Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
tirsik.net - tirşik
tirsik.net
(203) (16) (1)
di mijarê de bigere

95. malpera ku her ku diçe baştir dibe.

surprîza "biçûk", îstatîstîkên tirşikê jî taybetiyek baş li tirşikê zêde kir.



ji ber ku hêdî hêdî çêdibin zêde balê nakşîne lê tirşik-danegeh, tirşik caps, radyoya tirşikê felan hemû bi serê xwe weke malperek nû û hêja ne. mesela malperek din weke tirşik capsê tune ye bi kurdî, malperek weke tirşik-danegehê jî tune ye. ji xwe tirşik bi xwe ji bo zimanê kurdî tekane ferhenga înteraktîf e. tirşikê heta niha di gelek beşan de mînakên yekem derxist holê û aniha jî projeya ji nû ve afirandina turkcekurtcesozluk.com'ê qediyaye û dest bi weşanê kiriye. ser xêrê be .



tirsik.net gav bi gav dibe navenda cihana înternetê a bi kurdî ..



28.08.2014 00:37 | paşê min got what the fuck

96. ferhenga ku hêvî dikim îro û her rojeka ji îro û şûn de bigihe popûlarîteya xwe berê.. rojane peyamên lê têne nivîsandin bi bin dusedî nekevin, nivîskarên berê ên demekî çalak lê vegerin bi xwe re jî nivîskarinên din ên çalak bînin, kêmasiyên wê yên teknîkî demildest bên çareserkirin û di demeke zûtirîn de jê re versiyoneka mobîl bê çêkirin..

her cara ku milê rastê yê tirşikê virt û vala û xir û xalî dibînim, gelekî li ber dikevim û pê diêşim..



01.09.2014 16:01 | endazer

97. van rojên ku rojev evqas tije ye, çima evqas bêdeng e nizanim.



10.10.2014 00:05 | simurg56

98. serbilindîyeke kurdî û kurmancîyê ye. wextekî hatibû hişê min jî ku ez dest bi tiştekî awha bi xêr bikim. lê ev tiralbûna min û ev kêrnehatbûna min dîsa bû sedem ji min ra û dîsa min dest neavîte vî şixulê bi xêr. lê rojekê ez bi awakî bê xeber rastê vî tiştê tirş *) hatim. navê wî tirşik bû lê li min gellek û gellek şirîn hat. a di wê demê da min di ber xwe da awha got. belê mixabin û hezar car heyf ku edî ez nebûme admînê * vê tirşikê û edî ez dereng mame û nebûme xayê vê rûmeta gellek mezin. lê dibe ku di vê tiştê tirş da rûmeta xulamtîyê jî bibe para min û ew jî rûmeteke gellek rinde ji bo min. belê ez dereng mabûm lê xortên hêja dest avîtibûn vî karê bi xêr. hêvîya min ewe ku ev admînê bi rûmet dest ji vî şixulê bi kêr nekişîne û nekeve astengeke bêhêvî.



10.10.2014 10:30 | xulam

99. dema derbasî sîstema xwe ya nû bû, wê gelek xweştir be û wê demê wê bi temamî aîdê me be.

ji bo sîstema nû, min gelek fonksiyonên xweşik û nedîtî amade kirine ku ez ê di rojên pêş de temam bikim û biweşînim.



10.10.2014 10:39 | simurg56

100. ferhenga bi nûbunên xwe gelekî pêşde çuye lê pêwîstiya wê bi peyamên nivîskarên xwe yên xweşnivîs heye. hevalno vê ferhenga "bexçeya tije şînayî" hun jî bixemlînin; werne sêva...



14.10.2014 23:44 | azadixwaz

101. ya ku 2 sal e di nav bexwedanek e.

lê wê bi ser keve. çawa kobanê neket, wê tirşik jî nekeve *



16.10.2014 10:10 | brusk56

102. malpera hem ber xwe dide hem jî ber kobanê *. wê pêşiyê kobanê xilas bike* înşileh û dû re jî kurd û kurdî.



16.10.2014 22:54 | azadixwaz

103. malpera ku kurdiya di nava hiş û bîrêt mirovî derdixînît.ew ramanêt binhişêt mirovî tînîte derê.ew kurdiya rojane tête bikarînan dikete kurdiya aqademîk..



17.10.2014 01:57 | vêca çiyeeee

104. pêwîstiyek e. him jî pêwîstiyek mezin e.



mesela roj heye heta êvarê tu tişt lê nayê nivîsandin lê dema yek bê û 4-5 peyaman binivîse, herkes dest bi nivîsandinê dike û tu hew dinêrî ku hêjmara peyaman bûye 50.



yanê eslê xwe de pêwîstî rûpel û formatek wisa re heye. lê bêbextiya me ew e ku me kir nekin, nekarî em hemû di heman demê de li van deran bî.

yanê 30-40 nivîskarên saxlem hene di tirşikê de. ne derbasdar in, gelek nivîsane jî. lê ger 3-4 kes ji wan li van deran be ên din ne li vir in. yên din tên paşê ew wenda dibini felan.

carinan nivîskarek nû dibe endam û mehek sax dinivîse û hema bêje ew bi tenê tirşikê bi rê ve dibe û paşê wenda dibe diçe û yek din tê .

yanê nivîskar hene, xwestek heye, cî heye lê em nikarin rasta hev bên *

lê ez bawer im ew ê jî çêbe înşallah. ji ber ke êdî tirşik mecbur e bi ser keve. ji xwe mirov nikare bêje heta niha bi ser neketiye lê ev ferheng ev proje êdî nîvço namîne. ji ber ku tu dev jê berdî ew dev ji te bernade.



21.10.2014 00:33 | brusk56

105. rûpela ku ez îstatîstîkên wê yê ziman meraq dikim e.



nîşe: ji kerema xwe re bersivê bidin peyama li ser facebookê jî *



26.10.2014 22:58 | berxweda

106. %100 bi kurdî ye *

îstatîstîkên ku tên meraqkirin çi ye nizanim. ger ya ku tê behskirin îstatîstîkên google analyticsê be;

(ku ev yek zimanê bernameya tirşikvanan ya ku bi wê dikevin tirşikê, nîşan dide)

-%85 tirkî

-%10 îngîlîzî

-%1 kurdî



tabî divê neyê jibîrkirin ku di nav dehan bernameyên gerokên înternetê de, tenê firofox bi kurdî heye. loma, ev îstatîstîkê zêde ne watedar in.



26.10.2014 23:28 | simurg56

107. rûpela ku ez îstatîstîkên rûpela wan a facebookê meraq dikim e.



pirs niha watedartir bû *



26.10.2014 23:32 | berxweda

108. ferhanga ku pê xema dilê xwe direvînim

niha dema ku demên vala yên tije ecizî û bêhntengî zeft dikim xwe pê diewiqînim

rewşa ferhengê ber bi başbûnê ve dihere, sîstema nû ya tirşikê ji ya berê xweştir e û karanîna wê ji ya berê maqultir û hêsantir e niha bêyî ku kombersek peyda bikî dikarî peyamên xwe yên şaş hatî nivîsîn rast bikî yan jî jê bibî

hejmara nivîskaran zêde bûye lê nivîskarên elzem û sereke û bingehîn yên tirşikê dîlekçeya îstifaya xwe dane an jî bi bahane û hincetên pûç û vala dev ji nivîsandinê berdane yan jî kêm caran dema bêhn li wan teng bibe tên piçek direjînin û lêdidin diçin

nivîskarê herî çalak endazer ji nava me koç kir û çû, çend roj berê ez gihîştim wî got ez nema karim werim falan

mazlumozdogan (min wek her carî rast nivîsand) êdî mîna berê nayê car caran tê çend peyamên kurt dinivîse û diçe

nivîskara jin a herî çalak elegez jî êdî qet nayê jixwe

ya din gulan jî hama bêje qe nayê

ceso û oxir jî êdî ne ceso û oxirê berê ne encax divê bêhn li wan teng be

yên nû (ne hemû) piçek ji derê formatê dinivîsin

rasteqîn jî bû hayaletekî wenda

lê ev doz wê neqede heta hetayê wê berdewam be



08.11.2014 14:34 | ferhenga şikestî

109. https://tirsik.net/

malpera ku naşixule. gelo êdî wê ne çalak be?? ger biryareke wisa hatibe dayîn bila zûbizû taybetmendiya rêvebirî ya sîstema nû ya tirşikê bê serast kirin..



08.11.2014 16:47 | mergehez

110. li bajarên xerîbiyê bûye sebr û xemrevîna me.me ji xerîbiyê dibet welatê me,gundê me.qey dibêjî em bi hevalên xwe yên li gundê xwe dipeyîvîn.

ez destên ew kesê tirşik afirandiye maçîdikim.



08.11.2014 17:42 | vêca çiyeeee

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsik.net > ekşi sözlük

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî