297. carna hebûna wê bi demeke dirêj tê jibîrkirin bo min. carna jî di dilê xwe de dibêjim ew qas kesên çalak hene li vir çima kes ji wan nayê wîkîferheng û wîkîpedîya kurdî. pey re dibêjim boş bide bila here. Ev der, çima xoşîya merdimî pê têt şima zanî, yanê tu dikarî çawa hate ber devê te tu wisa xeber bidî. hema belasebeb. tiştên beredayî dikarî binivîsî. mîrata wîkîpedîyayê wisa nîne, mêrik tê bo çend hevokan bi te re dikeve nîqaşê. Îcar nizam. |
|
29.03.2019 00:01 ~22:00 |
serhednişîn
|
298. Hem ji bo bipêşxistina zimanê hem jî bo zanebûnê malpereke pîroz e. Mirov dikare li ser gelek mijaran binivîse an jî danasîna pirtûk û fîlman bike. |
|
29.03.2019 00:10 |
hesinkar
|
299. wek min got seo'ya vir tune û kêm e.Li ser googlê bi navê "tirsik" va jî nehatîye asta xweya yekem. |
|
29.03.2019 00:53 |
brzn
|
300. mala me ye.. |
|
29.03.2019 12:26 |
bûtîmar
|
301. Min biryar da kû ez êdî nakevim "ekşîsozluk" a tijî faşîst û dijminê kurda bûne. Ez hatim vir. Ev der mala min e. Li wir her kes pehîna xwe li kurdan dixe, min carek din jî fehm kir; bê welat jî mirov nikare bijî** |
|
29.03.2019 13:31 |
azîzko
|
302. Rojek dibe ku bibe referansek mezin ji bo kurdên ku dest bi hînbûna zimanê kurdî dikin. |
|
25.04.2019 23:29 |
brzn
|
303. malpera ku heta niha kedek dêwesa lê hatiye dayîn. |
|
25.04.2019 23:43 |
brusk56
|
304. Çima hinqas bê denge lo |
|
05.05.2019 00:35 |
masîyekjinavbehrawanê
|
305. Malpera ku bi bêdengiya xwe êdî bêhna min teng dike. |
|
25.07.2019 19:54 |
xelîl
|
306. dema ji min dûr be, kêmasîya wê di kurdîya xwe de hîs dikim. |
|
27.07.2019 19:47 |
simurg56
|
307. Belê brêz simurg56 vegera tirşikê. Çavê me rehen! |
|
28.07.2019 09:12 |
xelîl
|
308. Malpera ku wê rojê moralê hevalekî min xira kir e. Mesele wiha bû; hevalê min li gora behs dikir dixwest mallereke ava bike. Tam formata tirşêkê de. Min jî jê re got ji xwe mallereke bi vê rengê heye. Moralê wî yekcar xira bû. |
|
03.08.2019 00:35 |
serbes
|
309. Malpera ku zû ve ye jê dûr mabûm. Min îro got ka bikevimê ka çi heye çi tine lê mixabin bi qasê ku min dîtî li ber sikratê ye, çalakbûna berê hîç tine ye. Neyse min xwest bi nav û şîfreya xwe têkevimê lê mixabin min şîfreyê jî ji bîr kirîye. Min ji emaila xwe re şîfreya nû xwest lê tiştekî ecêb qewimî, li sernivîsa e-maila hatî "organikurunevi.com" dinivîsî, bila haya malpersazan jê hebe... |
|
12.09.2019 02:29 |
oxir
|
310. platforma azadîyê ye. nivîskarên wê jî (bnr: tirşikvan) gişt mîna wê ne, serbest û serbixwe. |
|
16.11.2019 12:31 |
mirovekirind
|
311. Li tirşikê Tam şeş roj paşê şeş salên min diqedin. Erê erê tam şeş sal in ez di tirşikê de dinivîsim. Min li vir gelek dostên hêja dîtin û bi wan re bûme heval. Îroj min go binêrim bê ka min kengî qeyda xwe çêkiriye, ji min tirê hê du sê sal bûye belkî Angaşteke fîşalkirî be lê heqîqeten hêj bawer nakim ku bûye şeş sal. Dema min tirşikê nas kir ez di zankoyê de xwendekar bûm hê pêvajoya aştiyê hebû hê pîra min û bavê min sax bûn hê ezep bûm hê zarokê min û mala min tinebû hê 23 salî bûm hê di porê min û riyê min de tayên spî tinebûn hê neketibûm kêlî û aliyên xedar ên jiyanê. Aniha, aniha bûme 29 salî porê min riyê min hetta simbêlê min bûne spî bê henek. Pêşî bûm memûr çûm Stenbolê paşê pîra min mir, paşê hatim Amedê paşê zewicîm paşê bavê min mir paşê kurê min çêbû, ji ser memûrtiya min re şeş sal derbas bûn, min mal kirrî, fêrî ajotina erebeyê bûm û min erebe kirrî, zarokekî 23 salî bûm lê aniha ev 14 meh in zarok mezin dikim. Pêvajoya aştîyê hebû rewşa kurdî û ya kurdistanê her ku diçû baştir dibû, aramî hebû hizûr û bêhnfirehî hebû aniha şer heye xwîn heye, di nava salekî de wek ku sedsalek di ser me re derbas bûye me li dewsa emrekî bîst Emr li xwe zêde kir. Lê tiştek bi tenê tiştek neguherî, 6 sal berê jî wexta saet dibû nîvê şevê, min têlefona xwe digirt destê xwe, diketim nava nivînan û diketim tirşikê. Aniha jî bûme 29 salî ketime nava cihê xwe û bi têlefona xwe di tirşikê de dinivîsim. Xudê emrê tirşikê zêde bike 6 sala me bera bibe 60. Na na ez nagirim dirik ket çavê min:( |
|
24.11.2019 23:24 ~23:26 |
ferhenga şikestî
|
312. ferhanga ku ez gelek ecibandime. |
|
24.11.2019 23:43 ~23:43 |
brusk56
|
313. ya min jî şeş sal çêbûye. 22 roj bûrîye jî. * |
|
25.11.2019 23:38 |
xwelî li ser
|
314. Nêzî şeş meh e her roj dikevim û entrya dixwînim nû bûm endam, çima nû? Heyran çend roj e, tirşikvan zêde bûne min got bes e, ev roj îro ye. Û min qeyda xwe çê kir. Homa xêr bikero. |
|
25.11.2019 23:47 |
kajav
|
315. malpera ku êdî mirov sernivîsan wenda dike. |
|
01.12.2019 00:08 |
brusk56
|
316. Malpera ku van rojan bi coş bûn û qelebalix bûna xwe daxwaza min a nivîsandina bi kurdî dîsa hil û geş kiriye. |
|
01.12.2019 00:15 |
xelîl
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
dîsfajî [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |