16 | bilbilê dilkul

274. Tiştek mina peyama hefteyê hebe ew ê baş be.
Bila peyama herî zêde pûanê hildigire be hilbijartin.



17.12.2017 19:19 | cinorek

275. -----perde----
seromoniya qeydbûna tirşikê li min bû xezeb û bariya. law dîn bûm.
ev du sal in hevalekî min î kurdewar heye (erê tenê yekî, 1) û min carê digot lawo dev ji malperên din berde û bitirşikîne, qedr û qîmeta wî gelek mezin e li ber dilê min. wî jî du sê caran ceribandiye lê di asta qeydbûnê de dev jê berdaye. tew min jî ji xwe xwe digot, ma meriv nikare malperekî xwe qeyd bike û min henekên xwe bi wî re dikir. tew îro ez bûm mijara henekê ji ber ku lêwik rast gotiye,

(bnr: çanakkale geçilmez).

di pirsa kontrolê de ez qehirîm, be'icîm, hêrs bûm û hwd.
pirs ev e:
sê caran 20 dike çend?

meger lawik di vê pirsê de noqî heriya tirşikê bûye. min got çawa? helbet 60 e. wî cerriband. got, na nabe. min carekî din pirsê xwend. bi rastî jî kirariyên pirsê yên bi kurdî, nebe derew lê min berê nebihîstibû. min got, na lo qey tu çewtiyekî din dikî. cara sisiyan min got, navnîşana xwe bişîne, ka navê kodê ya xwe jî ez ê qeyd bikim!

ne 60 bû ne şêst bû ne jî min got gelo pirs bi xwe ye? û pirs jî car din nivîsand. lê her carî got [pirsakontrolçewt] tu yê bibêjî qey bi henekî dibêjî ["porsokontroloçowt]" ez hêrs im û min xwe kir riswa. :(

niha li vir im.

----perde----

ji bo xwedê alîkarî? ji kerema xwe? bonvulu? please? bitte? s'il vous plaît?*)



20.12.2017 16:45 | biruya hayao miyazaki

276. ji bo endambûnê, li bersiva "kurdistan" digere.
di eslê xwe de pirsa kontrolê ev e "Navê welatê kurdan çi ye?" û bersiva rast jî kurdistan e.
çawa çêbûye nizanim (belkî di pêvajoya rojanekirinan de) pors dîsa bûye weke berê lê bersiv hê kurdistan e. problem çareser bû.



20.12.2017 22:26 | simurg56

277. Bi rastî, wek nivîskarekî nû ê tirşikê, ezjî dibêjim kû heta kû min qeydî temam kiribû ez beecîbûm. Hew mabû min dev jî berdaya.



21.12.2017 09:31 | xemrevîn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsik.net li ser wîkîpediyaya tirkî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî