186. Problemeke girîng heye. Piştî ku mere deng dide peyamekê, êdî nikare denga ku daye biguherîne an jê bibe. Gelek caran min bêhemdî pê li bişkokên dengan kiriye û bi wî hawî maye. Dengê ku tê dayîn nayê vegerandin. |
|
10.11.2015 20:59 |
mergehez
|
187. agahî: mirov dikare çeppik û dengdanên xwe yên din jê bibe. tenê herin panela xwe û ji wir jê bibin * |
|
10.11.2015 22:00 ~22:01 |
simurg56
|
188. min di sala 2007'an de di 17 saliya xwe de dest bi kurmancî kiribû, hê 17 salî bûm, û min di sala 2013'an de dest bi nivîskariya tirşikê kir.. |
|
13.11.2015 19:58 |
ferhenga şikestî
|
189. ez meraq dikim, ger ku êrîşeke sîber li ser vê malperê biqewime, hemî tiştên ku hatine nivîsin, dê ji holê rabe? ango ger problemek biqewime û pergala malperê têk biçe wê çi be? |
|
14.11.2015 17:24 |
ferhenga şikestî
|
190. xwediyê sîstemek resen û bi kurdî ye. |
|
14.11.2015 17:35 |
simurg56
|
191. li tirşikê taybetiya favorîyê heye, lê meriv bi tenê favoriyên xwe dikare bibîne, ger meriv karibûya favoriyên her kesî/ê bibîne dê çêtir û baştir bûya.. |
|
15.11.2015 16:30 |
ferhenga şikestî
|
192. malpera ku ji /1 heta /303 peyamên wê vala ne û peyama firefox/304 ya simurg56 dest pê dike. |
|
15.11.2015 18:29 ~18:29 |
dijber
|
193. Ev çend roj e ku carinan utf8a xwe winda dike. Di telefonê de problem tune ye lê di kombersê de utf8 tune ye. |
|
06.12.2015 22:28 ~22:29 |
mergehez
|
194. agahî: xeletiya ku li jor tê behskirin heye ku ji ber xebatên li ser tirşikê bin. ev nêzikî heftiyeke li ser werger û zimanê tirşikê xebatên kûr tên kirin. |
|
06.12.2015 22:35 |
simurg56
|
195. di ekşiyê de gotineke klîşe heye, her û daîm dibêjin tehma berê ya ekşiyê nemaye falan û bêvan.. |
|
27.12.2015 11:44 |
ferhenga şikestî
|
196. aha min dest bi xebatê kir, ferhenga şikestî. ez ê hema tevgerekê ava bikim û vê pirsgirêkê çareser bikim. hoooooop navê tevgerê (bnr: tevgera ji nû ve vejandina tirşik.net'ê) |
|
27.12.2015 12:42 |
bêhna_piştî_baranê
|
197. malpara ji bû wê ewê rojên reş bidawî bibin.. malpara ne di wê tenêde tehm û xweşî tune, niha şerekî bê mantiq heye.. li ti derê tehm û kêf tune.. |
|
27.12.2015 16:36 |
shorbevan
|
198. ji ber ku gelek kes qiymet û giringiya wê dizene, kengê hejmara peyaman bikeve asta krîtîk, tê û lê dibe xwedî * |
|
27.12.2015 21:41 |
brusk56
|
199. tevî hemî xebatên vê du salan, tevî hemî reklam û helmetan jî, nikare bandora xwe li ser civata kurdan û çapemeniya kurdan deyne.. |
|
05.01.2016 19:21 |
ferhenga şikestî
|
201. min îroj ji 40 bêtir entry nivîsandin di vê ferhengê de, do jî gelek nivîsandin. |
|
10.01.2016 18:38 |
ferhenga şikestî
|
202. malpara ji xwe ji berêde seleve (biborin) ez naxwazim ji rîyê minde bibe sergo.., malpara ger kêmasîyên lênûsê wê shorbevan hebin hûn dikarin gohê wî kaşbikin.. malpara nivîskarê wê yê bi navê serhat avcı gazin û loma dike lê bira bîhna xwe fireh bike neletê li kesê reşşik dide peyamên shorbevan bîne dev ji evê reşşik didin wî berde.. |
|
10.01.2016 19:23 |
shorbevan
|
203. ji azmûnên mezin yên kurdan e. gelo wê kurd bikarin xwe bixwe malpereke înternetê bi rê ve bibin? |
|
11.01.2016 00:07 ~00:13 |
simurg56
|
204. dewleta carna hinek memûrên/ewlekarên wê bê sebeb min binçav dikin dibin asteng.. lê ez jê xweşim û ez kefîlim xwedê jî jê xweşe.. |
|
11.01.2016 00:32 |
shorbevan
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |