Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
tirsik.net - tirşik
tirsik.net
(203) (16) (1)
di mijarê de bigere

317. Ferhenga ku min bikaranîna wê ji bîr kiriye. ev saeteke ku ez li rûpela ku meriv nivîskarên online (têdeyî) didît digerim û nabînim. (bnr: emojiya rûtirş)



01.12.2019 01:35 | ceso

318. Bi Xwedê kî çekiri be , dest û pîyên wî sax bin, bi xera wan mirov derdên xwe jibîr dike. Çiqasî dinivîsim ewqasî ez ji derdên xwe dûr dikevim. Sipas tirşik.net.



02.12.2019 00:10 | merwano

319. yaw rûpelek pir xweş e.
herî zêde, dema entryeke dinivîsim lê bi xeletî pêl derekê dikim û diçe rÛpelekî din, pêl tûşa paş dikim û entrya min nivîsandÎ derdikeve ber min, jê hez dikim. *



02.12.2019 20:38 | brusk56

320. malpera ku ez rastî pirsgirêkek wê hatim. gav dî nivîskarekî hê sê peyam nivîsandî min erê kir û hersê peysmên wê xuya bûn. lê peyamên wê yên vê dawiyê xuya nabin. gelo sedem çî ye? bi hêviya ku konseya rêvebera tirşik.netê sibê vê meseleyê çareser bike.



05.12.2019 02:25 | ceso

321. @ceso
Mixabin dema çomezek were erêkirin û tam di wê navberê de ew çomez girêdayî yanî online be, pirsgirêkek wisa derdikeve holê.
Di rewşên wisa de, piştî erêkirina çomezî, ew çomes ji bo carekê ji sîstemê derkeve û dîsa têkeve, problem çareser dibe.



05.12.2019 07:22 | simurg56

322. Li ekşi sözlükê faşîstekî di bin sernavê tirşik.net de gotibû “nêzî 40 mîlyon kurd hene lê ferhenga wan de 3-4 meh e, entryek nehatiye nivîsîn”! Piştre min dît entrya wî xuya nake, leyla bûye. Lê çi ecêb e tê tirşik.net dinêre helal be ji mêrik ra, wî pîroz dikim!



05.12.2019 22:38 ~2021.05.01 19:57 | kajav

323. malpera ku, sernivîsa soundtrackên bijarte hatiye asê kirin. haya min ji vê yekê tune ye, sedema wê nizanim. min hewl da peyamek li wê sernivîsê binivîsim lê hişyarî derket pêşiya min.

(bnr: em li benda daxûyaniyê ne)



08.12.2019 23:49 | brusk56

324. pêşîn; soundtrackên bijarte/38601

dû re, bi qasê tê bîra min û texmîn dikim, ew mijar hatibû asêkirin ji ber îstîsmarkirina nivîskarê hêja û devgirtî birêz yoda.



09.12.2019 18:59 | simurg56

325. ev du roj in nikarim têkevim peyamên taybet ên ku yoda şandiye min lê dikarim yên din bibînim û bixwînim. çima?



09.12.2019 20:44 ~21:09 | biruya hayao miyazaki

326. Milê rastê cihê peyaman her tim peyamekî ji min ra hatî dixuyê lê dema diçim beşa peyaman, ti peyamekê nû tune ye.:/



09.12.2019 20:56 | xelîl

327. @ biruya hayao miyazaki çareser bû.
@xelîl, peyama ku ji te re hatîye, paşê ji alîyê şandîyar ve hatîye jêbirin loma wisa çêbûye. hat çareserkirin.



10.12.2019 20:22 | simurg56

328. sernivîsa ku weke sernivîsa tirşik forum tê bikaranîn.
ji kerema xwe re pirs û pirsgirêken xwe di sernivîsa tirşik forumê de biaxivin.

sibe dÛsibe dema yekî li vê sernivîsê binêre wê bixwaze peyamên di derbarê tirsik.net 'ê de hatî nivîsandin bixwÎne. ne peyamên di derbarê arîzeyên biçûk de.



10.12.2019 23:42 | brusk56

329. gelek pasîf e.
erê bi xwedê.

berê ne wisa bû herdem kelecanek hebû. aniha ew kelecana xwe wenda kiriye.
îro roja zimanê zikmakî ye. tu amedekariya me tune ye.

me dikarî em bi xatirê roja zimanê dayikê, em tirşikê bi peyaman bixemilînin û tijî bikin. di twitter'ê de di taga #herrojbikurdî de gelek tweet hatiye avêtin. me jî dikarî bi taga tirşikê, tevlî wan bûbûye. teqez we gelek balê kişandibe ser xwe. çawa nehat bîra me *



21.02.2020 22:45 | brusk56

330. Kurdînûs berê xwe dane Twitterê. Zû de ye li Twitterê de tune me. Niha dinêrim bi geş û coş dinivîsin xwezî bihatina li vir jî binivîsandibana.



21.02.2020 23:06 | kajav

331. Rêvebir her tim, Nivîskar jî nivîsên ku diecibînin divê li ser torên din parve bikin van entryan da ku hayê xelkê bêtir jê çêbibe.



21.02.2020 23:14 ~23:14 | yusiv hemed

332. ferhenga tenêtîya bajarek valebûyî dide hîs kirin. Çend kes mane bajêr de pêjn ji wan jî nayêt.



21.02.2020 23:40 | hespêsor

333. rojek were an wê tevayî biqede ango wê tevayî bibe çavkanîyek mezin bo kurdên kurmancîaxev.

nîşe:dibe ku kurdên bakûr hê xewda bin.



22.02.2020 23:18 | brzn

334. Ferhenga înteraktîf a kurdî ya ku ez pê şanaz im ji ber ku li ser mijarên virtîvala nizam çend hezar entry nayên nivîsandin.



23.02.2020 23:05 | xelîl

335. Bi rastî xêra tirşikê re di warê kurdî de bi gelek tiştan hesiyam. Û min rastiyek mezin li ber çavê xwe dît: li ser zimanê me xebatê cûr bi cûr û bi zanistî dibe. Min doza Malperê li ser netê ku meriv kare binêre û sepanê kêrhatî û hwd kir. Li ku derê rûdinim hema behsa tirşik ê dikim. Û hemûya vedixwînim vir lê zêde nanêrin. Ji bo min nîmetek bêhempa ye. Yê ku ava kiryiye û dinivîse mala wan hezar cara ava be*



23.02.2020 23:21 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsik.net

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî