Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
tirsik.net - tirşik
tirsik.net
(203) (16) (1)
di mijarê de bigere

278. hevalên min jî qeydê da zehv zehmetiyê dikşînin.
çend hevalên min jî nikaribûn qeyda xwe çêkin, vazgêç bibûn..



21.12.2017 11:13 | bûtîmar

279. malpera ku xwedê kirî min berê de qeyda xwe lê çêkiriye. xuya ye ku qeydbûn zehmet e êdî *



22.12.2017 00:02 | brusk56

280. dema bikarhêner pêl sembola tirşikê dike, tirşik guldesteyeke peyaman tîne ber meriv. hah, min ev tiştê han, nû ceriband û te'am kir û pir hez kir. car caran li rastî peyamên xwe jî têm û dibêjim, gelo çepikekî bidim dê pir qurre xuya bikim*.

tirşik pir şêrîn e yaw, bibaya min ê teklîfê bikira. *



27.12.2017 20:50 | biruya hayao miyazaki

281. sertîfîka xwe tine, mirov nikare pişte xwe pê de ku şîfreyên xwe bişîne welleh. Gerek ku ewna yên desthilatdar çareserîyeke lê bikin.



02.01.2018 19:33 | aqilkêm

282. belkî berê hatibe gotin, lê nikarim di 16 rûpelan de bigerim. * navbera risteyan* pir nêzîkî hev in ew qas ku di peyamên dirêj de, bi taybetî yên ku paragrafan nahewînin, çavên min nikarin risteyên xwe bişopîne, hemû herf û peyv tevlî hev dibin. min li ekşîyê jî neriya, lê ya wê firehtir e. gelo tirşikvanên din jî vê tiştê dijîn?



11.01.2018 00:41 | biruya hayao miyazaki

283. "belkî berê hatibe gotin, lê nikarim di 16 rûpelan de bigerim. * navbera risteyan* pir nêzîkî hev in ew qas ku di peyamên dirêj de, bi taybetî yên ku paragrafan nahewînin, çavên min nikarin risteyên xwe bişopîne, hemû herf û peyv tevlî hev dibin. min li ekşîyê jî neriya, lê ya wê firehtir e. gelo tirşikvanên din jî vê tiştê dijîn?"

agahî: hat rastkirin. ango êdî di navbea rêzikan de zêdetir valahî heye û bi vî awayî xwendin belkî hêsantir bibe. spas ji bo ragihandinê.



11.01.2018 17:15 ~17:15 | simurg56

284. Teşekkûr @simurg56
( Seba tirsik.net/104394 )
Naha pir rindtîr bû.
Xwedê razî be.



11.01.2018 17:49 | elaziz izzetpasa camii

285. @simurg56 gelek spas, niha ji berê baştir bû.



11.01.2018 20:00 | biruya hayao miyazaki

286. derdekî min heye:
dema ez dixwazim mijareke fîlm/rêzefîlm vekim, geh li tirşik geh li beşa fîlm, agahiyên lînkên imdb nayê girtin. bi rastî min neceriband ka meriv bi destan dagire, dê pergal qebûl bike ya na lê bi vê halê xwe ez dîn kirim. di hefteyekê de cara sê yan çar e, ez pêrgî vê meselê têm. vê çaxê min xwest bêkategorî mijar vekim lê ew jî nebû. û niha ez hewce dikim, binivîsînim. xwedayo!

sana-ya skam divêt li vir bê qalkirin. *



21.01.2018 19:43 ~19:44 | biruya hayao miyazaki

287. malpera ku sal bi sal hejmara peyamên wî kêmtir dibe her çend meh carek yekek tê li rojê 20-30 peyam dinivîse û ev jî piştî çend hefte wekî yên din tişt nanivîse niha umed wisa bûye



05.02.2018 19:13 | mindal

288. Ferhenga înteraktîf a ku haja her kesî pê heye lê kes tê de nanivîse ye..



15.06.2018 23:54 | bûtîmar

289. ber bi hilweşînê ye. îstatîstîk wiha dibêje. çalakiya "roja nivîsandinê" divê bi ya min, lê kî dibîne û dixwîne nizanim.

nîşe: ecêb e, rûpela "zindî" berevajiya rûpela îstatîstîkê dibêje: gelek nivîskarên nû hatine erêkirin lê tu ji wan kesekî ne li hortê ye.



09.09.2018 20:14 ~20:18 | biruya hayao miyazaki

290. nêrîna we der barê pirsa li wêneyê çi ye?
Here lînkê



11.09.2018 14:15 | biruya hayao miyazaki

291. malpreke xoş e, kurda hînî rexneyê dike, malron bin..



11.09.2018 19:09 | rojgar

292. Peyvên ku ez di ferhengan din de nabînim ez li vir dibînim. Ne tenê ferhengeke înternetaktîv e foruma Kurdî ye û mijarên bisûd hene. Divê em zêdetir binivîsin û bixwînin di vê foruma Kurdî de.



12.09.2018 02:58 | hesinkar

293. peyvên ku ez di ferhengan din de nabînim ez li vir dibînim. ne tenê ferhengeke înternetaktîv e foruma kurdî ye û mijarên bisûd hene. divê em zêdetir binivîsin û bixwînin di vê foruma kurdî de.



12.09.2018 03:00 | hesinkar

294. Ez bawerim ku seo'ya malperê baştir bûya yê gelek pêyvande li ser motorên lêgerînê sereke bibûya.Wê demê yê bigihîşta zêdetirîn kesan.
Lê ez pirr jê kêyfxweşim ku karek wiha hatîya domandin.Ji bo kurda tiştek wiha pêwîst bû.



28.03.2019 19:29 | brzn

295. Mirov dikare li ser pir mijaran di vê malperê de sûd werbigire. Mirov dikare xwe bi pêş bixe û zêdetir li ser mijarên cuda binivîse.



28.03.2019 19:35 | hesinkar

296. Ez hemberê vê fikrê me ku kesên difikirin û dibêjin yaw hejmara kesên li ser tirsikê hindikên filan bêvan.Lê ez wisa nafikirim.Ya rastî eve ku Tirsik.net dibe piçûkbe û dibe nivîskarên wî hindikbin jî lê cîhek ne hêsane û ne jî erzane.
Erê konsepta wê wek "(bnr: ekşî sözlük)" tirkî be jî lê sed carî ji wir û peyamên ji wir baştir peyam li vir tên weşandin.Ji bo wî tirsik.net hêja ye!



28.03.2019 19:45 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsik.net

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî