Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ahmed hulusi - tirşik
ahmed hulusi
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskareke tirk ê îslamî ye.. bi sedan pirtûkên wî yên li ser dînê îslamê hene.. tu telîfê j kitêbên xwe nastîne, li ser înternetê belaş belav dike.. berî çend rojekî du camêran têkilî bi min re danîn ji bo ku pirtûkên wî li kurdî û kurmancî wergerînim.. me hêj li hev nekiriye, lê di dilê xwe de dua dikim ku şertên min qebûl nekin..



22.08.2014 22:29 | endazer

2. nivîskarê ku berê min 5-6 pirtûkên wî xwendibû û meraq kiribû. nêrîna wî ya ji bho îslamê gelek cuda ye. serê xwe bi hologramê fîlan gelek diêşîne û gelek caran dubare dike ku herkes di fikrê xwe de azad e û divê herkes nivîsên wî weke nêrînek bibînin û ger xelet be guhê xwe nedinê. ji vî alî ve baş e.

naveroka pirtûkên wî zêde nayên bîra min, lê ji ber ku biçûk in û bi tîpên mezin hatine nivîsandin, xwendina wan rihet e. zimanê wî jî cûda ye.

bi qasê dizanim ne xwediyê cemaatekê an jî tarîqatekê ye.



16.09.2014 12:44 | simurg56

3. bi riya zanistên fenî, dixwaze îslamiyetê şirove bike..

zêdetirî 50 kitêbên wî yên çapkirî hene.. ev kitêb hemû li ser înternetê bêyî heq tên belavkirin.. yanî tu diçÎ ser malperê tu navnîşana xwe didî û kitêbên ku dxwazî dibêjî, ew jî ji te re wan kitêban dişînin (2 an 2.5 lîre heqê kargoyê ji te distînin, ew jî di devê derî de)

dibêjin heta niha her kitêbeka wî zêdetirî milyonekÎ hatiye çapkirin û belavkirin.. bivê nevê pirsa ka gelo ev camêr vê mesrefa van kitêban çawa û ji kû temÎn dike anku xebatên xwe çawa fînanse dike tê bîra mirov.. li gorî gotina wan dibêjin jina ahmed hulusî keça atasay kamberê xweyî şîrketa zêringeriyê atasay kuyumculukê ye.. û xezûrê wî mesrefa çapkirin û belavkirina kitêbên wî fînanse dike.. û dÎsa dibêjin ji xwe bi xwe jî ji malbateke halûwextxweş tê yanî mesrefên xwe yên şexsî bi xwe bi pereyên ku jê re ji malbatê mîras mane tedarîk dike..

sîma û suretê wî biçekî dişibe adnan oktar, ew birhên rakirî, pora paşdedayî, kincên sport filan.. beleeksê gelek mela û seyda û zanyarên din ên dînê îslamê bi tirkiya stembolê diştexile û dinivîse.. naveroka kitêbên wî sade ne, herkes bi hêsanî dikare bixwîne û fêhm bike.. obsesyoneka wî ya li ser têgehan heye.. peyv û têgehên ku di zimanên cîhanê de ji bo wî yê ku em xuliqandine tên bikaranîn qebûl nake, dibêje ellah bes ellah e, xwudê, tanrı, god filan dibêje cihê ellah nagirin.. dîsa di kitêbeka xwe de dibêje, em niha li gorî hesabê dinyayê dijîn

, emr dikin, lê dema mirin bi ser me de hat û em ê heta qiyametê bi bedena xwe ya astral, li gorî hesabê rojê bi milyaran salan bijîn heta ku qiyamet were..

niha kitêba wî ya bi navê ''yaşamın gerçekleri'' werdigerînim kurdî û kurmancî..



16.09.2014 16:03 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ahmed kurdî

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî