Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tirsik.net - tirşik
tirsik.net
(203) (16) (1)
di mijarê de bigere

129. bereketa xwedê lê be gelekî çalak bûye



09.04.2015 18:27 | oxir

130. ferhenga ku dema kesên navdar ên kurd navê xwe tê de dibînin gelek pê keyfxweş dibin. heta belkî her roj tên li sernivîsa xwe dinêrin ka tiştek hatiye nivîsandin an na.

hadê hadê xef nekin * em dizanin *



12.04.2015 23:25 | brusk56

131. gava ez bikevime mijara tiştê meriv pê ji kena diqelişe yê hop burdayım gelo çima akî bû ez jî nizanim



13.04.2015 00:47 | xeteraqirêj

132. ferhenga rêbera yekemîn seranser bi kurdî. dibêjin ji ber ''ekşi sözlük''ê derxistine û sernivîsê wê gere jiber ferheng û rêberê tirkî vebune nînvin. ez hevî dikim di nizikde navê wê xwe bi guherîne bike shorbe.net



13.04.2015 11:38 | shorbevan

133. malpera ku bûye parçeyek ji jiyana min, yaw ji ber ezmûnan min got ka ez hinekî xwe jê dûr bikim lê na yaw, nabe yaw, bileh nabe. ez herroo dikevimê lê dinêrim, lê pir namînim. weke din gava ez dibêjim ez nekevimê wek din ez çi bikim dinêrim tişteke din nîn e yaw, facebook vala ye yaw, ti keyfa min û enerjiya min ji bo facebookê nemaye, tirşik jî nebe ez dikevim valahiyekî. xwedê simurg56 ji serê me kêm neke û tirşikê ji jiyana me dûr nexe.



23.04.2015 21:15 | xendekî

134. Malpera ku ji ber nivîskarên wê ketine ber bayê heyama ezmûnan, van rojan rewşa wê ya nivîskariyê teq û req e. Ev li alîkî heqqet ferhenga şikestî ka li kur e?



24.04.2015 22:38 | ceso

135. malpera iro min lê nihêrî kû vallaye ez rojek din jî ji bûy xatirê çavê şikestî û reş û belek binivîsînim.



25.04.2015 12:53 | shorbevan

136. malpera ku geta yoda hebe wê li ser niga be ye *



25.04.2015 13:28 | berxweda

137. ev di hefteyekî de 4 car e, pêl "bişîne" dikim peyamên min a bi dûv û dirêj bi zehmetî dinivîsînim û çend cara kontrol dikim, wenda dibe û hişyariyeke beradayî "tu nikarî vê tiştê bike nizanim çi quzzilqurt" derdikeve û wenda dibe; malper jî min derdixe, divê car din ez têkevim û binivîsînim!! berê vê peyamê hewesa min nemabû lê êdî bes e. ev çi ye derketiye. berê ez çend seata li tirşikê bam jî malper min dernedixist. îcar qey di deh deqayê de derdixe. nuha dîn bûm û dibecim quran billeh.



hey lenet! a min dîn kir, vê carê min copy kiribû, lê dawiya peyamê DİVÊ EZ LÎNKEKÎ jî pêVEKİRİBam. û ji hişê min çûye, min piştî karê pêl "bişîne" kir!



êdî hek ez bixwazim peyamekî binivîsînim ezê microsoft office wordê bikarbînim. aresajtrsdutjfygklu8yhulyu8hş



(bnr: error)



27.04.2015 00:36 ~00:40 | biruya hayao miyazaki

138. hişyariya "peyam bi serkeftin hat şandin" jî gelek beradayî ye. piştî pêlkirina bişîne, heg ez herim malperekî din, dema dişîne vê peyamê bi zorê min tîne tirşikê û xwe dide xwendin.



off



27.04.2015 00:44 | biruya hayao miyazaki

139. li birû û mijangên hayao miyazakî hatiye xezebê.. ez dibêjim pirsgirêk ne ji sîstemê ye simurg56 li cihekî rûniştî ye hevsarê sîstema tirşikê xistiye destê xwe de ji bo birûya hayao miyazakî dîn û har bibe bi zanebûn sîstemê ji rê derdixe û peyamên hayao naweşÎne..



27.04.2015 00:49 | endazer

140. divê her nivîskarek bikaribe hilbijêre bê ka heta çi qasî bêyî ku sîstem bi xwe wî ji tirşikê bavêje, dixwaze di tirşikê de bimîne..

û wekê hilbijêrka wêne û lînk divê hilbijêrka vîdeo jî hebe li jêr valahiya peyamnivîsandinê, hinek lînkên vîdeoyan ji ber xwe de spoiler dibin lê hinek jî wekê xwe dimînin..



27.04.2015 00:52 | endazer

141. dema çeppik an jî reşşik didim peyameke, malper xwe nû dike û min dibe serê mijarê. çima? her carê bi nû ve çûna ser wê peyamê, min ji çeppik/reşşik danê sar dike. ji ber ku motîvasyona xwendinê xera dike. (ku çeppik/reşşik/ecêb dayîna min, çend qet ji hejmara peyamên min a giştî zêdetir e. ji ber ku xwendina peyamên tirşikvanan, nivîsandinê girîngtir e li ba min.) di bin mijarên kêm-peyam de ev ne pisrsgirêk e lê di mijarên tije peyam de çeppik/reşşik dan nayê kişandin. wele bile nayê kişandin. ha ez qala ew hişyariya ku "te çeppik/reşşik da niza'm çi çi" nakim...



edît: di rojekî de 3 gilî-peyam nivîsandin ne bi mebesta "ka ez kêmasiya tirşikê rêz bikim" derket. ji xwe derdên min a di du peyamên dawî de parve kir, ji xwe ev mehek zêde ye min dîn dikir. lê ji min nedihat ez peyamên qala wan binivîsînim. xêra peyam-neweşandinê qewet hat tiliya min *



27.04.2015 10:26 ~10:35 | biruya hayao miyazaki

142. derdik min a din jî ev e: dema peyamekî dirêj dinivîsînim û xelas dikim tê dora dana bnr/vbnr û stûr û lînkê. dema di nav horta peyamê de ez bnr'ek didim, qûtÎKA PEYAM JÎ MİN DİBE SERÊ PEYAMÊ. KA ÎCAR BİBÎNE Te Lİ KU MABÛ. Bİ GELEMPERÎ Dİ NAV PEYAMÊN DİRÊJ DE EV DERD NAYÊ kişandin. ji ber ku qûtîka nivîsandin biçûk e. her carê ji binî heta serî çûn û car din ji serî heta binî çûn... ev peyvên bnr û vbnr'an

li nav kaosekî bêwate û beradayî
wenda dibin. xwedêyo!



27.04.2015 10:39 ~10:42 | biruya hayao miyazaki

143. Ev bû nêzî du salane ez dinivîsim û êdî betilîm. Tevlî vê yekê bi rastî hin kar û barên me yê teybet jî hene. Divê ez bi wan re mijul bibim. Ji ber hindê heta demeke dirêj min dil nîne binivîsim. bi xatirê te tirşik. bi xatirê we hevalino



27.04.2015 15:58 | seydayê_peyvan

144. agahî: me kêmasiyan not kir. hevalên me li ser dixebitin



27.04.2015 21:04 | simurg56

145. bela serê xwe û vê malperê disa hat.



02.05.2015 22:56 | shorbevan

146. malpera roj tune ye nivîskarekî navecêb tevlî nebê *



03.05.2015 22:00 | berxweda

147. ev çi qas e êdî ferqa wê û forumekî nemaye mixabin, divê moderasyona tirşikê li gorî rist û rêzikên formata tirşikê hemû ew peyam û mijarên derî formatê jê bibin, û wan nivîskarên ku derî formatê û tiştên tewş û eletewş dinivîsin jî hişyar bikin..



07.05.2015 00:37 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsik.net > ekşi sözlük

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî