Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 12 peyam
tirsik.net - tirşik
tirsik.net
(203) (16) (1)
di mijarê de bigere

166. ji aliyê gelekan ve hatiye terikandin. lê di vê pêvajoyê de bê deng û pêjn, kete sê saliya xwe.

(bnr: duyemîn salvegera tirşikê pîroz be)

hêceta nenivîsina xwe bêjim: him zêde wextê min tune him jî dema têkevim tirşikê wextê xwe bi kategorîzekirina mijaran xerc dikim.

(bnr: şaredariya mezin dixebite)



13.06.2015 14:09 | simurg56

167. (bnr: ma kî dikare dev ji kezeba xwe berde)



tirsik.net cîger û kezeba min e, hê ev ezmûn mezmûnên beredayî neqediyane (a rast qediyan vêca bût destpê kirin * ). dîsa jî heroj çavkî lê digerînim. hindik ma, piştî ezmûnan wê tofaneke nû rabe.



13.06.2015 14:47 | xendekî

168. rewşa wê ne baş e. aniha tenê 11 peyam hene. eyb e şerm e. Divê em jî weke pyd operasyonekê bikin da ku tirşik rizgar û azad bibe..



15.06.2015 19:00 | mergehez

169. malpara xwedê li nivîskarê wê xistîye maye pêxember.



15.06.2015 19:14 | shorbevan

170. gelek ji te sar bûme lê çi bikim taliya taliyê tu ya me yî

edît: kîja biaqil reşşik dayiye vê peyamê meraq dikim, qey sebra wê/î nehatiye



05.07.2015 01:11 ~01:24 | ferhenga şikestî

171. Ne milkê bavê ti kesî ye, milkê kolektîv e. Wek sîstema komûnîzmê. bila kesek xwe neke axê tirşik.net ê.



05.07.2015 20:28 | hola êzîda

172. tapoyê wê li ser navê simurg56ye bi xêr û xweşî ku bimre ewê dewra wê bi qelêbe ser navê min.



05.07.2015 20:35 | shorbevan

173. bîska din li chromeê piştî têketinê ji min re hişyariya "jiborupelemafetetuneye" rê da û min ji malperê derxist. du cara wanî bû. lê firefoxê têketim. xêr e îşale..



27.07.2015 21:10 | biruya hayao miyazaki

174. malpera min ji zûde ewqas nivîskar bi hev re tê de nedîtibû. xwedê bereketê têxê *



30.10.2015 00:37 | berxweda

175. ji ber ku behsa xebatên danasînê felan hatiye kirin min xwest bêjim. tirşik ji bo zimanê me bi rastî jî projeyek pir mezin û giring e. ji bo vê projeyê jî bi qasê min dîtî zêde zêde ked hat xerc kirin. ji bo amade kirina pergalê, ji bo danasînê, bi deh hezaran peyam hatiye nivîsandin heta niha.

ji aliyê din ve, beşa sînemayê, ya radyoyê, ya capsan, ya pirtûkan.. hema bêje ev hemû bêalternatîf in. malpereke din wek beşa sînemayê an jî ya pirtîkê an jî ya capsan tune ye bi kurdî.

lewma bi rastî jî tirşik hêjayê parastin û lê xwedî derketinê ye..

ji her kesê ku ji bo tirşikê dixebite re, serkeftinê dixwazim. keda we pîroz e ..



30.10.2015 01:01 | paşê min got what the fuck


177. Mala bavê kurdan e.



30.10.2015 13:39 | endazyar

178. min fêm nekir ev çawa malper e?! dema deh kes dikevin, cihda balatayên wê vala dibin, ji eyar de dikeve, ez qanserî kirim üff



04.11.2015 01:21 | ferhenga şikestî

179. Rêjeya peyaman li gorî meh û salan a tirşikê ev in:

meh---2014----2015

1-------4493----2996

2-------5271----1614

3-------4439----3043

4-------3810----3956

5-------3538----2078

6-------2913----1386

7-------1800----1756

8-------1332----1117

9-------1792----2791

10-----1240----1320

11------2114---- ?

12-----1807-----?



giştî 2014: 30.628

giştî 2015: 22.058*



ango ji bo ku em bigihêjin hejmara peyamên salê çûyî divê di vê du mehê dawî ya 2015ê de dora 8.000 peyam binivîsînin.



dram dram dram...



rêverberiya tirşikê divê zûka roja zêrê li dar bixe û çalakiyên cuda pêkbîne mîna foka ku li ser pozê bi topan dilîze, mêrên striptîzvan ên ku masûlke-pîrozan bîne li ser rêzên nivîsan ** . xelatên ku hat belawkirin bira bê betalkirin û ji bo vê du mehê dibe ku du qettir xelatek din îlan bike.



divê em nekevin paş salê çûyî. heftê carekê, dibe ku roja septê wekî mîna saet 20an de li tirşikê hemû nivîskar bira bicivin û hema bitirşikin heta ku tilî li ser klavye pûç bibin. di ferhengekî de me wanî dikir û gelek caran em digihîştin armanca xwe. (lê du meha de 8000! çima nebe, meha ewil a 2014ê de di mehekî de 4 û nîv hezar peyam hatiye berhemandin.)



04.11.2015 10:25 ~10:43 | biruya hayao miyazaki

180. ger tiştek neyê serê me, wê tu carî neyê girtin



hejmara peyaman û her roj rojanebûna tirşikê tiştek gelek girîng e. lê tiştek ji vê girîngtir jî heye; divê tirşik bibe navenda agahiyên orjînal. bi ya min ne hewce ye em serê xwe bi hejmara peyaman biêşînin. em hewl bidin ku nivîskarên resen û tije werin tirşikê û tirşikê bi zanîna xwe bixemilînin.



04.11.2015 21:57 | simurg56

181. malpera ku wê vegere rojên xwe yên berê. heta wê wan rojan jî derbas bike.



04.11.2015 21:59 | brusk56

182. Malpera ku ji bo ez bibim nivîskarê wê pewist e ez 10 peyama binivîsinim.



05.11.2015 01:24 | metowski

183. Cîye ez îro bume endame wî.



05.11.2015 20:27 | xemgin

184. bikarnanîna evê malperê ji xelkê re zehmet tê..

li ser tîwîtê min dest bi lobiyê kiriye, lê bi kê re dipeyivim dibêje min qeyda xwe çêkir û ketim lê min tiştek fêm nekir,pirr tevlihev e falan. heta ez qal dikim malîk li min diçe mîratê..



05.11.2015 22:28 | ferhenga şikestî

185. A ku kar anîna wê ne zêde zehmet le tiraliya kurdan zêde zêde ye loma li wan zehmet e. Ez ji we re wisa bêjim; komeke whatsappê ya mirovên me heye (ya jinan e) hema hema êdî qet tu tiştî nanivîsin, ma çi lazim e, deng rêke, çi bixwazî bêje.

Çi lazim e em mejiyê xwe bikar bînin û nizam çi!

(bnr: tiralo tir lê baro)



05.11.2015 22:43 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsik.net > ekşi sözlük

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî